Damezrînerên
Navenda PENa Kurd
Di dawiya salên 1980î de nivîskarê Kurd Huseyn Erdem digel kebaniya xwe Emîne Erdem û 5 nivîskarên din pêvajoya avakirina Navenda PENa Kurd destpê kiribûn. Bi alîkariya PENên neteweyên din, di meha Nîsana sala 1988an de, li Kembrîcê (Cambridge) di Kongreya PENa Navneteweyî de avakirina Navenda PENa Kurd hatibû pêþniyazkirin. Di dengdanê de hemû beþdarên Kongreyê, ango hemû PENên neteweyî, piþtgiriya avakirina Navenda PENa Kurd kirin û ev kirin endama PENa Navneteweyî.
Di dîrokê de ev cara yekemîn bû, ku saziyeke Kurdan ya neteweyî li ser bingeha yeksanî û wekheviyê bûbû endama rêxistineke navneteweyî. Bi vî awayî, PENa Navneteweyî nîþan da, ku binpêkirina ramana azad û pirrengiya çandî ne karên hundirîn yên dewletan in. PENa Navneteweyî, berî desthilatên fermî, girîngiya vijaka ser rejîmên totalîter anî rojevê, da ku rêz li rûmeta mirovan bê girtin. Biryara PENa Navneteweyî ya sala 1988an bû gaveke bêhempa ji bona bihêzkirin û geþkirina ziman û wêjeya kurdî û xuyakirina wê li ser asta cîhanê.
Piþtî
xebateke fermî, di bihara sala 1990an de Navenda PENa Kurd ji hêla Dadgeha
Herêmî û Buroya Bacên bajarê Kolnê li Almaniyayê hatibû pejirandin.
Ji
roja pêþîn de, Navenda PENa Kurd nexwest rista saziyeke li derveyî welêt
bilîze û bû nûnera tevaya wêjeya kurdî û hemû nivîskarên Kurd. Bi
dilxwaziya dostên xwe Navenda PENa Kurd xebata dîplomasiyê di nav rewþenbîrên
cîhanê de dike û pêþveçûna ziman, wêje û çanda neteweya Kurd ji
xwe re dike armanc.
Damezrînerên
Navenda PENa Kurd ev kesên hêja ne:
| Huseyn Erdem | Yayla Mönch-Bucak |
Abdurahman Naqiþbandî |
Huseyn Kartal |
| Emîne Erdem |
Haydar Iþik |
Mehmet Uzun |