Roja evînê 

   

 Dayka Kurd

      
       
       
 
Ji bo derbirîna derdên dil
 
Min di nivîsîn gotinên xwe
 
Tu di bûye pênûs
 
Hestên dil dibûne helbest
 
Di gel helbestên tihnîyên min
 
Tu dibûye deryayek pênas
 
 
Her laperrekê min dinivîsî
 
Tejî  reþî dibû ji xîç û xetan
 
Tu di bûye dareka biþkiftî
 
Biþkojên dil di bûne gulistan
 
Di gel gulistana reng temirîya min
 
Tu di bûye gulistana ziman
 
 
Ji bo girngîya peyva vîn
 
Min di nivîsîn ji axînên dil
 
Tu di bûye armanca peyvan
 
Peyvên dil dibûne dastan
 
Di gel dastana xemgîna dilê min
 
Tu di bûye serhatîyê ruperrên jînê
 
 
Ger helbesta min vala dibû
 
Ji tam û rengên xwendênê
Tu dibûye guhdar
 
Guhdarîya te, ez dikirim Bilbilek jar
 
Di gel awazên ji janên dilê min
 
Tu di bûye hêlîna evara helbestan
 
 
Di roja evîndaran da
 
Hesret ji ne gotinê
 
Þermîn ji gotinê
 
Tu bûye roja, bûna vînê
 
Ger neþim pîroz kem
 
Di kavilê sorê dil da
 
Roja xoþtivî
 
Bi gotina te hez dikem
 
Di helbesta lawaza xwe da
 
Pîroz dikem roja evînê
 
 

 

 

 

 

 

 

 

                                    

                    

                        

                         

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org