|
|
Nivîskarê
Pênûs Qirêj
Cemal
Ballikaya
-
-
-
- Ger
sîstemek bingeha perwerdeya xwe bi gor jiyana mirovahiyê nebe,
kesayetiyên wê sîstemê jî sî ya wê sîstemê ye û jiyana xwe bi
wê awayê dimeþîne . Jiber vê yekê jî ne pêwîste nijad netew
kesayetî an jî ol a wan kesayetiyan yek be. Lewra heman sîstemên bi
vê awayê tenê li ser hesabên qirêj berjewendiyên kesayetiyê vanan
derdixe pêþ û bigor xwe çarçoveyek ji wan re çê dike û kirasê
xwefiroþiyê li bejna wan dike û bikar tîne.
-
- Ev
kesên bê þert û merc xwe spartine vê rê yê, hemû cureyên bêbextiyê
derew, xapandin, kuþtin, talankirinê ji bo xwe mafekî rewa dibînin
û di encama hemû kiryarên xwe de dixwazin mafdarbûna xwe di qada
navnetewî de bidin xwiyakirin û wan kes û civakên ku li ber xezeba
wan ketine sucdar bikin. Ev jî bêexlaqî û rûreþiya herî mezin e
ku him dikuje, him ji sucdar dike.
-
- Gelê
Kurd di dîrokê de jiber van leyistikan herdem heznî bûye û histûxwar
maye. Jiber ku nexwestiye ji çarçoveya mirovahiyê derkeve û heman bêbextiyên
ku dagirkerên Kurdistanê pêk tînin bikar bîne. Hin kesayetiyên vê
yekê bikar anîne jî li cem van sîstemên dagirker cîh girtine û bûne
paleyên wan û þûr û mertalên xwe ji bo birayên xwe tûj kirine û
bûne rûreþiya rûyê mirovahiyê.
-
- Di
van rojên dawî de jî piraniya nivîskarên pênûs qirêj yên Tirkiyê
hemû cûreyên bêbextiyê bikar tînin. Ji van nivîskaran yek jî
Yilmaz Ozdil e ku di rojnameya Hurriyetê de dinivîse. Di rûpela serî
ya vê rojnameyê de ji roja ku ava bûye vir de ev nivîs heye ´´Tirkiye
ya Tirkan e`` Ev nivîskar wek alternativê Emîn Çolasan du sal berê
cihê xwe girt û ji wê rojê þûn ve hezar car ji Emin Çolaþan zêdetir
pêsûsa xwe ya qirêj li dij gelê Kurd xebitand û hîn û hîn jî pêk
tîne. Di nivîsa xwe ya herî dawî de jibo girtina DTP ê weha dibêje.
-
- ´´Hin
derdor dibêjin li Ewropayê dewleta herî pir partiyan digire em in``
Em in, jiber ku li Ewropayê partiyên ku tên girtin bi hemû endam û
rêvebirên xwe nikare carek din di bin navek din de vebe.
-
- De
werin kuman deynin û pirsan jê bikin, Wek gotinek pêsîyan heye ku
dibêjin ´´ De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike``
-
- Her
ciqwas ji HEPê ta DTP ê bi hezaran endam û rêvebirên van partiyan
binçav bûne, êþkence dîtine, di bin çavan de hatine qetilkirin,
hatine kuþtin, laþên wan di bîrên petrolê de mehiyabin lê dîsa
dilê vî pênûsqirêjê hîn rehet nebûye û ger bi ya wî be diviyabû
hemû endam û rêvebirên van partiyan hatiba qedexekirin. Ev jî tê wê
wateyê ku ji Kurdan re sîyaset, derketina kolanan xwestina mafê
demokratik qedexe ye. Tenê ji kurdan re mafê mirinê heye.
-
- Belê
pênûsqirêj Yilmaz Ozdil, gelo emrek te yê din heye an na, Ew
wezifeya te ye û tu neçarî ku li ser xwîna gelên mezlûm pênûsa
xwe ya qirêj bikar bînî. Jiber ku xwarina te goþtê mirovan,
vexwarina te xwîn e û jiyana te bi berdewamiya þer ve girêdayî ye.
Lê wezifeya me jî ew e ku em te û yên wek te baþ nas bikin û hemû
bêbextî û gemariyên we jibîr nekin.
-
- Belê
pênûsqirêjê ne tirk û tirk perestê herî bilind, em jî ne golikê
bavê te ne ku li benda te û yên wek te bimînin ku ka hûn çi fermanê
ji bo me didin û em jî bigor wê fermanê tevbigerin.
-
- Em
dizanin ku tu û yên wek te tenê di hemêza sermayedaran de dikarin pênûsên
xwe yên qirêj bikar bînin û gelan berdin hev û kolosên xwe xwar
bikin û li wan temaþe bikin.
-
- Lê
tu zanibe tu û yên wek te wê di dîrokê de cihên xwe yên qirêj
digirin û ew pênûsên we yên qirêj jî nikarin we xilas bikin
-
- Cemal
Ballikaya
-
- cemalballikaya@yahoo.de
-
|
|
|