Azadî ji bo nivîskarê Ereb Muhamad Ganim
Piþtî bûyerên duwanzdê Adarê ku li Qamiþlo û li hemû herêmên kurdan li Sûriyê qewimîn, desthilatdariya Sûriyê berê xwe da çareserkirineke di riya hêzên ewlekariyê re û bi hezaran leþker û hêzên ewlekariyê þandin wan herêman û bi temamî hebûna pirsgirêka Kurd li Sûriyê mandele dike, bi vê yekê bi hezaran hejmara girtiyan zêdebû û rewþ bêtir ber bi aloziyê de ajot. Herweha desthilatdariya Sûriyê naxwaze mafên gelê Kurd yên çandî û neteweyî yên rewa di hundir sînorên Sûriyê de bipejirîne, berevajî wê dixwaze hemû dengên demokrat, yên ku li dijî kuþtina kurdên sivîl bilind bûn vemirîne û bi her awayî doza jiholêrakirina rewþa awarte û serdestiya qanûnê biperçiqîne. Di vê çarçovê de, nivîskarê Ereb Muhamad Ganim jî bi nivîs û helwestên xwe yên mirovane doza rawestandina kuþtina kurdan kir û kujer þermezar kirin. Herweha doza welatekî bi qanûn kir, ku têde Kurd û Ereb ji hêla erk û mafan de weke hev bijîn. Ji ber vê, hêzên ewlekariya leþkerî yên Sûriyê li bajarê Reqayê, seet yekê nîvro, di roja 23.03.2004an de, nivîskar Muhamad Ganim li ber deriyê mala wî girtin û birine cihekî nediyar. Heta niha cihê girtîgeha ku têde ye ji hêla malbata wî de jî nayê naskirin.
Daxwaza me ji hemû komîteyên
navnetewî û têkildar û rêxistinên mafên mirovan ewe, ku bi lez û bez
têkevin tevgerê, da ku desthilatdariya Sûriyê nivîskar Muhamad Ganim (
girtiyê azadiya ramanê ) di cih de, ji girtîgehên Sûriyê serbest
berde.
Helîm Yûsiv – Nivîskar
Jan Dost - Nivîskar
Ehmedê Huseynî – Helbestvan
Nezîr Palo – Helbestvan
Ebdulqadir Mûsa – Helbestvan
Dr. Zaradachet Hajo (Zerdeþt
Haco), Serekê Navenda PENa Kurd
Dr. Zorab Aloian, Sekreterê
Navenda PENa Kurd
Mustefa Reþîd, cihgirê serekê Navenda PENa Kurd
Ali Zülfikar,
þêwekar
Yasin Banîxêlanî, nivîskar
Munzur Çem, nivîskar
Adar Jiyan, nivîskar
Haydar Iþik, nivîskar
Murad Ciwan, nivîskar
Roshan Lezgin, nivîskar
Necdet Buldan, nivîskar
Salihê Kevirbirî, nivîskar
Hasan Îrandost