Ameda Paytext
û
Konfiransê Zimanê Kurdî
( 30.11 - 5.12-2004)
 
 Deham EbdulFettah    
 
 
- A -
ji Amûdê hate Amedê
kulîlkên bêrîkirinê diherikin.....!
 
careke dî (1) jî Amedê xemla xwe girêdaye, xwe ji mihrecana dilan re amade kiriye. Xwazgînên dozê ji her çar kenarên sînorkirî, ji penaberiya zilindar (penaberiya hundir û derve) vexwendine; rê û rêçikên xwe bi gulava hezkirina salan reþandine dergehên bedena xwe ya kevnar, wekî himbêzên dayikên kezebþewitî vekirine û bi bîrîkirineke kelogirî pêþwaziya pêlên hêviyan dike.
Bixêrhatina wê bû refek kevokên sipî û asîmanê sayî tije sirûd
û xoþxwanên evîneke birîmdar kir
 
 
(1)- cara pêþîn konfiransê ku bi navê (( konfiransê wêjeya gelên rojhilata naverast (4-9. 11. 2003) bû.
 
di navbera Amed û Amûdê de rê li hev digerin, ji hev dizên û vedizelin; li rêwîyên xwe dizîvirin û dirêj dibin, dirê..ê..ê...j   !
Çima demên bendewaran pîvanokên deman diþkînin, çirke(1) dibin demjimêr, demjimêr dibin roj û di xwîna me de vediparimin û naçin ava, çima?!
Çavên bendewaran li ser rêçikên hêvîyan, çima wiqasî diqerimin, wiqasî bi kerb û keser in ?!
Qûnax, me didizin û rê li me dizîvirin, me bi xwe re dispêrin dergehê Nisêbînê. Li navbera her dû têlên dirrînek (Serxet) û (Binxet) hev himbêz dikin... dibin pêtên ramîsaneke agirî, hestên me yên raperyayî dipijiqînin her du hêlan, li ser rûpelên dîroka evîneke jibîrkirî dimeyînin. Qamiþloka rengîn, Amûda þewitî destên xwe yên xenakirî, (2) liba dikin, oxira me pîroz dikin. Nisêbîna birîndar kesereke berba ye, qinyata dilê xwe yê xemgîn kiriye xalîçeyeke sor û pêngavên me dihejmêre, wan himbêz dike. Pêldana hestên me yên perîþan û keldûmana hinavên me yên kizirî bûne sirûdeke bêdeng û li asoyê xewneke baskokirî dirêse.....!
- 3 -
 
Rê ji rêyan dizên, dil û canên rêwîyan dîl dikin, wan bêserî li pey xwe dikþînin û wan li asoyên hêvîyên çirûskdayî digerînin..... Dapîra min digot : kuro, lawo !
 
(1)- çirke : (saniye), biçûktirîn pîvanokên demê ye
(2)- xenakirî : (hinnekirî)
rê ji dilan têne dilan û çav li çavan digerin, lawê mino !
Kelha Mêrdînê wekî hêlîna balindeyekî baskokirî, li ser pozê çiyayê Omeriyan palvedaye. Bircên wê bi sitêrkan re digernijin.. mijankên çavên rojê dihejmêrin û rênerîna keserên windayî..
Hêvîyên beravêtî dikin.
De hilo, dilo jaro hilo...! Bêrîkirina hêlînan dilên balindeyan disoje... perwazên hêvîyan di xwîna wan de dikin babelîsk û gerdelûlên payizan. Kî dikare kela dilên evîndarên dûrcî bipîve, kî ?!
Ling hildiperikin hevrazên evîna te..çav di nav perdeyên salan re li sîtavên çavên te dihêwirin...û nêrîna çavan qinyata dilan e, lê canê..ê..ê !
Rojbaþ, Mariya (3), rojbaþ ! heke min karîba, min ê raz û niyazên dilê xwe bikrana tavek kulîlk û pinpinîkên buharî û min ê ji Dêra Zaferanê heta asmanê keleha te bidan ber xwe....
Min ê keldûmana canê xwe bikira xunaveke evînî û bi ser kezîyên te yên efsane de bibaranda, min ê kelecana xwe ya kelogirî bikira barek xetîre û li ser dîwarên keleha te biçikandana; belkî te dîroka evîna kevn bixwenda..te bigota :
Ka çima Amûda þewitî bûye Amûd û çima sernivîsa wê tim þewat e.........?!
 Çima ((çêra pezê me bûye
          (Serxet) û (Binxet)
 - 2 –
 
          û girê Amûda þewitî
          reþgirêdaye...))(4), çima   ?!
 
(3)- efsaneya ((Marî)) keça qiralê Mêrdînê û sedema navlêkirina bajarokê Amûdê.
 .....û çima pêlên keseran, berî lingên me niþûv û hevrazên rêyan maçî dikin....wan himbêz dikin  ?!
 Dest ji baxên yarneþîna te nabin; lê em ê çi bikin ku bangewazên wê dilistanê, di hinavên me de xetîreyan vêdixin  ?!
 
 
- 4 -
 
Çima vê êvarê þermok e roj...?! pê bi pê zer dibe...diçe ava. Tavsoreka xwe ya gulgulî, wekî xêliya bûkeke fediyok bi ser þînahiya asmên de berdide. Þîrkî ye asmanê me vê êvarê û baraneke þîrkî bi ser me de dibarîne ev asîman.....
Di bîra min de ye, dema ku min û te, cara pêþîn me li ((Deriyê Çiyê)) hev dît. Hingê te digot: ez ji rengê þîrkî hez dikim !
Ma te zanîbû ku þîrkî ji rengvedana xwîn û þînahiya asmanê Xwedayî pêk tê....?!
Te zanîbû ku þîrkî ne, asoyên evîna te..rêçikên dilistana te û mîrava ((þêxê)) þêxên te...?! ma te zanîbû....?!
Xwezî hingê te bigota...! min ê konekî þîrkî, ji Deriyê Çiyê heta Deriyê Mêrdînê li ser te vegirta...
Dilê Amûdê tenûreke sincirî ye û kêlên goristana Þermola (5) gaziyeke bêdeng e.. û hîn jî agirê sînemayê
 
(4)- ji helbestek Dr. Mihemed Bekro (ji berevoka ku bi
      navê ((stiranên Cizîrê)) ye.
(5)- Þermola : navê goristana Amûdê ye (navekî kevnar 
       e)
(6)- Ganc : çemê hindokîyan ê pîroz e.
di dilên dayikên kezebperitî de gurr û hilor e, cana
min......!!
De bila vê êvarê bedena te bibe himbêza dayikeke dilovan û bila Dicle li ser sînga te bibe Gancê (6) gunehþo...! Bila Deriyê Mêrdînê, wekî Gelîyê Laleþa pîroz, li ber karwanên perestar û tobedaran vekirî be û pêlên xwîna tewirî...keserên kelogirî li dilistana te bihêwirin, lê hêmin bibin û dastana evîndariya te bixwînin...û bila bêjin û bibilînin :
Dilistan û paytexta dilan e Amed...!
 
 
 
- B -
konfirans û......
pêgerên sereke
 
di navbera rojên (30.11/5.12.2004)ê de konfransê zimanê kurdî li Amedê li dar ket. Þardariya Amedê ya mezin, wekî sala çûyî sînga xwe ya dilovan li ber mêvanên xwe vekir û ew ji her çar parçeyên welêt vexwendin. Di nav mêvanan de çend profêsorên kurdnas, ji hin zankoyên Ewropa jî hebûn. Jimara endamên konfrans nêzî (200) kesan bû. Ji bilî wan jî, jimareke mezin li derveyî hola konfrans hinek çalakîyên rewþenbîrî, yên cûre-cûr dikirin. Roja (30.11)ê Þardarê Amedê, rêzdar Osman Baydemir destpêkirina konfrans, bi gotareke devikî vekir:
Mamoste Baydemir bi kurdiyeke zelal û rewanbêj bixêrhatin û pêþwaziya mêvanên xwe kir. Di nav gotina xwe de mamoste Baydemir têbîniyeke balkêþ derbarî zimanê kurdî, di ber çavan re derbas kir, bi kurtebirrî got: divê zimanê kurdî, li gora qûnaxên vê serdema me, bi þêweyekî zelal û vekirî bête xebitandin, dûrî giraniya bêjeyên zivir û hevokên lihevgeryayî. Ev têbîniya hûrbîn dide nasîn ku hayê rêzdar Osman Baydemir ji girêkên þêwazê nivîsîna zimanê kurdî heye, nemaze li nik hinek nivîskarên vê qûnaxê. Ev jî cihê þanaziyê ye ku rewþenbîrekî mîna mamosta Osman berpirsê þardariya Amedê be.
Konfrans, li gora bernameya xwe ya destnîþankirî bi rê ve çû. Derveyî hola (salona) konfransê jî, gelek çalakiyên wêjeyî û rewþenbîrî pêk dihatin. Bi vê egerê jî, mirov nikarîbû di hema dem de li (2-3) çalakiyan amade bibe.
Di pêvajoya konfrans de min têbîniyên xwe derbarî mijarên ku dihatin xwendin, di deftera xwe de dinivîsîn, bi hêvî bûm ku ez sûdekê ji wan têbîniyan bibînim. Sibeha roja dawî ji rojên konfrans, min deftera xwe winda kir. Min çavên xwe lê gerandin, lê – mixabin- min nedît......!
Êvara (5.12.2004)ê konfrans bi dawî hat. Wê êvarê þevbuhêrka xatirxwestinê li salona (Demir Hotêl) ê durist bû. Sibeha (6.12)ê Amedê mêvanên xwe bi rê kirin.
Deftera min wida bû, gelek navên endamên beþdar û gelek têbîniyên giring jî pê re winda bûn.....!
Ji ber vê sedemê jî, ez lêbûrînê ji xwendvanan dixwazim, ku min navên beþdaran di vê gotarê de hilnedan, yan jî ku min hemû pirsgirêkên ku hatin tevdan, nanîn zimên....!
Kurdnasên biyanî, bi þêweyekî zanistî lêkolînên xwe yên ekadîmî li ser zimanên Hindo-Ewropî, nemaze yên malbata zimanên Îranî pêþkêþ kirin. Zimanê kurdî jî, weku zimanekî taybetmend û serbixwe ji malbata zimanên Îranî hate nasîn û têkilîya wî bi zimanên Îranî yên dîtir, (Farisî, Bilûcî, Baþtoyî..) û yên Hindo-Ewropî re þirove bû.
Derbarî zimanê kurdî ku ew babeta  konfrans, ya sereke bû û bi navê wî konfrans li dar ket, gelek gotar û lêkolîn li ser hatin xwendin. Þêwezarê Zazikî û yê kurmanciya xwarê jî hatin rojeva lêkolîn û tevdanê. Lê para þêwezarê Amedê, kurmanciya jorî para herî mezin bû. Gelek þareza li ser vî þêwezarî rawestiyan, pirsgirêk û arîþeyên wî, yên rastnivîsî û rêzimanî di ber çavan re derbas kirin.
Têbîniyên beþdaran derbarî kêþeyên zimên, yên ku di bîra min de mane ev ên li jêr in, helbet gelek jî bi defterê re winda bûn :
1- pirraniya beþdaran tekez kir ku pirsgirêka herî aloz,
    li ser radeya hemû þêwezarên zimanê kurdî mijara
    zaravê ye (navlêkirin, têrm). Ev pirsgirêka
   navlêkirinê di pirraniya mijarên zimên de berçav     
   dibe:
   her þarezayekî zimaên, li gora baweriya xwe navek li
   mijarekê kiriye. Bi vê yekê her mijarek bi (4-5)
   navan hatiye danasîn.
Nimûne :
Hêmanên vê hevoka jêrîn li nik rêzimannivîsên kurd bi van navlêkirinan hatine danasîn :
          ((Zînê gul çinîn))
Zînê : kirar, pîþkar, kirde, kara, kiryar, fa'il.....
Gul : bireser, pîþkber\ serve, berkar, mef 'ûl....
Çinîn : lêker, pîþk, kar, kirdar, f 'il.....
Gelo, durist e ku tiþtek, an mirovek bi (4-5) navan be ?! ev sergêjka navlêkirinan di çi zimanî de nîne û nedurist e ku di zimanê kurdî de jî hebe.
2- Di warê rastnivîsê de jî çende têbîniyên giring hatin      
     hola tevdanê :
a- Ne durist e ku paþdaçekên (paþpêrbestên) wek (de,              
    re...) bi (e) yê bêne nivîsîn,
weku em bibêjin : - min ji Zînê re got
                  - masî di avê de dijîn
Li gora ku biraderekî beþdar pêþeniyaz kir, gerek ew paþdaçek bi (a)yê bêne nivîsîn, ne bi (e)yê :
          Wek : - min ji Zînê ra got
                     - masî di avê da dijîn
 Bi dîtina min, her dû þêwe jî rast û durist in. Li hindek herêman ew paþdaçek bi (a)yê tên xebitandin, çiku reseniya wan paþdaçekan bi (a)yê ye :
(Di malê da, ji te ra). Lê li herêmine dîtir ew (a)ya resen sivik bûye û paþdaçek bi (e)yê tên xebitandin: (Di malê de, ji te re) .
Li wê gorê, gelek gotinên dîtir jî sivik bûne û (a)ya wan bûye (e).
          Wek : - Mamosta = mamoste
                     - Zana  = zane
                     - Xwenda = xwende
                     - Hosta  = hoste
                     - .....
b- Mijara tîpa dûbare jî, weku pirsgirêkekê rênivîsê
    dreket holê. Em dizanin ku pirraniya nivîskarên
    kurdbêjeyên ku tîpek ji tîpên binesaziya wan dûbare
 be, bi tîpekê tenê, li þûna tîpa dûbare dinivîsin.         Þarezayekî beþdar (7) vî þêweyê rênivîsê þaþ dibîne. Li gora dîtina wî þarezayî, ew bêjeyên ku bi tîpeke dûbare bilêv dibin gerek li wê gorê bi tîpeke dûbare jî bêne nivîsîn. Anku, divê ew bêje, wekî ku bilêv dibin, gerek wisan jî bêne nivîsîn.
Ronîkirina kêþeyê di van mînakan de pirtir zelal dibe :
 
   Þaþ                                     rast
          - yekît                   - yekkît       (yek + kît)
          - zimanas             - zimannas (ziman + nas)
          - piranî                 - pirranî      (pirraniya                    daran                                         biþkivî ne  )
          - gir                      - girr            (girrê reþo wek
                                                           girrê devan e)
 
          - rastir                            - rasttir                 (rast + tir)
Berçav e ku nivîsîna tîpên dûbare di van gotinên mînakê de (yekkît, zimannas, pirranî,girr, rasttir), li gora dengên tîpên bilêvkirî hatiye. Lê ku em tîpa dûbare bi tîpekê tenê binivîsin, em ê tûþî dû arîþeyan bibin :
1-    tevheviyeke watedarî
2-    kêmasiyeke dengsazî
1/b – em dizanin ku girêdaneke xurt di navbera
         bilêvkirina hindek gotin û wateyên wan de heye.
         Dema ku bilêvkirina gotinê tê guhertin wateya wê
         jî pêre tê guhertin.
 
(7)- heger ez ne þaþ bim, mamoste Mistefa Reþîd bû.
Ev diyardeya zimên di vê nimûneyê de berçav dibe :
(Memo dara hejîran bi kêrê birîn kir, þîrikê wê rêz bû, paþê bi birrekê ew birrî).
Vêca ku em pirsa vê bûyerê bikin û tîpa dûbare di pirsê de bi tîpekê tenê binivîsîn, gelo mebesta pirsê, dê bête nasîn  ?!
- ( birîna darê çawa bû ?!)
Bi vî rengê nivîsînê mebesta pirsê ne zelal e, em nizanin ka pirsa (birînkirina bi kêrê) dibe, yan pirsa (birrîna bi birreekê)dibe !
lê ku em tîpa dûbare bikar bînin, hingê bê tevhevî pirs zelal dibe
*         birîna darê çawa bû ? (birîna bi kêrê....)
*         birrîna darê çawa bû ?! (birrîna bi birrekê)
2/b- nivîsîna tîpekê tenê li þûna tîpa dûbare têveliyê
       (cîyawaziyê) di navbera bilêvkirin û nivîsîna
       peyvê de Peyda dike. Ev jî kêmasîyekê dighîne
       kîtên(8) bêjeyê. Vêca ku em nîþandeka (-) bo kîta
       dengbilind (dirêj) bikar bînin û nîþandeka ( ب ) bo
       kîta dengnizm (kurt) bikar bînin em ê bi hesanî
       karibin kîtên hevokan bihejmêrin û wan ji hev
       cuda bikin.
Wek : di wî þerrî de gulle bi pirranî dibariyan
          Di/wî/þer/rî/de/gul/le/bi/pir/ra/nî/di/ba/ri/yan
Diyar e ku jimara kîtan di vê mînakê de (15) kît in, ji wan (9) kît dengbilind in û (6) jî dengnizm in.
 
Lê ku em tîpa dûbare di mînakê de bi tîpekê tenê binivîsin, hingê jimara kîtan wekî berê dimîne, lê jimara kîtên dengbilind û yên dengnizm tên guhertin.
 Wek :
Di wî þerî de gule bi piranî dibariyan
Di/wî/þe/rî/de/gu/le/bi/pi/ra/nî/di/ba/ri/yan
Dîsan jimara kîtên hevokê (15) kît in, lê kîtên dengbilind, li þûna (9) an bûn (6) kît û yên dengnizm jî, li þûna (6)an bûn (9) kît.
Di warê kêþsaziya helbesta kevneþop (kilasîk) de nivîsîna tîpa dûbare bi tîpekê tenê helbestê ji gurd dixe, kêþa wê (wezna wê) diþkîne û hindek caran jî wê bêkêþ dike. Ji ber van eger û sedemên bûrî, gerek tîpa dûbare wekî ku bi (2) tîpên yeksane bilêv dibe, wisan jî bête nivîsîn.
lê ji ber ku ev her dû nîþe (     ) di zimanên dîtir de bikar tên, min jî ew li vir bikar anîne.
3- Di warê rêzimana kurdî de jî çend têbîniyên balkêþ
    hatin rojeva tevdanê :
1/3- Pirtûkên rêzimanî, yên ku heta nuho hatine nivîsîn,
       ne li gora xwesteka vê dema me ne . Ew pirtûk tev
       jî, li gora derfet û delîveyên dema xwe, bi
       kurtebirriyeke balkêþ hatine amadekirin, hêmanên
       mijarên sereke tenê, di wan pirtûkan de bi kurtî
       hatine tevdan, bêyî ku mijar ji her alîyî ve bi
       hûrbînî bêne ronîkirin.
 
 
(8)- kît : syllable.
(9)- di pirtûka xwe de (Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî) Þam-1992. min nîþeya (/) bo kîta dengbilind danîye û ya (-) bo kîta dengnizm .
Lê ji ber ku ev her dû nîþe ( , -) di zimanên dîtir de bikar tên, min jî ew li vir bikat anîne .
 
 
2/3- Hinek mijarên sereke, yên ku hevoka kurdî bêyî
       wan saz nabe, di hin pirtûkên rêzimanî de
       nehatine,wek mijara kar (lêkerê) ku di pirtûka
       Celadet Bedirxan de ((Bingehên Gramêra Zimanê
       Kurdmancî- Swêd-1994)) .
       (ne pirr û ne hindik) nehatiye. Destnîþankirin.
3/3- Gelek mijar jî, li nik nivîskarên wan pirtûkên
       rêzimanî ne wekî hev hatine danasîn û þirovekirin,
       ev jî bûye cihê têvelî û gotebêjê . weku : nimûne,
       danasîna van kurtebêjeyan : (im,î,e,in) ku
       þarezayên zimên derbarî wan bûne (2) bend :
a- Qenatê Kurdo, Reþîdê Kurd, Feqi Huseyn Saginç û
    Samî Tan. Hin ji vê bendê van kurtebêjeyan dikin
    cînav, wek (Reþîdê Kurd û Samî Tan) û hin jî, wan
    dikin paþkok û qertaf, wek (Qenatê Kurdo û Feqi
    Huseyn).
Bi dîtina þarezayên vê bendê, hevoka bêyî kar (lêker) ku bi wan kurtebêjeyan saz bûbe, ew hevok navdêrî ye.
          Wek : Memo hevalê te ye.
                     Em tev dostên hev in
b- Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Sadiq
    Behadînê Amêdî, Nûrî Elî Emîn û hinin dîtir jî, wan
    kurtebêjeyan dikin karê (lêkera) bûnê di dema nuho
    de.
Li nik van þarezayan, hevoka navdêrî di zimanê kurdî de nîne û hemû hevok di kurdî de kardarî (lêkerî) ne. Ji bilî van pirsgirêkên rastnivîsî û rêzimanî jî, hinek arîþe û aloziyên dîtir jî derketin holê.
Pirsa ku li dûmahiya hemû pirsgirêk û arîþeyên zimên, di ber çavan re derbas bû, ev bû : gelo ev kêþe û arîþeyên zimanê me, dê çawa çareser bibin  ?!
Hemû endamên konfrans gihiþtin wê baweriyê, ku bêyî damezirandina dezgeheke zanyarî li ser asteke, netewî, tu carî ew aloziyên zimanê me çareser nabin. Digel wê baweriyê jî, hewldanek, yan jî pirojeyek derbarî avakirina wisan dezgeh berçav nebû. Di konfransê (2003)ê de jî pêþniyaza damezirandina dezgehekê, bo pêþxistina rewþa zimên û çareserkirina pirsgirêkên wî derket holê, lê – mixabin- ew pêþniyaz jî bê encam, li ber bayê nekarîna me çû.....!
Tirsa ji wê tirsê, ku di  konfransên paþeroj (ayinde) de jî em nikaribin di warê kiryarî de pêngaveke bisûd pêþde bavêjin....!
4- Di konfransê sala (2003)ê de û yê (2004)ê de jî,
    diyardeyeke awarte û nelibîr derket holê,
    rewþenbîrinî kurd ku bi þêwezarê zazikî diaxivin
    gazinên xwe li ber endamên konfrans eþkere kirin,
    ku ew û þêwezarê wan paþguh dibin û weku kesinî
    kêmjimar li wan tê nêrîn.Dibe ku ew gazin di cihê
    xwe de bin, an jî na. Lê ez bixwe, weku endamê her
    dû konfransan, ez gelekî bi wê diyardeyê zivêr û
    cangiran bûm. Dîroka Kurdên Zaza cihê serfirazî û
    þanaziyê ye, miþt helwestên welatparêzî ye.
    Þêwezarê Zazizkî jî weku þêwezarên dîtir, ji
    kevnezimanê Bastan (mad) þaxvedaye.
Di germa gotebêj û gengeþa li ser wê diyardeyê mamoste Mihemed Malmîsanîc derket ber megrefonê û wekû kurdekî bîrewer, bi çend gotinên zanyarî dawî li hemû gotinên bêsûd anî. Hêja ye bîranînê ku M.Malmîsanîc þarezayê her dû þêwezaran e (yê Zazikî û Kurmanciya jorî) û di konfrans de jî lêkolîneke berfireh û giranbiha derbarî þêwezarê zazikî pêþkêþ kir.
3-    Ji bilî çalakiyên ku di hundirê konfrans de pêk                      
    dihatin gelek çalakîyên dîtir jî, di warê
    çîrokxwendin,helbestxwendin û rexnegirîyê de li  
dar diketin. Tiþtê gelekî balkêþ di wan çalakiyên                                                wêjeyî de, ew jimara pirr, ji amadebûyên helbestxwendinan bû. Hindek caran rê û rêwanî di holê (salonê) de nedima, gelek kes li ser piyan diman. Bi rastî, þêwazê xwendina helbestan, li nik hinekan gelekî þîrîn û rewanbêj bû. Helbest jî bi her dû þêwezaran (kurmancî û zazikî) dihatin xwendin. Ev jî cihê asûde û kêfxweþiya tevan bû.
Roja dawî desteka amadekirina encamnameya konfrans li hev civiyan û destnivîsa encamnameyê amadekir.
Piþtî rastkirina destnivîsê li gora xwestek û pesendkirina endaman, encamname bi dengekî bilind, li ber hemû endam, rojnamevan û nûnerên ragiyandinan hate xwendin. Naveroka encamnameyê bi van xalên jêrîn kurtebir dibe :
- destnîþankirina dem, cih û jimara endamên konfrans.
- Binavkirina pêgerên babet û mijarên giring, yên ku konfrans bi wan mijûl bû.
- Xwestek û pêþniyazên endamên konfrans :
1- Pêwîst e ku zimanê Kurdî, li rex yê Tirkî bibe
    zimanekî fermî, fêrkirin û perwerdekirin di hemû
    qûnaxên xwendinê de pê bibin.
2- Pêdivî ye ku komîteke amadeker, bo destnîþankirina
    cih û dema konfransê (2005)ê ava bibe û karekî
    berbiçav, ji dil û can bo konfransekî serkeftî bibe.
    Sibeha (6.12), bû dema xatirxwestin û birêkirina
    mêvanan.
 Destên heval û hogiran ji hev nabin, lê mîlên demjimêrê digerin û rê jî bendewar in.
..... û refek kevokên sipî, nêzî mîrava(10) Þêxê Þêxan li
hev civîyan, perwaz dan....
baskên xwe li hev xistin û firiyan........!!
 
 
(10)- mîrav : kuþtîgeh, (nîþana ku li cihê kuþtina mirovekî tête danîn.  ).
 
 
Deham Ebdulfettah :
 
Sala ( 1942) ê li gundekî bi navê " Bellê " , nêzî Amûdê çavên xwe li ronahiya cîhanê vekirin . Xwendina  xwe heta lîseyê li xwendingehên parêzgeha Hesekê kiriye . li zanîngeha helebê , beþê ziman û wêjeya Erebî , xwendina xwe bidawî kiriye . Nêzî ( 25 ) salan karmendî , weku mamosteyê ziman û wêjeya Erebî, kiriye . Nuha jî destê xwe ji karmendiyê kiþandiye û xwe ji kar û barê zimanê kurdî re vala kiriye .
Destpêkê , çalakiyên xwe yên rewþenbîrî bi zimanê erebî dinivîsîn . Helbest û gotarên xwe di rojname û govarên erebî de belav dikirin . Sala ( 1978 ) ê  û di taya ezmûneke derûnî de li xwe haybû û ev pirs ji xwe kir : Kesê ku tovê xwe di zeviya xelkê de biçîne , ji bilî poþmaniyê , gelo wê çi biçine ?!
Wê hingê her tiþt di mejiyê wî de hate guhertin . Berê pînosa wî jî , di babelîska wê ezmûnê de hate guhertin . Nêzî  (10) salên peyapey  , xwe bi xwendin û danhev û hevberkirina ziman û rêzimana kurdî westand. Di sala (1988) ê de dest bi nivîsîna bi zimanê xwe kir û hêj li ser wê rêbazê berdewam e.
Berhemên wî yên çapkirî :
1-   Peyvînek Bi Kurdekî Re:
      ( Helbest) . Bi erebî ( Wergerandin) . Þam ( 1989) .(حديث مع كردي )
2-   Li Ber Dergehên Laleþ:
      ( Helbest ) . Þam (1990) .
3-   Nêrîneke Rexneyî Li Helbestên kurdî :   
( Rexnegirî ) . Þam (1992).
4-   Hindek Aloziyên Zimanê kurdî :
( Lêkolîn) . Þam ( 1993 ) .
5-   Di Mûzîka Helbestên kurdî De (في موسيقا الشعر الكردي)
( Têbînî û Bersiv) . Bi erebî . Þam ( 1995) .
6-   Rênivîsa Zimanê kurdî :
( Lêkolîn) Weþ . Kombenda Kawa . Beyrût ( 1998).
7-   Destana Gilgamêþ :
Duhok – Dezgeha  Spîrêz ( 2005).Çapa yekem)çapa diwem 2006 çapxana ber çem – Istanbol  ( ji weþanên Ensîtûtiya zimanê kurdî li Amedê)
8-   Nav Di Zimanê Kurdî De :
Duhok – Dezgeha Spîrêz (2006) . Çapa yekem . çapa diwem 2006 çapxana ber çem – Istanbol  ( ji weþanên Ensîtûtiya zimanê kurdî li Amedê)
9-   Cînav Di Zimanê Kurdî De :
( Wezareta Perwrdê) . Duhok – Dezgeha Spîrêz ( 2006) .Çapa yekem . çapa diwem 2006 çapxana ber çem – Istanbol  ( ji weþanên Ensîtûtiya zimanê kurdî li Amedê)
-         Nuha jî Pirtûkek bi navê " Kar( lêker) Di Zimanê Kurdî De" , di nav destên
      wî de ye , ew ê nêzîk amide bibe .        
 
Konfransên Amedê û
Xewna zimanekî yekbûyî..!
 
Deham Ebdulfettah
 
Li jêr dirûþma " standarkirina zimanê kurdî " konfransa sêyemîn di navbera ( 16-17/ 11/2005) de , li Amedê li dar Ket . Hêja ye bîranînê ku beriya vê jî du konfransên dîtir , dîsan li Ameda paytext pêk hatibûn ( 2003-2004) . Her du konfransên pêþîn derbarî ziman û wêjeya kurdî bi giþtî bûn. Lê ev konfransa sêyemîn – weku diruþma wê jî dide nîþan – konfranseke taybet bû , derbarî zimanekî kurdî yî yekgirtî bû . Endamên konfiransê ji her çar parçeyên Kurdistan û kurdniþînên penaberiyê hatibûn vexwendin . Konfrans jî , bi navê enstîtûya zimanê kurdî li Amedê û piþtgiriya þardariya mezin pêk hatibû. Serokê Þardariyê  , rêzdar Osman Baydemir dest bi axaftinê kir û rê li ber çalakiyên beþdaran vekir .Gotarên  endamên amedebûyî jî , li gora bernameya konfransê hatin xwendin . Li dûmahiya gotaran sirinc û têbîniyên guhdaran hatin gengeþekirin. Roja dawî ( 19/11/2005) encamnameya konfransê li ber endamên beþdar û nûnerên ragiyandinê hat xwendin . giringtirîn xalên  encamnameyê ev bûn :
1-    Divê zimanê kurdî li hemû parçeyên Kurdistanê bi þêweyekî fermî , li rex yê dewletê bi kar bê, xwendin û perwerdekirin pê bibin.
2-    Ev konfrans , konfranseke amedekarî ye , têbînî û pêþniyazan bo konfransa bingehîn amade dike. Konfransa bingehîn jî , li gora xwesteka endaman gerek sala ( 2006) ê li Hewlêrê li dar bikeve .
Bêguman projeya standarkirina zimanê kurdî armanceke  nirxdar û giranbuha ye … hêvîyeke netewî ye di serê her kurdekî zimanhez û welat perwer de digerre . Lê – mixabin- ne her armanc bi daxwazan pêk  tê û ne her hêvî jî , ji rojeva xewn û xwestekan tête dest