Xerîbî

 

Dayka Kurd

 

Xerîbîyê 

Wek payîzan

Bêhîvî û xemgîn kirim

Belgên hîvîyên min

Kit kit zer kirin

Esmanê singê min

Pirrî kul û xem kirin

             ****

Di gel tenêbûna xwe

Wastiyayî ji xorbetê

Çavên min

Ji bêkesîyê

Giriyan û giriyan...

Hestên tenêbûnê

Dunya li ber çavên min

Kirin zîndan    

              ****

Hesreta dîtina çavên te

Wek dîmenek evîndarî ye

Dema lê dinirim

Wek asoyek windabûyî ye

Axînên dilê min

Di nav dilê min da mirin

Nagehên tarên dilê te

Xwezî ez jî

Wek qulingek, çeleng bama

Ji payîza dilê xwe

Berev bihara dilê te

Firî bama....!

 

 

                                       Dayka kurd

                                        28.07.2008

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org