Piþtî 32 Salan

 

Cemal Ballikaya  

 

 

Sal 1975 piþtî ezmûna dibistana destpêkê min qeyda xwe li Liseya Muþê ya ku bi raketin cêkir. Ew bajarê ku em pêve girêdayîbûn, min di xewna xwe de jî nedîtibû. Ew bajarê ku deþta wî ji aliyê piraniya Kurdistaniyan ve tê naskirin, tituna wî weke þima ku di qelûnên dewlemendan de vêdiket, lê gelê wî bi hisreta cixareyên bi pembû, ew bajarê ku rêya gelek serhildêrên kurd pêketibû, ew bajarê ku di germa havînê de di kolanên wî de berf dihat firotan ketibû destê nijadperestên tirk û  xewnên þevan li xwendekarên kurd herimîbû.

Li vê bajarê dîlgirtî em jî bûbûn dîl û dijmin tiliya xwe dabû piþta me û weke leyistikek me ya zaroktî digot ´´Kerika kerajo kî te dajo``  bi kurtahî gurê har ketibûn nava kerî û kerî ji hev belawela kiribûn. Dema ro diçû ava nijadperest û olperestên tirk dihatin û gef û gur li me dixwarin û diran li me diqiricandin. Êdî em ketibûn bazara jiyanê û ka me temenê xwe çawa dikaribû dirêj bikira. Hin ji me bê destmêj rojê di þûna 5 caran de 10 caran berê xwe didan qulbê ku ew jî bizanibin ka em ciqwas oldar in û bi wan re ne. Hin ji me di bêrîkên xwe de zincîrên ku þiklê gur pêve ye digerandin. Hin ji me (hevalên me yên elewî) ayetan jiber dikirin û þertê îslamê û îmanê jiber dikirin. Bi vê awayê pêþbirka mayina li jiyanê destpê kiribû.

Bav û kalên me ji bo di agirê dojehê de neþewitin oldarbûn, em jî ji bo  li jiyanê bimînin mêldarbûn. Di herdû aliyan de jî hezkirin an jî bawerîyek rasterast tunebû. Jiberku ev rêya hilbijartinê û hezkirinê hatibû birîn û firsenda nimêjek bi destmêj nemabû. Di nav vê aloziyê de þev û rojên me li nav hev ketibû. Em gelek caran di nava kelxwîdanê de ji xew qiloz dibûn û me xewnên xwe yên ku çawa me serjê dikin ji hev re digot.

Piþtî du salan hin kesên çepgir û kurdewar jî hêdî hêdî bi me re têkilî çêkirin û ji bo xwendinê bi dizî pirtûk didan me. Herciqwas wan ji me re digotin netirsin û xwe eþkere bikin jî me nikaribû zûbizû dev ji qulbeya bêdestmêj berda. Paþê em bi dizî diçûn bûroya þerafettin Kaya û me hin kesên din nas kirin. Bi vê awayê tirsa dilê me rojbiroj dadiket û êdî tirs li me û nijadperestên tirkan parve bûbû. Lê pêwîste ku ez bêjim ku hin ciwanên ku çend salan ji me mezintirbûn mala tirsê zûde ji gundên xwe barkiribûn û tovê þoreþvaniyê çandibûn.

Ji van kesanan yek jî Abdurrahim Gümüþtekin bû ku ji ber agahdariyek þaþ min wisa dizanibû ku bi destê dagirkeran hatiye þehidkirin. Lê çend roj berê min ew bi rêya internetê di malpera peyamaazadi de dît, ez gelek þa bûm û bi vê þabûnê re girî li qirika min piçikî. Heçiqwas nêrînên me hinek ji hevûdû cûda be jî lê kul û xemên me yek e û em zarokên vê gelê bindest in û emê heryek bi rêyekê berbi perestgeha xwe ya pîroz ku navê wê KURDISTANE bimeþin.

Bi kinahî dibêjim, birayê delel Abdurrahimê Boxêr dibe ku ez neyêmê bîra te, dibe ku ez jî bûbim  kalekî du salan ji te piçûktir û li kolanekî te bibînim û nas nekim biborine, lê tu zanibe heta dawiya jiyanê jî em hevûdû nebînin dîsa em birayê hev in.

Cemal Ballikaya

19.05.2007 Berlin

   

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org