Daxuyaniya Dawî ya

Kongireya 5an ya Navenda PENa Kurd 2003

Roja Þemiyê, 8ê Adarê 2003an, ji seet 10 :30 – 19 :00 Navenda PENa Kurd li gor rêbazê, kongireya xwe ya 5an li bajarê Berlînê, li avahiya „LITERATURHAUS, Fasanenstr. 23“ bi amadebûna piraniya endamên xwe li dar xist..

Li ser vexwendina Navenda PENa Kurd sekretêrê giþtî yê Navenda PENa Navneteweyî, birêz Terry Carlbom (Siwêd) û cihgira serekê PENa Navneteweyî, ya ku di heman demê de sereka Komîteya Nivîskarên  Jin e jî, birêz Lucina Kathmann (San Miguel de Allende/Meksîko) - du kesên herî girîng ji serekatiya Navenda PENa Navneteweyî- di civînê de beþdar bûn.

Di destpêkê de serekê Navenda PENa Kurd Dr. Zerdeþt Haco bi awireke kurt rewþa dawî ya welatê me da xuyakirin û hinekê li ser zor û setem, êriþ û pestana dagîrkerên Kurdistanê li ser çand û kelepora me, li ser tevgera me ya neteweyî bi giþtî rawestiya û bi taybetî kiryarên dewleta Tirk li bakurê welêt û gef û gurên wê li ser baþurê welatê me þermezar kir.

Wisa kongireyê bi rawestana yek xuleyê li ser giyanê pak ê cangoriyên baweriya azad û rojnamegriya azad li seranserê cîhanê destpêkir.

Piþtî wê, serekê navenda me, birêz Dr. Zerdesht Haco, birêz Stî Lucina Kathmann vexwende ber megrefonê û di rêya wê re pîrozbahiya tevahiya jinên cîhanê kir, ji ber ku roja lidarxistina kongireya me rastî cejna jinên cîhanê hatibû.

Stî Lucina Kathmann di axaftina xwe de silav, rêz û spasiyên xwe gihandine beþdaran û da xuyakirin, ku ew bi hevnasîna helbestvan, nivîskar û rojnamegerên Kurd gelekî bextewar e. Wê di axaftina xwe de got, ku ew ji bona hevaltî û dostaniya bi endamên PENa Kurd re ji rêyên dûr û dirêj hatiye û dixwaze rewþa wêjevan û rojnamegerên Kurd ji nêz ve nasbike. Ji ber ku ew sereka Komîteya Nivîskarên jin e, wê dixwest bi taybetî agahdariyên berfireh li ser rewþa qehremana Kurd xuþka me, Leyla Zana bibihîze. Hê li kongireya 68an, ya PENa Navneteweyî li Mekdoniyayê nûnerên PENa me ew bi rewþa xuþka Leyla Zana hiþyar kiri bûn. Li gor daxwaza wê, piþtî axaftina sekreterê giþtî yê PENa Navneteweyî, rojnamegerê Kurd, birêz Mehmet Aktaþ gelek agahiyên berfireh û nirxdar bi taybetî li ser jiyana wê ya rojnamegerî û rewþa bi gishtî  pêþkêþî kongireyê kirin.

Piþtî axaftina Stî Lucina Kathmann, sekreterê giþtî yê PENa Navneteweyî, birêz Terry Carlbom dest bi axaftina xwe kir û wî jî da xuyakirin, ku bi naskirina nivîskar, helbestvan û rojnamegerên Kurd gelek bextewar e û got, ku ew ji rewþa astengkirina rê û derfetan li ber çand û wêjeya Kurdî agahdar in. Gelê Kurd bi hejmara xwe ya 40 milyonî niha jî di bin metirsiya þer de li Rojhilata Navîn di rewþeke gelek dijwar de ye û bi encama wê, wêjeya Kurdî jî dikeve bin metirsiyê.

Komîteyek ji sê kesan ji bona birêvebirina kongireyê hate hilbijartin û silavnameyên ku ji kongireyê re hatibûn, hatin xwendin. Nûnerîtiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ji Dihok û Hewlêrê, ji Baþurê welêt, birêz Hesen Silêvanî, Mehdî Xoþnav û Dr. Arif Hîto dixwestin amade bibin, lê mixabin ji ber astengiyên hatina di rêya Sûriyayê re negihîþtin kongireyê û wisa silavnameyên wan hatin xwendin. Ji Baþûr-Rojavayê welêt jî hejmarek nivîskar û helbestvanên Kurd nameyeke pîrozbahiyê þandibûn û dabûn xuyakirin, ku avakirina þaxekî PENa Kurd li wî beþê welêt ji xwe re kirine armanc. Gelek silavname ji nivîskarên Kurd ji bakurê welêt û deverên din, yên ku ji ber sedemên cur be cur nikarîbûn xwe bigihînin kongireya 5an, hatibûn..

Piþtî pêþkêþkirina hin raporan li ser rewþa wêjaya Kurdî kongire derbasî rapora kar û bar bû. Serekê PENa Kurd, birêz Dr. Zerdeþt Haco çalakiyên here girîng yên van du salên dawî anîn ber çavên beþdaran. Her û her ji roja ku malpera PENa Kurd vebûye de, piraniya endamên PENê li ser van kar û baran agahdar dibin û bi rêya e-Mailan jî her tiþt belav dibe.

Di dawiya kongireyê de hilbijartin pêkhatin û serekê Navenda PENa Kurd ji bona sê salên din bi tevayiya dengan hate hilbijartin. Di pey re çar endamên komîteyê û du endamên cihgir ji bo dema nû bi awayê nehînî hatin hilbijartin. Endamên komîteya nû ev in:

Dr. Zerdeþt Haco (serek)
Mustefa Reþîd (cihgirê serek)
Dr. Zorab Aloian (sekreter)
Hêvî Berwarî (berpisiyara komîteya jinan)
Yûnis Behram (berpirsiyarê darayiyê)

Piþtî xwarina êvarê, xwendina berhemên wêjeyî li avahiya Înstîtûta Kurdî ya Berlînê destpêkir û wisa kongire bi coþ û þahî bi dawî hat.

13.03.2003