|
MUZEYA BERGAMAYÊ YA LI BERLÎNÊ
Cemal Ballikaya
Berê
ku em bikevin muzeyê min bixwebixwe digot emê herin çend
keviran bibînin. Lê rastî ne wisa bû. Dema em ketin hundir, li pêjberê
min peykerên ku BZ. Sala 170 de çêkirin
sekinî bûn. Birastî min mitolojîya Yewnan xwendibû lê min bawer
nedikir ku wê rojekî parçeyek ji vê mîtolojiya
han bi vî awayî derkeve pêjberê min. Kesê
bi navê Yekta Arman bi kasetê ji me re rêberî dikir û wî me li hemû
muzeyê gerand. Lê dil dixwest ku ev peyker û tiþtên
dîrokî ji Bergamayê hatibûn li cîhêcîh bihatana paraztin. Mixabin hemû
kes dizanin ku heger ev peykerên dîrokî li wir bimana, wê ji aliyê Tirkîyê
ve hemû bihatana hurkirin û talankirin. Jiber ku ji dema Imparatoriya
Osmaniyê vir ve rêçikên vê sistemê li
ser dagirkirin û talankirinê meþiyaye. Gelek
arkeologên biyanî di encama lêkolînên vê herêmê de bi gelek
astengiyan re rûbirû mane û lêkolîn û lêgerînên xwe nîvcû hîþtine,
hin caran jî çavên xwe ji xwestekê
dewleta Tirk re girtine û rastî berevajî kirine. Li Bakurê Kurdistanê
hin deverên ku hewceyî bi lêkolînên arkeologî hene tên tespîtkirin,
lê van deveran bi çêkirina bendavan
binav dibin û bi vê awayê bi hezaran rê çên
ku xwe digîhîne dîroka mirovahîyê tê xitimandin. Yekcaran jî encama
van lêkolînan bi kêmahî be jî bi dizî tê meþandin
û hin tistên ku têndîtin bi dizî derdikeve welatên Ewropâyê. Muzeya
Bergama yê jî beþek ji vê encamê ye. Dema
ez li muzeyê geriyam, min xwebixwe got;
baþ bûye ku ev tiþtên
dîrokî bi vê awayê gihiþtiye welatekî
din, ji talankirinê filitiye û li vir tên parastin. Armanca dewleta Tirk
ewe ku bi wendakirina van bermayiyên dîrokî anjî astengî derxistina li
himber xebatên arkeologiyê rastiyên dîrokê dernekeve holê. Lê hemuû
Cihan dizane ku li wê herêmê bi sedan gel jiyane û bi dehan desthilatdar
hatine û cûne. Lê ew hîn jî dixwazin vê rastiyê veþêrin.
Ev
peykerên dîrokî yên li muzeya Bergamayê di sedsala 19an de hatiye dîtin.
Ji sisêyan yek berhemên vê lêkolînê anîne vê muzeyê. Parçeyên
ku anîne, bi lêhurandinek
gelek baþ bi hevûdûve zeliqandine û
maketek ji parçeyên orginal yê vê qesrê
avakirine. Ev qesra dîrokî demek kurt be jî mirovan dike rêwiyek ku bi
sedan sal sûnve biçe û bibe mêvanê
Atenayiyan. Aliyê vê qesrê yê rojhilat û merdiwana aliyê derve yê vekirî bi awayekî orjînal hatibû montekirin. Di wê demê de asyayiyên bicuk yên barbar êriþ birine ser vê qesrê û talan kirine. Armanca çêkirina vê qesrê ji bo bajarê Athena yê duyemîn bidin avakirin. Ev mitolojiya ku bi sedan salan vir ve tê gotin, bi awayek zanistî di van peykerande hatiye þirovekirin. Tekoþina Zeus ya li himber zarokên Gayan li ber çavan tê xûyan û van peykervanan bi awayek baþ vê têkoþinê dane xûyan. Ew Gelgantê nigmar dixwaze xirabiyê biser bixîne lê biser nakeve. Bergama bajarek mezin yê peykeran e û mitolojiya Yewnanan di vê bajarêde veþartiye. Dayîka erd li himber xudawendên zarokên Gaya þer dike. Dîsa li aliyê din þerê bavê xudawendan (Zeus) berdewame lê Athena di þer de biserketiye. Atenayî vê serkevtina þerê li himber Galatayiyan de ji Athena re deyndar in. Ev bajarê dîrokî ji aliyê hunermendên herî bi navûdeng yên Cîhana yewnaniyan ve hatiye cêkirin. Hemû hunera ku ji aliyê van peykervanan de hatiye çêkirin dewxa mirovan dibe û mirovan matmayî dihêle. Peykerê Athena di sala 1876 an de hatiye ditin. Ev peyker di dema Oymenusê duyemînde ji aliyê Fîdîos ve hatiye çêkirin. (BZ.170).
Dîsa xalîçeya
ku li salona mezin bi fayansan hatiye çêkirin
berhemê hunermendê Îtalî Hefaistan e. Di dawiyê de ez bang li hemû
mirovahiyê dikim ku pêþî
li xebatên arkeolojiyê negirin û nehêlin van xweþayiyan
ji holê rabin. Birastî þermek mezine ku
li rojhilata navîn bi sedan bajarên dîrokî li pêþ
çavê cihanê tên talankirin. Mixabin
berjewendiyên dewletan yên rojane nahêle ev rewþ
were dîtin û diroka mirovahiyê were parastin. Têbinî: Bergama navçeyek Tirkiyê, girêdayiyê bajarê Îzmîrê ye. Muzeya Bergamayê jî li paytexta Elmanya bajarê Berlînê ye
Cemal Ballikaya
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org