|
Çemê Dicle û Zimanê Kurdî bo Baxê Jinên Dêrikê
Derwêþê Xalib
Ez
spasiya we dikim, ku we ez vexwendim bajarê Dêrika Hemko, vê syrana xweþ,
û we derfet da min ku careke din, ji dûr ve jî be, nêzî wargehên Nuh pêxember
bibim û pira Bafit bibîm, heger dûr bin jî, lê xewn û xiyalên min wan
nêzîk dikin. Çiyayê
cûdî li ber çavên min be, çiyayê li dûr temaþe dike. li ser serê wî
mij û dûman be, tucar çavên xwe ji asoyên bilind danagerîne, tucar ji
ya xwe peya nabe. Ev
çiya parêzer û pêwanê Dêrika Hemko ye, rê nade ewrekî bibuhure bêyî
bêþ û baca xwe ji baranê bide navçeya dêrikê. Li
ber piyên wî, cemê dicle bihêrz e, weke navê xwe çemekî tîj e, mîna
ziyayekî mezin e, xwe li gir û çiyan dipêçe, li kenarên xwe þaristaniyan
diçîne û li derdora xwe zanînê dibarîne. Tevî
navê wî yê dîrokî, gelek kurd jê re dibêjin Ava Mezin. Di
baweriya min de ava mezin jî navekî
dîrokî ye. Li
gor dîrokzanan 124 çemên piçûk û mezin li ewropa rojhilat û navîn
hene ku di navê wan de kiteya ava heye, weke Viltava Morava. Ev
peyva ava di tu zimanî de niþana avê an cem nade, ji bilî zimanê kurdî
pê ve, lê dîroknas xwe ker dikin, destê me jî kin e, em li hêviya rewþenbîrên
xwe ne. Belge
li ser kevnariya zimanê kurdî pir in. Rojen Bernas 1000 peyvên pehlewî
destnîþan dike ku ew peyv di kurdî ne de. Di
wê serdema kevnar de, hezar peyv biqas ferhenga zimanekî xweser bûn, roja
îro jî ne hindik in, peyvên
standart yên Yanbanî ji bo rojnamevaniyê 1860 peyv in. peyvên ingilîziya
hesan jî li dor vê hejmarê ne. ji
peyvan giringtir, tora têkiliyên biwarên wateyên peyvan e, rista hevokê
ye û taybetmendiyên din yên ziman in. Rista
hevoka zimanên Hûrî, Mîtanî, Xaldî, Hîtî..mîna rista hevoka kurdî
ye, ku pêþî kirar e, paþê bireser e û dawî lêker tê: mîna kurd dibêjin:
xwendevan pirtukê dixwîne. Ew
gel; Hîtî, Xaltî, Mîtanî, Hûrî,.. zimanên wan arî ne û nêzî hev
in. taybetmendiyek balkêþ ya zimanên wan heye, ku tev (ergative) in. zimanên
Maya û Baskî jî (ergative) in. lê ev taybetmendiya rêzimanî (ergativî)
di zimanekî hindo-oropî yên hemdem de nîne, ji bilî kurdî, tenê ev
taybetmendiya zimanê kurdî ye. Ji
pirbûna peyvan, ji peyvên taybet û yekalî, ji rista hevokê û ji
(ergativî) ya zimanê kurdî, ev tev bi þêweyekî rastexo, teqez dikin ku
zimanên Hîtî-Xaltî, Hûrî-Mîtanî û zimanên Zagrosê, ew tev þêwe
û þêwezarên kurdiya kevnar in, û tenê kurdî ne. Bi
hezarên salan zimanê me di dîrokê re buhuriye, bûye beþdarê
damezrandin û avakirna gelek þaristaniyên mezin û piçûk, pêþketinên
mirov yên mezin dîne û dijwarî û bindestiya mirovan pelandiye. Evî
zimanî zanîna dîrokî ku kom kiriye, di rêziman, peyv û tevana wateyan
de veþartiye, kul
û derdên þevan, þahî û dilxweþiya rojên geþ, di binhiþê me de
nixumandiye û yên giring jê dawerivandine cînên þanikên me. Hestên
me, rewþa derûnî ya me bi vî zimanî ve girêdayî ye, straneke þer û
egîtan pêlên çoþa dilê me bilind dike û lawikek bayê evînê li me
radike û kul û keserên me tevdide. Gelên
cihanê tev hej zimanê xwe dikin, goriyên mezin jibo parastina zimanê xwe
pêþkêþ dikin. Zanayek dibêje: Giringiya
ziman ji wê diyar e, ku mirov xwe di ber zimanê xwe de dide kuþtin. Resûl
Hemzatov jî dibêje: heger ez zanibim ku zimanê min sibe wê bimire;
dixwazim ez îro bimirim. Em
kurd jî hej zimanê xwe dikin û amade ne, her goriyan di ber de bidin. Bi
hezarên salan bi mêranî û zanînê, bi kêferat û xebatê bav û bapîrên
we zimanê xwe parastin. Îro
zimanê we êþên birînan dikiþîne, gencîneyên zimanê we binax e. ziman
e, pirtûk û çîrok in, serpêhatî û stran in; bi tevayî gelepûrê
kurdî giþ veþartî mane. Mixabin ku çanda bi hezarên salan dirêj di reþiyê
de ye, ne kurd û ne mirovatî sûde jê nabînin. Xebata
we pîroz e, jiber hun jibo parastina zimanê xwe dikin, û gencîneyên
zimanê xwe diyar dikin, taku derfetek jê re hebe, beþdarî pêþketina þaristaniya
mirov bibe. Bêguman zimanê kurdî hêja ye, ku derfetek jê re hebe.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org