|
Min ew roj divêt
Dayka Kurd
Rojekê ger hilat tav
Gula warî li barî xunav
Qetyan rik, bend û dav
Diêm berv te ve pêngav pêngav
Di wê rojê da
Dil êdî nabîte wek bera
Dest di nava desta wek bira
Peyva here þirîn li ser lêva
Sirûde þikinît rekeha dila
Di wê rojê da
Asteng li ber vîna ziman
Zaravan didine ber bayî
Li bêderê dibîte vîyan
Ji bo bibin xwedan yek rêziman
Dikin xelat, xilfa werîsî
Dibirin û dixin morî
Ji bo zerî nebine gorî
Paþdamayiyên nêrînên hovî
Min her ew roj divêt
Ger ez nemînim jî!
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org