Konferansa Wêjeya Kurdî ku ji aliyê Înstîtûta Kurd ji bo lêkolîn û zanist ve li Berlînê pêkhat bi dawî bû
 
 Cemal Ballikaya

 

 
Konferans roja þemiyê saet di 11.00 an de bi tevlêbûna nêzikê bi rêzgirtina deqiqeyek ji bo þehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir. Di destpêkê de serokê Înstîtûtê birêz Fehmî Balayi bixêrhatina beþdavanan kir û bi
kurtasî li ser dîroka Înstîtûtê sekinî. Endama lijneya rêvebira înstîtûtê Dr. Jutta von Freyberg bi elmanî axavtinek kir û da diyarkirin ku pêwîstî heye ku rewþenbîrên kurd li ser ziman û wêjeya kurdî bisekinin û di vê warî de xebatên xwe pêshxin.
 
Paþê endamê PENa Kurd birêz Mehmet Þahîn daxwiyaniya PENa kurd xwend. Di daxwiyaniya PENa Kurd de hatibû diyarkirin ku pêwîste hemû hêz, sazî û kesayetiyên têkildar hewildanên xwe yên di derbarê ziman, cand û wêjeya kurd de berdewam bikin ku pêþî li vê asimilasyona ku hêzên dagirker dixwazin li ser gelê me berdewam bikin were girtin.
 
Di rûniþtina yekemîn de gotarvan Helîm Yusif mijara xwe ya bi navê ´´çend rawestgehên girîng di romana kurdî de`` pêþkêsh kir. Jelal Mistefa gotara bi navê ´´Zimanê çîroka hemdem`` pêþkêþ kir. Mamoste Evdila Dirêj Moderatoriya vê runishtinê kir.
 
Di rûniþtina duyemin de Roþna Mehmud gotara bi navê ´´ Jiyan û berhemên Helbestvan û Diroknivîsa kurd Mesture Kurdistanî`` pêþkêþ kir. Lerzan Jandil; gotara bi navê ´´ Rewþa zaravayê zazakî di wêjeya kurdî de pêþkêþ kir. Mamoste Salimê Casim moderatoriya vê rûniþtinê kir.
 
Di rûniþtina sêyemîn de, Dr. Serwer Abdullah gotara bi navê ´´ Kêþeyên nivîsîna dîroka wêjeya kurdî `` pêþkêþ kir. Said Osman gotara bi navê´´Lêkolînek li ser helbesta kurdî`` pêþkêþ kir. Cemal Xeznedar gotara bi navê ´´Di salên 1932 yan de bi rêya kovara Hewarê pêþvecûna wêjeya kurdî`` pêþkêþ kir. Mamoste Cemal Ballikaya moderatoriya vê rûniþtinê kir.
 
Konferans roja yekþemê saet di 12.00 an de berdewam kir. Di rûniþtina vê rojê ya yekemîn de Cengiz Xan gotara bi navê ´´Rola qewlên Êzidiyan di parastina zimanê kurdî de`` pêþkêþ kir. Selam Balayi gotara bi navê ´´Rojnamegeriya zarokan li devera Behdînan`` pêþkêþ kir. Dr. Gundî Dilberz moderatoriya vê rûniþtinê kir.
 
Di rûniþtina dawî de helbestvanên wek Dr. Gundî dilberz, Beshîr Mizurî, Necîb Balayî, Cemal Ballikaya, Kurmanc Harikî, Hêvî Berwarî, Muhsîn Qoçan, Ebdirehman Mizurî, Tengezar Marînî, Ehmed Deþtî Edîb çhelkî helbestên xwe pêþkêsh kirin.  Hêvî Berwarî Moderatoriya vê rûniþtinê û pêþkêþvaniya tevayê konferansê kir.
 
Di hemû rûniþtinan de nîqaþ li ser gotaran hatin kirin û ji aliyê gotarvanan de  bersîv hatin dayîn. Di dawiya konferansê xelat hatin dayîn.
 
 
 
Sazî û kesayetiyên ku ji aliyê Înstîtûtûyê ve hatin xelatkirin.
 
Roj Tv, Kurdistan Tv, Ozgur politika, Dr. Jutta Von Freyberg Helîm Yusif, Jelal Mistefa, Roþna Mehmud, Lerzan Jandil, Dr. Serwer Abdullah, Said Osman, Cemal Xeznedar, Cengîz Xan, Selam Balayî, Dr. Gundî Dilberz
 
Konferans rojê bi tevlêbûna 80 - 90 kesî bi awayek serkevtî bi dawî bû.
 
Em wek Înstîtûta Kurdî Ji Bo Lêkolîn û Zanist li Berlînê, spasiyên xwe ji hemû gotarvan, moderator û beshdarvanan re pêþkêþ dikin. Herweha em ji komeleya ´´Navenda Civaka Demokratîka Kurd e.v`` re spas dikin ku ji destpêkê heta dawiya konferansê bi her  awayê piþtgiriya me kirin. Dîsa em spasiyên xwe pêþkêþî saziyên capemeniya kurd dikin ku ji destpêkê heta dawiyê bi weþan û çavdêrêyên xwe girîngî dan vê konferansê.
 
Slav û rêz
 
Li ser navê Lijneya rêvebir a Înstîtûta Kurdî Ji Bo Lêkolîn û zanist
 
Cemal Ballikaya
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org