|
Pîremêrê Elman û keça Kurd !
Dayka Kurd
Piþtî
mirina babê min, zaroka herî mezin di malbatê da ez bûm. Mîratê
ku babê min li dîv xwe bi cih hêlaye, çar dîwarên bi kevir û herrîyê
hatibûn ava kirin û þeþ sêwî bûn, ku her roj çav li derîyan diman,
ka kîjan cîran dê bi xêra miryên xwe, paryik nanî ji bo wan bîne. Jîyana
bi jarî dayika min neçar kir, li gel malbatek ji gundê me, ku yê ji bo
kar ber bi Stambolê bi rê ketibana, li ser karkirina min biryara xwe
bidet. Di
nav kel û perên kamîyonê da, tenê esmanê þîn, car caran jî ewrên
ji hev dûr, çûkên penaber, dawîtirîn dîtina min bû... heta em gehiþtîn
Stembolê.. Piþtî
borîna heftîyekê li hotêlekê di gel Fatîmayê û apê Egîd, me dest
bi karê paqiþkirnê kir. Spêde
heta êvarî, roj û mehên xwe bi vî rengî me derbas dikirin, da ku biþêm
pareyine kêm biþînime gundî. Piþtî
ku Fatîmayê di qeza hatin û çûnê (trafîkê ) da canê xwe ji dest da
ez û apê Egîd bi tenê man. Ew
ji bo min wek babekî bû û herdem hewil dida çi ji destî wî bê, ew bo
min texsîr neket. Ji
bo xilaskirina min û malbata min çareserîya ku dîtî ew bû, berê min
bidete Ewropa. Qaçaxçîyekî
Kurd û yekî Elman ku di gel apê Egîd hatibûn ba me, çend hevdîtin li
hotêlê, li ser çûna min bo Elmanîya pêk hatin. Piþtî
borîna çend mehan, ew roj hat ku ber bi Elmanîya va bifirrim. Pareyên
bilêta xwe min dan apê Egîd, yên mayî jî ji berîka xwe, wî bi xêra
xwe bo min li ser temam kir. Piþtî
gehiþtina me bo Almanîya, pîremêrê Elman ez birim maleka mezin
di nava cengelekê da. Pêþîyê ez fikirîm, dibe ku ev kempa
penabera be! Dema
em ketin jor, bi dest û îþaretan min dixwast ku min bibe kempê, lê belê
ew ji min tê negihiþt û ez jî herwesa û ..... Piþtî
du rojên herî reþ di jîyana min da derbas bûn mêrikê Elman ku heta wê
xulekê jî min navê wî ne dizanî, ez bi xwe ra birim cihekî. Li wir em
çûn jorekê, dema bi xêrhatina min hatî kirin, temamê canê min lerzî
û rondik ji çavên min hatin xar. Wergêr: Berxwe
nekeve, me hemîyan ziman ne dizanî û ... tu yê di demek nêzîk da hînî
ziman bibî. Axaftina
wî min qut kir û gotê: Ez
dixwazim bi tenê li gel te biaxivim Mêrikê
Elman þand derveyî jorê Ka
bêje çi bûye? Bi
girî min çîrok bo wî got, ka mêrikê Elman çi anîye serê min. Polîsin
Elman ez li gel xwe birim, piþtî borîna du hefteyan dîyar bo, ku apê Egîd
bi pareyan ez firotibûm wî mêrikê Elman, ku ji bo xwe li jineka bîyanî
digeriya. Dema
min zanî rêka ku apê Egîd bo min helbijartî, mêrkirineka bi rastî bûye
êdî gelek dereng bû! Xewn û xeyalên min tevda mirin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org