|
Di
Kurmancî de jî "Paþeroj"
Durist e Drewêþ
Derwêþ Mijara
gotarê li ser bêjeya paþerojê ye; aya ev
bêje di
kurmancî de, dikare têgeha (ayinde, dema bê,
musteqbel) durist diyar bike ?. Kurdên baþûr û rojhilat tev, jibo vê
têgehê bêjeya "paþeroj" bi kar tînin, lê hin din "pêþeroj"
bi kar tînin. Ev rewþ zimanê me gelemþe dike. Li ser vê mijarê, berî çend salan gengeþiyekê despêkir,
min ji çend zimanzanan re xwend, ew ciwamêr ev bûn: Deham Abdulffetah, Brûsk
Agirî, Samî Berbang, Keça Kurd, Sidqiyê
Hirorî, Mustefa Reþîd. Her yekî ji wan tiþtê
li cem bû got û deng biliya, weku lihevkirinek peyda bûbe û ev jî hêviya
xwendevanan bû. Lê vê paþiyê dîsa vê mijarê serê xwe hilda; min
gotarek baþ ji M. Reþîd re li ser malpera "avesta kurd" xwend.
Ji wê gotarê, mirov guman dike ku negihiþtine encamek rûniþtî û
cihgirtî. Pêþî: ez dixwazim
tiþtekî li gor xwe di vî warî de bibêjim. Armanca min ne rexne ye, ne jî
nirxandin e. Bêguman nakokiyek di pirsê bi xwe de heye; jiber mirov bawer
nake ku ev ciwamêrana bi kurdî nizanibin, yan rêzimanê kurdî (kurmancî)
ji hev dernexin.... Mînakek
ku nakokiyekê derîne û berçav bike.
Baþe ku em mînakekê
pêþkêþ bikim, bi rengekî wisa ku nakokiyê di bêjeyên (pêþ/paþ) de
destnîþan bike. helbet mînak pir in, yek jê dikare eva jêr be: 0-0 Li ser çemekî
barajek heye, golek barajê heye; em saloxê vê bidin: 0-1 "Em bi çem
re dakevin, pêþî golek e, li paþ wê golê bedena barajê ye, li paþ
bedenê .. " 0-2 Em karin bêjin:
"li ser çem barajek hatiye avakirin, gol li paþ bedena barajê
ye". Ji 0-1 Carekê me got: gol li paþ bedena barajê ye. Ji 0-2 Carekê me got: bedena
barajê li paþ golê e. Ev nakokiyek e; çawa dibe ku
gol geh li pêþ barajê be û geh li paþ barajê be. Jibo gumanên me dûr neçin, ev terzê nakokiyê
di zimanên din de jî heye. Heger em herdu
hevokan wergerînin Erebî, ev wergerandin dikare bi vî rengî be: إذا
سلكنا
النهر، في
الامام يوجد
بحيرة و خلف (بعد)
تلك البحيرة
جسم السد – البحيرة
هي خلف جسم
السد. Di Erebî de jî heman
nakokî diyar dibe. Egera vê nakokiyê di
çi de ye?. Bêguman çend awa û rêbaz hene, ku mirov egerên vê nakokiyê
diyar bike, yek jê ew e; ku mirov mînakan ji ziman bîne, wan vepexêre,
ta ku mirov bigihêje encamekê û egeran binase. Mînakek jibo nîþankirina
hêmanên hemberkirinê.
Mirovek ji Dêrikê
dibêje: "Rimêlan li pêþ Çilaxe ye û Tirbesipiyê li paþ Çilaxe
ye" Jibo em ji xwe re
hesan bikin, em binerin; çi hêmanên vê hemberkirinê hene ?. Heryek ji
wan çi rolê dilîze ?. 1 - Çavdêr (yek ji dêrikê, bêjer-cihê bêjer giring e, ew xalek
e). 2- þop (riya
qamiþlo-dêrik- rê, Þivîle), 3- pêþ/paþ
(têgehên van peyvên mijara me ye). 4- berpîvan
(Rimêlan, Tirbesipî- tiþtê em dixwazin cihê wê nas bikin). 5 - qûç (Çilaxe-
pîvanok, reference). Bi kurtî. Berpîvana
li pêþ/paþ
girêdayî ye bi þop, qûç, û cihê çavdêr. Bi gotinin matimatîkî:
Berpîvan li pêþ/paþ = têkiliya (þop, qûç, cihê çavdêr). Þop :1- þopê dualî ye; bêjer despêka xêzê nîþan dike. "rê, sedek erd,...
" Þop :2- tîrêj.e, liva li ser þopê yekalî ye; Despêka wê xwezayî be. " çem, dem...
" Qûç: 0 –nekeve pîvanê wek: ev cih li pêþ e. Qûç: 1 – perçek an xalek (rasteqîn an xiyalî) ji þopê be. "li pêþ kîlomitra sedî, li paþ gir" Qûç: 2 – heyînek li ser þopê be. "Li pêþ erebê, li paþ mirov". Çavdêr: 1- cihê çavdêr xalek e. "ji vir, ji ba min, ji amedê." Çavdêr: 2- cihê çavdêr dikare li ser þopê bilive. "Bi rê de em çûn, me ev dît û ev dît". 1 – qûç
ji þopê ye.
1-0- Pîvana li gor þopê
Pîvan li gor þopa dualî – rê,.
Heger em bixwazin berpîvanekê
himber þopê bi xwe binerxînin; ango himberkirinek bê qûç. Du rewþ hene.
Heger çavdêr guman kir, ku aliyê (1)
despêka þopê ye; jixwe - "çarkuç li pêþ e".
Heger çavdêr guman kir ku aliyê (2) despêk
e, ji xwe - "çarkuç li paþ e". Þopa yek alî çi ye.
Þop
ya livekê, hin bi aliyekî tenê ne, di folklor jê re dibêjin (riya çûn
û nehatinê) wek dem, çem, temenê mirov... Siruþta van tevan ku bi paþ
de venagerin. Li ser þopa yakalî despêk (pêþî) û dawî (paþî) yên
wê þopê xwezayî ne û her yek ji wan diyar e, û li gor cihê çavdêr
nayên guhertin. Pîvan li gor þopa yekalî, dem , çem, xwendina pirtûkê, temenê
mirov..
B-kîban
d-reqa
"Li ser çemê Ferat, kîpan li pêþ e, lê Reqa li paþ e." Hergav weku cihê çavdêr
li despêka çem be Encam: pêvana li gor þopê berpîvana nêzî
despêkê be, ew li pêþ e û ya nêzî dawiyê be, ew li paþ e. 1-1-0-
Pîvan li gor qûçekê (xalekê) ji þopê
Sê bajar (Tirbesipiyê,
Çilaxe, Rimêlan) li ser riya Qamiþlo-dêrikê ne, li gor wêneya jêr rêz
in Çavdêrê
li seriyekî
Mirovek ji Dêrikê dibêje: "Rimêlan li pêþ Çilaxe ye û Tirbesipiyê li paþ Çilaxe
ye. "
Çavdêrê
li seriyê din
Mirovek ji Qamiþlo dibêje: "Rimêlan li paþ Çilaxe ye û Tirbesipiyê li pêþ Çilaxe
ye. "
Çavdêrê
li dervî þopê
Heger bêjer li dervî þopê be û despêka
þopê ne nirxîne. Nema dibêje "pêþ/paþ" lê. Dibêje: "berpêvana A li çepî qûçê ye û berpîvana
B li rastî qûçê ye. " Encam
Ji mînakan em digihên
van encaman. 1 – çavdêr gumana
despêkê dike (cihekî dipejirîne weke despêk). 2 – çavdêr dibêje: "berpîvan li pêþ (paþ) qûçê ye", heger li gor despêkê, berpîvan ji qûçê nêzîktir
(dûrtir) be. Mînakek zêde
Têkiliya çem û
mizgeftekê wek di wêneyê jêr de
Li gor çavdêr tê
guhertin Çavdêr li aliyê (1)
ye, dibêje: "mizgeft li pêþ çem e.
" Çavdêr li aliyê (2)
ye, dibêje: "mizgeft li paþ çem e. " 1-1-1-
Qûç xal e,
þop tîrêj e, yekalî ye
Xal
ji ser þopa tîrêjê
B-kîban
c-cerablus d-reqa
Li ser çemê ferat, "Baraja kîban li pêþ baraja Reqa ye.
" "Bexdad li pêþ
Besra ye û Besra li paþ Bexda ye.
" Encam: Her xalekê li ser þopa tîrêjî (yekalî)
berê wê li despêka þopê (tîrêjê) ye. Çavdêr li kû be, despêk nayê guhertin û tîrêj jî
wek xwe dimîne. Ev hemtayê tîrêja matematîkî ye. Bi kurdî "xala (c), li pêþ xala (d),ye û li paþ
xala (b) ye." Bi zimanê erebî û yên din jî wisa ye: نقطة
ج قبل النقطة
د ، وبعد
النقطة ب
Encam Xalên (qûçên) li ser þopa tîrêjî weku riwên wan
li despêka tîrêjê be. Li pêþ qûçê, berbi despêkê ve ye. Li paþ qûçê
ber bi dawî ve ye Mînakek
zêde "paþ roj"
Roj ji tîrêja demê qûçek e; ji qûça (roj) berbi
despêka demê ve, ew li pêþ rojê ye, (pêþroj) e. Ji qûça (roj) ber
bi dawiya demê ve, ew li paþ rojê ye; (paþroj) e.
Duþem li pêþ sêþemê ye
û çarþem li paþ sêþemê ye. 2
– Qûça bi rûber li ser þopê ye.
2
– qûça bi rûber çi ye.?
Hemû qûç li jor, me
li wan temaþe dikir, weku xal an qûçên bê rûber bin. Wek darek,
kevirek û heta gir, çiya, ko nîþanên þopê (rê) ne, tevî hin ji wan
rûberê wan yê xwezayî jî hebûn. Wek bajarê Çilaxe, mirovekî pir dûr
ku em rûberê wî nanasin. Çavdêr bi çavê xalekê li wan temaþe dikir
û erkê nîþankirina þopê dispêre wan xalan. 2-1
- Li ser þopek dualî
Nîþankirin
Mirov, erebe, çem,
ajel. Rûberên van xweristî ne. Erebe qûç e, berpîvan
sêkuç û çarkuç in Riwekî qûçê
Çavdêr li kû be;
her wê bêje: "sêkuç li pêþ erebê(qûçê) ye û çar kuç li paþ
erebê (qûçê) ye." Riwê dinî
Heger berê erebê 180
pileyî zîvirandî be. Tiþtên li pêþ(paþ) dibin li paþ(pêþ).
Ev nirxandin, ne bi
cihê çavdêr û ne bi liva qûçê (erebê) ve girêdayî ye. Encam
Ji nimuneyan diyar e,
kîjan berpîvana berê qûçê lê be, ew li pêþ qûçê ye û ya piþta
qûçê lê be ew li paþ qûçê ye. Têbînî: çavdêr
dibêje: dijmin hatin, min xwe avêt piþt gir (darê, kevir; erebê). Çavdêr li gir bi çavê
kozik û çeperê temaþe kir, berê kozikê li dijmin e û ew di paþ kozikê
de ye. Bandora mitirsiyê li rewiþta mirov heye; dijmin (mitirsî) despêka
þopê ye. 2-2-Þopa
bi rûber, qûça bi rûber (tîrêjî).
Heger li ser çem barajek hebe û ev baraj golekê çêdike.
Em fêrbûne ku gol û baraj bi hev re bin. Baraj bi rûber e. Kurd dibêjin:
"Beden li pêþ golê ye û gol li paþ bedenê ye."
Gemî
Li ser çemê ferat gemiyek diçe ber bi Bîngolê ve, ji
wêneyê hûn dibînin, berpîvana (b) li pêþ gemiyê ye, û berpîvana
(d) li paþ gemiyê ye.
2-0- Liva li ser þopê
Erebe li ser riyekê diçe, an darek li ser ava çem
diherike; mirovek di demê de mezin dibe. Paþ ew cihê livok tê re buhurîne,
pêþ ew cihê livok dûvre wê tê re bibuhurin. Bi giþtî
Pêþ/paþ têkiliyek e, di navbera berpîvan û qûçekê
de ye, herdem bi tîrêjekê ve tê pîvan. Heger þop ne tîrêj be jî, dîsa
guman dibe ku despêk û dawiya þopê heye û bi çavê tîrêjê lê tê
temaþe kirin. Du rengên hemberkirinê hene:. 1 – Li gor heyîneke li ser þopê (ne ji þopê) bi rûber.-
Hêla riwê heyînê, ew pêþ e. 2 – Li gor þopê û xalên þopê –rûberê xalê an
þopê li despêkê ye. Ango hêla despêka þopê, ew pêþ e. Puxte: rûberê liva xwezayî ya heyînên li ser tîrêjê
vajî (hevdijî) rûberê liva tîrêjê bi xwe ye. Mînak: Em ji newrozê sê mehan dûr in. "Piþtî 3 mehan emê bigihên Newrozê" – em livok in, ber bi Newrozê
ve diçin "Piþtî 3 mehan Newroz wê bê".- Dem (xala
Newrozê) livok e, ber bi me ve tê. Dilopên ava çem, heyînên di demê de... Bi alîkî ve
diçin, vajî vê newala çem, dem.. bi aliyê din ve diçe. Encama dawî: "Berpîvan li pêþ qûçê ye heger
riwê qûçê li berpîvanê be, paþ zîvirandina rû ye bi 180 pileyî." Despêkê me mînakek nakokiyê anîbû. Li vir diyar
dibe, ku ew nakokiyek sexte bû. Lê derbirîna durist ji berpîvanekê re
li ser du tîrêjên riwên wan beramberî hev bûn. Li gor tîrêjekê berpîvan
li pêþ bû û li gor tîrêja din li paþ bû. Ev jî nirxandinek locîk e
û ev þêweyê nîþankirin û derbirînê di hemû zimanan de yek e. Hin têbînî
1 - teyoriya Eniþtayn: Pêþî em bêjin ku li
gor teyoriya Eniþtayn guhertinên dem, cih û giraniyê bi leza gewd ve girêdayî
ne; lê guhertinên pêktên li gor lezên li ser zemînê, ewqas piçûk in
ku tu terazû nînin, wan guhertinan karibin bipîvin, ji ber vê jî mirov
bîra wan nabe û di hiþê wî de nameye û nabe ziman û þêweyê derbirînê. 2-
Tîrêj niwêneriya cih û demê dike.
Ji hêla wateyê ve dem û cih ji hev cihê ne, lê ji hêla matemtîk û bîrsayî
(locîkê) ve (þêweyê têkildariyê ve). Tîrêj niwêneriya herdiwan
dike. Taybetmendiyên tîrêjê yek e; çi niwêneriya demê bike an cih
bike. Dem tîrêj e; wek tîrêja cih ku dûriyekê tenê nîþan bike. Çep
û rast yên tîrêja demê nînin.
3 - Hemû qûçên ji demê li ser wê tîrêjê rûberê
wan ber bi despêka tîrêjê de ye(dem himber me tê). Sal, roj , meh, kêlîk,
saet, milyon sal. Hemû heyînên li ser tîrêja demê, ber bi dawiya tîrêja
demê ve diçin. 4-Liva
li ser þopê:
Cihê despêka livê ev despêka þopê ye; heger liv ber bi dawiya þopê
de be, ew liv bi pêþ de ye. Heger liv ber bi despêka þopê de be, ew liv
bi paþ de ye.
Pêþketin û pêþveçûn; ew e, ku ku liva ber bi
dawiya demê (þopê) de pêkhatibe. Paþketin vajî pêþketinê ye. 5-
Rûyê livê: Paþverû:
ew heyîna ku berê wê li despêka þopê be. Pêþverû vajî paþverû ye
6-Hevalkar û navdêr: Ev xort li pêþ e. Qûç
negotî ye, ji mijarê diyar dibe. Mîrê botan got: (kurdîtiya Xanî li pêþ e.).
Li gor kesên dema Xanî, lê îro (kurdîtiya Xanî li pêþ bû.). Pêþ, paþ hevalkar in, lê pêþî û paþî navdêr
in. Nîþan in, ji bo cihekî (demeke) taybet. - Þahiyek e, em ji xort re dibêjin: "Piþtî þahiyê
paþ xwe paqij bike". Ango xanî paqij bike. Lê heger me jê re got: "paþiya xwe paqij
bike"; ew dikare gumana tiþtekî din bike. -erdê beyar li paþ terektorê mehêle. Hevalê xwe li
paþ xwe nehêle. "Rojên pêþî (yên) adarê" (yek û ... Adarê
ne). "rojên pêþ adarê" (rojên dawiya reþemê ne). Mirov dibêje "pêþî", jibo tiþtek li ber çavê
me nêzîk xuya be. Wek: "mirin li pêþiya herkesî ye". Ji
bo musteqbel paþeroj (paþroj) durist e.
"Rojên bên" û "rojên li paþ îroj"
herdu demekê wek dema musteqbel nîþan dikin. Musteqbel: dema ber bi
dawiya demê de, ew musteqbel e. Mînak: "ez bilez bi alî Amedê de diçûm, her bi
her Amed nêzîkî min dibû û bi aliyê min de dihat". Di vê rewþê
de, weku ez na livim, lê Amed dilive û tê. Mînak: "roj wê bên, emê tê de serfiraz
bin" - rojên tên (bên) musteqbel e. Paþeroj peyvek hevdudanî ye. Ji peyvên (paþ) û (roj)
avabûye. Roj xalek e, ji tîrêja demê ye. Yek taybetmendiya (roj) ê tenê heye; ew
e, ku demek rût e. Ne giranî û ne dûriyên wê hene ji bilî dûriya demê.
Wek diyar bû, rûberê vê xalê li despêkê ye; {ji (roj)ê ber bi dawiya demê ve, ew li paþ wê (roj)ê ye.} Nûbihîstî
Peyva hevdudanî cihê ye ji rehên xwe.
"Musteqbelê min li paþ deh salan wê diyar
bibe"- sibe ne ji musteqbelê min e, lê sibe li paþ îro ye !. Em li paþerojê temaþe dikin li gor peyvên wê yên
bingehîn. Ne weke têgeheke nû afirandî, nûjen. Peyva ji du rehan, wateyek nû distîn e, hinekî cihê
ye, ji herdu wateyên ku peyv jê peyda bûye. Ev ji peyva musteqbel ya Erebî
jî diyar e. Bi demê re, ew peyv jiyaneke xwe ya taybet dijî, wateya wê
li gor wê pêþ dikeve û tê guhertin. Mînak: Peyva "serserî", wateya wê hatiye
guhertin. Melevanê xwe ser serî davêje avê, an pehlewanê li ser ben ser
serî dilîze; ev mirovên han "ser serî" ne, lê ne "serserî"
ne. Tevî îro, çar tiliyên (guliyên) sêgulîkê hene, hîna jî jê re dibêjin
"sêgulîk" û navê naguherin "çargulîk". Wisa jî, heger keçek sê guliyên wê hebin, ne ji mafê kesekî ye, jê
re bibêje: "sêgulîka min". Paþguh, zi(k)gurd, berçav, navmalî, kevanî...ev peyvên
hevdudanî em wan li gor têgeheke serbixwe dixebitînin. Peyva paþeroj, peyvek e, di kurdî de têgehek pê ve
hatiyê bestin. Ev têgeha paþerojê cihê ye ji têgeha (rojên paþ îro);
weku têgehên (serserî, sêgulîk,...) Cihê ne ji têgehên (ser serî, sê
gulîk,... ). Durist e, ez bêjim: "paþeroja min piþtî salekê
ye"; lê ne durist e, ez bêjim " rojên min yên paþ îro piþtî
salekê ne". Paþeroj di kurmancî de peyvek nûbihîstî ye, ji hêlekê ve, em peyvin
biyanî dixebitînin, yan jî jiber ku em têgeha musteqbel bi peyvên wek "li
pêþ min, li pêþ filan.. " diyar dikin, jibilî vê jî- ji sedemên
nas - xwendina me ya kurdî kê me. Ev sedem tev dihêlin ku peyva "Paþeroj"
ji me re nûbihîstî diyar bibe û li guhê me giran be. Çi peyva niwêneriya têgeheke nû bike û têkeve
zimanekî, nûbihîstî ji wî miletî re diyar dibe, bi demê re hogirî wê
peyvê dibin. Peyvên (serserî, sêgulîk,...) Despêkê nûbihîstî bûn
û bi xebitandinê mirov hogirî wan bûye. Zimanê
gel e, peyva li gor rêzikên awarte.
Wan nivîskarên navên wan li jor buhurî, diyar kirin ku peyva "paþeroj" Feqê Teyran bikar aniye, hem jî ferhengên
kurdî paþeroj wateya musteqel nîþan dike, zêdetir li baþûr û
rojhilatî kurdistanê dehên salan e, tê xebitandin; di heman demê de
peyva pêþeroj ji bo (musteqbel) nehatiye xebitandin. Bi gotinin din paþeroj
cihekî xurt girtiye. Ziman yê gel e
Paþeroj jibo musteqbel durist e, ji hêla ziman û locîkê
ve durist e û di zimanê kurdî de cihgirtî ye.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org