KOLANÊN BÊDENG

 

 

 Cemal Ballikaya

 

 

þevreþiyek bi serde hat

bayek lê rabû

hemî dengan barkirin

li pey hev

hemû rengan xwe jê birin

deriyên vekirî venedibûn

li wê kolanê

deng fetisîbûn

bi dengê bûman

Goristanên bê çeper

kêlikên hurkirî

bêhnteng dibûn

li wê kolanê

zarokan nedileyîstin

pez nedikaliyan

mar nedihatin kuþtin

hêvî li ber lehiyê ketibû

em lipey

dimeþiyan dimeþiyan dimeþiyan

Li wê kolanê

Galmasta zarokan nedihat dayîn.

Dayîka min nan nedipat

ne min hêkê çivîkan

ji qulên diwaran derdixist

nejî wê þûnve dibir

ne xilç hebû ne jî kereng

ava gulikê bi ser me de hat

li wê kolanê

bûk peya nedibûn

ne sêv hebû nejî zava

nedixuyan li rêyên berfê

rêwiyên serpêçayî

bi simbêlên zembelîsk

ne ban ne topîç

Gopalê bavê min

þiva kenêrê

li pist derî

derê kulavkirî

mêvanên xwedê

xeyîdibûn ji wê kolanê

xeyîdîbûn ji rengan

xeyîdîbûn ji xwe

ji wê kolanê dur

li kolanên nenas

hîn bêdeng

hîn bê par

hîn bê yar

li benda par

diçûn, diçûn, hey diçûn

 

 

  

 

 

Cemal Ballikaya

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org