|
Diyarî jibo Dr.
Elî Kilic Kurdê
dilsoz û Mirovanê
hêja . Navê wî
Þêxmûs e. Li Hesarê, sala 1903 ji dayik bûye. Navê diya wî Eyþanê bû,
bavê wî Hesen bû. Xuþka wî Asiya û birayê wî Xelîl bûn. Dundeyên
Cegerxwîn 6 bûn: Sînem, Keyo, Gulperî, Rojîn, Benîye-suad, Azad û
Selam. . Di hevpeyvînekê
de Keyo got: "Neviyên Cegerxwîn 26 in.". Rehên binemala Cegerxwîn:. Navê wî:
Þêxmûs Kurê Hesen Kurê Mihmed Kurê Mehmûd Kurê Elî ye. Cegerxwîn
di vê babetê de dinivîse: . (Li gor
hatiye zanîn û gotin Elî û Mihemed du bira -ji mîrekên Pekendê -seba
karekî, dijminahiyekê xwînî bûne û hatine cem mîrê mihelmiyan û mîr
gundê Hesarê daye wan, yan jî kirine keyxwê Hesarê. - Jînenîgariya
Min – rûpel 14 -). Cegerxwîn ristevan û miletperwer bû. Li ser
destpêka ristên xwe dibêje:. (Li Dêrikê
min rist çêkirin. Bi kurtî min ji xwe re xweþiya vê hindamê, ji
kurdistanê da zanîn. Jînenîgariya min R90)- Ev li dor sala 1920 bû. Li ser
welatparêziya xwe dibêje:. (Herwekî tê
bîra min, di sala 1924an de bû, ko ez li serdestê vî camêrî, li ser
destê Þewqî Begê Erxenî þiyar bûme û min bîra kurdperweriyê
biriye, bûme welatparêz. - Jînenîgariya Min--r 126). (Ji
Dêrikê vegeriyam Amûdê û min ev gotin ji seydayê xwe Mela Ubeydulah[1]
re gotin. Lê seyda serê xwe hejand û got: . - Xuyaye tiþtek
di nav mezinên kurdistanê de heye...herwekû gerek e em jî kara xwe
bikin, ko di wê rojê de em karibin tiþtekî hêja bikin - Jînenîgariya
Min -r 126). -- Ev
amadekariyên þoreþa 1925 bûn. Wek diyar e, têkiliyên mele Ubeydulah bi
Xalid Beg[2]
re hebûn. . Cegerxwîn
destpêka xebata xwe di warê kurdîtiyê de, wisa diyar dike.
Min dest bi kurdiyê kir peyda kirin çend mirîd.
Bi xweþxwan û reþbelek xesma piþtî Þêx Saîd . . Qonaxên jiyana Cegerxwîn
. . Cihê Çapê û Navên pirtûkên Cegerxwîn li dû hev ev in:. Yên li
Þamê çap bûne Yên li
Bexdê çap bûne Yên li
Beyrûtê çap bûne Yên li
Stokholmê çap bûne Yên li
Beyrûtê çap bûne Hîna jî
nivîsên wî yên neçapkirî hene. Mîna dîwana ku di serdema feqetiya
xwe de nivîsiye, ew dîwan ne diyar e. . Pêþgotinên Dîwanên Cegerxwîn evan ciwamêran nivîsîne:. Mîr
Celadet Bedir-Xan, Osman Sebrî, Hemîd Derwêþ, Kemal Burkay, Qenatê
Kurdo, Casimê Celîl, Ordîxanê Celîl, Têmûrê Xelîlê Miradov. . Heljimara helbestên Cegerxwîn[3]. 1- Helbestên Cegerxwîn yên bûne stran: . Yên me nas
kiriye ku 88 helbest in. Dengbêjên
Jimarek mezin ji helbestan strane, ev in : . 2 -Jimara firdikên helbestên Cegerxwîn. Cegerxwîn
zêdeyî 4500 rûpelî nivîsiye.
. Tevaya
helbestên Cegerxwîn wê bibin zêdeyî 35 hezar firdikî. . Piþtî koça Cegerxwîn, bûyerên herî mezin jibo wî. Ahenga
herî dirêj jibo Sedsaliya Cegerxwîn: Her roj
stran, helbest, û lêkolînek dihatin xwendin. Civînên
herî pir jibo Sedsaliya Cegerxwîn, Meþa bi
dû darbesta Cegerxwîn de: [1] Bi navê Seyda tê nasîn. Peyva (Seyda) bûye navê malbatê jî [2] Xalid Begê Cibrî, rêberê serhildana 1925 an, lê serhildan nedî, jiber waliyê Bedlîsê ew di kelhê de bi xiyanet û xinizî kuþt. [3] Ev
heljimarên 1 û 2, grupa lêgerê ya KFZK (Komîta Fêrbûna Zimanê
Kurdî) pê rabûn. Spas ji wan re.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org