Serdem
li ber Roniya Cezîrî
Derwêþ
Derwêþ
Ziman@postmaster.co.uk
1
Di
vê serdema me de, çend pirs xwe didin pêþ, ji wan pirsan paþeroja þaristaniya
rojava ya hemdemî ye. Herwekî awayê ramandinê durvekî serekî yê þaristaniyê
ye û jiber bîr û baweriyên ayînî beþekî giring in ji awayê ramandinê.
Lewra di vê mijarê de pirsên ayînî cihekî serekî digirin.
Pirsgirêka
aloz û giran ew e, ku her olek xwe ya durist dibîne û xwe tenê li ser
riya rast û olên din çewt û þaþ dibîne. Her olek dibêje duristiya
ola me ji her hiþmendekî re diyar e. yên din nezan û belkî yekcar jî bê
bêhiþ bin.
Her
olek bawer dike, ku riyên olên din xwar in û pêwistî rastkirinê ne,
Hin bi têkilî û pendan ango bi awayekî aþtiyane, hin jî dixwazin bi
zor û kotekî olên din durist û serast bikin.
Helbet
þaristaniya rojava ya hemdemî wê pirsa paþeroja xwe bike. Çend belko tên
bîra merov.
A
- Gelo ev þaristanî dikare bê asteng li cihanê tevî belav bibe û þaristaniyên
din bi hesanî binpê bike û wan hilîne û ew bibe þaristaniya gerdûnî
ya yekta .
B
- Yan ev þaristanî wê li teniþt hin þaristaniyên din bi aþtî û aramî
cih bigire û riwên teknolojî wê cihê danûstandin bin.
C
- belko ya sisiyan ew e, ku hin þaristaniyên din mîna çînî, hindî an
misilamniyê berxwedana wan xurt û dijwar be, riwên teknîkî wergire û
ji hêlekê din ve bibe rikber, asteng, nakokiyên bêçare peyda bibin û
dawî jê re bibe metirsiyên wêrankar.
Piþtî
11 Eylûna 2001, ku di wê rojê de hin ji tunrewên misilman ziyan gihandin
Pentagona Emerîkî û li Newyorkê avahiya navenda bazirganiya cihanî
hilweþandin. Bombeyên 11 Eylûnê, li seranserî cihanê dengê defa hewarê
da. Ew guman û rayên ku dihatin gotin, kirin pirsin eþkere yên ku bi lez
çareseriyê dixwazin. Di encam de pirsên ayînî ji herdemê bêtir xwe
dan pêþ. Rojava bi tevayî û Emerîka wek serkêþ, guhertinin piralî
xwestin.
Bêguman
ev doza guhertinê kevn e, nimuneyê Tirkî diyar e, ku dewlet û civakê
ciqasî rûçikên misilmaniyê dane alî, lê piþtî 11 Êlûnê guhertinên
pir kûr tên xwestin ku digihêje naveroka olan û kûriya hiþmendî û
kesayetiya civakê.
Ji
bilî hin qurçikan, li seranserî cihanê bersivek belênî tê dan û
guhertinên bi lez û bez pêktên, wek nimuneyê van guhertinên ku hin
dixwazin misilmaniyê nêzîkî rojava bikin, ragehandina cihanî belav kir,
ku li emerîka jinin misilman, li pêþiya mêran di mizgeftan de nimêj
dikin. ev rudayeke bêhempa ye di dîroka mislimanan de, tiþtekî wisa
tucar derbas nebûye.
2
Miletê
me jî di cihanê de û wek beþek mezin di navçeyekî stratêjîk wek
rojhilata navîn de cih digire, bi zimanê rewþenbîrên xwe ji hêlên
siyasî û ramanî ve gereke bersivên xwe bide.
Di
vê de, rêbaz û olên kurdan hinekî cihê ne, cihê þanaziyê ye, ku
merov di çanda kurdî de helwestin dûrî tundrewiyê û dûrî nakokiyên
wêrankar dibîne.
Wek
nimune piranî hozanên Kurd li perestgeha Laliþ temaþe kirine wek cihekî
pîroz, her wisa jî li hêmayên olên wek êzîdî, fileh û cihûtiyê mîna
xerq, zinnar dêr û kenîþt wek hêmayên pîroz dîtine.
Wek
nimuneyek di vê babetê de. Melayê Cezîrî dibêje[i]:
Dilgeþte
min ji dêrê, naçim kenîþteyê qet
Mihrabê wê bi min ra, wer da biçîne Laleþ
Ji
vê firdikê belû ye ku Cezîrî li tiþtekî digere. Weha dibêje:
(Dilê
min di geþt û rêwingiyê de ye, ji cihekî diçe cihekî din. Dilê min
ji dêrê maye, keniþta cihiwan jî berê dilê min jê maye û nema ez
tucar diçimê, niha jî ez di mihrab û mizgeftan de me. Min armanca xwe li
tu cî nedî, de ka emê herin Laliþ.)
Di
vê firdikê de diyar e, ku dêr, kenîþt, mizgeft û laliþ perestgehên
olên cihê ne. Lê Cezîrî nizane kîjan perestgeh ji ya din dikare wî zûtir
bigihîne armanca wî, dilê wî lê rûne. Heger ji mafê Cezîrî be li
cihekî li gor dilê xwe bigere helbet ji mafê herkesekî din e jî ku li
olekê bigere dilê wî têxe cih. Bi gotinin din, tukes nikare bêje ev ol
durist e, lê dikare bêje dilê min li vê olê rûdinê û ev ol li gor
dilê min e.
Ev
helwesta Cezîrî û hozanên me yên din di vê serdemê de çiqas pêþketî
ye, çiqas zaniyar û ciwamêrane ye, çawa hiþê berî sedsalan dikare rêberiya
daxwazên roja îro bike.
Ev
helwestek baþ e, heger çirûsek ji hiþê helbestvan be, an kêlîkek be
di nav ramanên wî re buhurî bin. heger di diltengiyekê de hatibe, yan jî
pêlek lerzok ji xeyala helbestvan riwê pelê wî xemilandibe.
**
Gotinek
Kurdan heye dibêje: (heger feqîrek kirasekî nû lê be, kes jê re nabêje
pîroz be, lê jê dipirsin te ji kû anî ?).
Emê
li jêr bibînin ku ev helwesta Cezîrî û hozanên me yên din bi tevayî,
helwestê wan yê resen û cihgirtî bûn, ne dizî bû, ne pêl bûn, ne jî
kêlîk bûn. Zêdeyî vê hewestin þiyar û hiþmend bûn. Belê ev
helwest encama nêrînên wan yên
felsefî bûn. Lê çavê felekê gor be, gencîneyên zaniyariyê wê çendên
salên din, hîna windayî, veþartî û nixumandî bimînin.
Heger
em gêlîkekê li ser ferdikek ji yên Cezîrî rawestin, ji me re wê diyar
bike ku çawa helwesta Cezîrî hewestek li gor bîr û baweriyên wî ne,
çawa bi rengekî felsefî burhan û teqez dike.[ii]
Ji
sira la mekan wacib tenezil kir di imkanê
Fe eyne el ilmû, eyne el 'eynû we eyne el eynû iz la eyn
Ev
firdik ji berî sedsalan e, di serdemekê de bû ku pirsên merov hatine
guhertin, ji ber vê jî þîrovekirina wê hinekî dirêj e.
Wek
ku diyar e, ev rêzika helbestê bi Kurdî û erebî ye, ji hêla din ve hin
zaravin felsefî ji demên borî tê de hene, baþtir e, hinekî bêne þîrovekirin
û zelal kirin.
Sir:
peyvek erebî ye, bi wateya nixumandî.
Lamekan:
bêcihî, necih
Wacib:
pêdivî, zaravek ji felsefa Eristotalis dertê ku heyîna xwedan pêdivî
ye, û ya hertiþtên din imkan û belko ye.
Tenzil
kir: daxist, peyda kir., afirand
Di
imkanê : daxist imkanê, bicih anî, þiyanê
Fe
eyne el 'ilmû, eyne el 'eynû: kanî ilm, kanî heyîn bi xwe.
Fe
eyne el Eyn iz la eyn: ma kanî cih heger bê cihî ye. Bi gotinin din kanî
cih heger cih bi xwe tune ye.
Hin
karin bipirsin, heger cih tune be, çima zaniyarî tunne?.
Ji
ber ku çawa em nikarin bi graman dûriya du bajaran bipîvin û çawa em
nikarin giraniya kevirekî bi gêlîk û xulên demê bipîvin, wisa ji
cihekî em tutiþtî di necih de nikarin bipîvin. Ji heyînê em nikarin
neyînê bipîvin. Heger em bipirsin kîjan giran e, kevirekî tunne yan stêrek
tunne, bêguman herdû wek hev in, herdû tenê tunne ne.
Bi
gotinin din, ji ber ku cih mercê serekî ye, ji hebûna taqîkirin û
tecribekirinê re ye, her wisa dem jî mercekî pêdivî ye. Bê wan û dervî
wan tu nasîn nikare peyda bibe û hiþ nikare sawêra heyînekê dervî cih
bike.
wisa
em digihêjin wê, ku cih di vê firdikê de venîþana taqîkirin û pîvanê
ye, nasîn û zaniyariyê ye, venîþana hiþmendî û rewanbêjiyê ye.
Wateya
firdikê wisa dibe[iii]:
Ev
razek e, ku xwedan bi hêz û karîna xwe erd, ezaman, tevaya gerdûnê ji
cem xwe ku ne li cihekî ye, ji bêcihiyê daxistiye û bi cih kiriye ye,
naxwe
tu zanîn û zanistî nikare bigihêje heyîna xwedan ku di wê bêcihiya
xwe de ye. û tu hiþ an zanîn nikarin tutiþtî li ser xwedan binasin, û
tu tercrûbeyên serkeftî li ser tayebetmendiyên wî çê bibin.
Bi
gotinin din: Xwedan dûrî taqîkirin û tecrûbê ye. Tu nasîn û zanîn wî
nas nake û tenê em dikarin bêjin xwedan heye ji ber pêdiviya heyîna
gerdûnê ye (wacib e, wek Eristotalis dibêje).
Karekî
rewa ye û bê tu þaþî ye, ku em encamên firdika Cezîrî bi pêþ de
bidin, lê ji bo hin kes bi taybetî olperest gazinan nekin, di vir de gotinên
(wolter sîts) baþ in, ku dibêje:
"Em
çi wateyê dikirin bidin hevoka Hêlîniyan (tiþtên pelandî ne rasteqîn
in). û guhê xwe bidinê ku me ne got mebesta Hêlîniyan ji vê gotinê çi
ye?, lê me got em çi wateyê dikarin bi vê gotinê vekin"[iv]..
Bi kurtî herdem em ji deqê li ber destê xwe dipirsin mebesta te çi
ye, lê em vê pirsê ji nivîser bi xwe nakin.
Ev
firdika Cezîrî dikare rahêje çi ramanan. Berî hemî her wekî wî
gotiye, tu agahiyên zanistî merovan li ser xwedan tucar nikare peyda bibe,
û jêdera hemû zaniyariyên wî di vî babetî de dilê wî ne.
Di
encam de baweriya her merovekî têkiliyek taybet di navbera wî û dilê wî
mirovî bi xwe de ye, tu bingehên zanistî, rewanbêjî an hiþmendiyê di
baweriyên wî de tunne ne, tenê dilê wî jê re dibêje ev rast e an þaþ
e, bêguman mirovin din dilê wan dikare tiþtekî din bêje, ku li gel dilê
Cezîrî nakunce..
Bi
gotinin din, tu kes nikare bêje ev ol ya rastqîn e û ya din þaþ e, yan
bibêje ev þêwe û rewiþta peresdariyê ji þêwe û rewiþtên din
saxlemtir in, an xwedan wê bêtir dipejirîne, wek me got,
ji ber oldariya merovekî bi dilê wî mirovî ve girêdayî ye.
Ji
vê baweriyê naçar dertê, herwekî mirov zane xwedan heye (ji ber wacib
e), lê nizane çi ye an çi dixwaze, nizane bi çi rengî peresdariya
xwedan durist e,. li nik wî her derek be baþ e, bi mercê ku dilê wî kesî
lê rûnê. li dêrê, kenîþtê an li laliþ peresdariya xwe bike, li kîjan
derê be baþ e, û hemû perestgeh wek hev pîroz in, çimkî pesetdar berê
xwe didin xwedanê xwe, heger ew xwedan di sawêrên pût û seneman de bin,
dîsa jî mebest jê ew xwedan e, ew xwedanê pêdivî ye, Ango merov azad
e, xwedanê xwe bi çi rengî bibîne û bi çi awayî peresdariyê jê re
bike.
**
Dîwanên
hozanên Kurdan bi baweriyên nêzîkî van dagirtîne. Di firdikekê de Cezîrî
dibêje:[v]
Mey
nenoþî þêxê Senanî xelet
Ew ne çû nêv Ermenistanî xelet.
Wetaya
wê : gotina ku dibêje þêxê Senanî mey venxwar ev gotin þaþ e
û
gotina ku dibêje þêxê senan neçûye Ermenistanê ev gotin þaþ e
Bi
gotinin din her tiþtê Feqê Teyran di vê mijarê de gotiye durist e
Di
vê firdikê de li ser Þêxê Senan radiweste. Li gor Feqê Teyran, vî þêxî
keçek fileha ermenî evand, ji bo wê, Þêx ji riya hecê vegeriya, mey
vexwar, bû þivanê berazan û dawî bêtobê bike, dimire û tevî van
karan tevan þêx cinetî ye, diçe cinetê.
Bêguman
baweriyek wisa di civatek misilman de, nayê pejirandin û dê bibêjin an
Þêx Senan ji olê dageriyaye an wê bêjin Þêx Mey venexwariye û neçûye
Ermenistanê, Lê rewiþta þêx
li gor baweriyên Cezîrî ye, em karin bêjin, ku ji ber vê
berevaniya Feqê Teyran û þêx Senan dike[vi].
3
Bingehên
baweriyên wisa li ba gelek hozanên kurdan heye, pirsekê rewa xwe dide pêþ:
Aya þopa van bawerî û felsefe yên hozanên kurdan di civaka kurdî de
heye. Bandora wan çi bû û çiqas bû, an qîr bû di beyabanên jibîrkirinê
de winda bû û çû ?
Ji
kêmaniyên me, gerek bû me ramanên Cezîrî bi ferehî di civata Kurdî
de biþopanda, çiqas hozan, mele, keþe, feqîr û kesayetiyên olî yên
din ketine bin bandora van baweriyan, dûv re çi bandora xwe di civaka Kurdî
de kiriye.
Tiþtekî
kêm lê giring em di vî warî de dikarin bêjin ew jî, dîwana melayê
Cezîrî li hemû hicre û dibistanên kurdistanê belav bûn, em dikarin bêjin
hema her melakî Kurd dîwana Cezîrî xwendibû, bêguman di nav wan de
zana hebûn, ku têdigihiþtin Cezîrî çi dibêje.
Di
civaka Kurdî de hin rûdan, rûçik û awayên rêxistinê hene, em nabêjin
ku di bin bandora ramanên Cezîrî û hozanên din de peyda bûne, lê ku
li gel van ramanên Cezîrî dikuncin
**
Di
rêxistina êla Kurdî de, berî hemî rûdayeke seyr di nav Kurdan de em
dibînin, ku di rojhilata navîn de bê nimûne ye û belkî di cihanê de jî
bê hempa be. Ev rûdan rêxistina êla kurdî ye, ji hêla ayînî ve rêxistinek
pirolî ye, naxwe rola olî di damezrandina êlê de û di pêvajoya dîroka
wê de ne pir giring bû, Di encam de em digihêjin rastiyekê, ku nakokiyên
di navbera olan de di hiþê mirovê Kurd e ewqas qels bûn, ku nikarîbûn
êlê perçe bikin.
Di
vî warî de, pir êlên kurdî bi tayebetî yên mezin pirolî bûn. Heger
her olekê ya din gunehkar, kirêt û çepel dîtiba û bi zor xwestiba ola
wê biguhere, wê hewl daba bi zor baweriyên xwe belav bike, bêguman ola
din jî wê li berxwe bida û nakokiyên bêçareserî wê ketibana nav êlê,
di encam de wê êl ji hev biketa an birekî ji êlê wê birê din bi zor
anîbana ser ola xwe û piþtî çendên salan wê êla Kurdî ji yek olê pêk
hatiba, ango êl ji hêla olî ve wê hevgirtî, hevsan û yek ta ba.
**
Di
gelepûrê Kurdî de jî hin rûçik hene, ku li gel ramanên Cezîrî
dikuncin, di stran, çîrok û serpêhatiyên evîndariyê de diyar dibin.
wek
Derwêþê Evdî. Di stranê de Derwêþê Evdî Êzîdî ye û Edûlê
misilman e û zêde jî keça Paþe ye. Seranserî stranê dengbêj pesnê
ciwamêrî û mêraniya Derwêþê Evdî dide. û dike mînaka qencî û
ciwamêriyê. Ev jî tiþtekî balkêþ e, ku di civatek misliman de dengbêj
pesnê gernasekî êzîdî bide û tu gernasê misliman hemtayê wî ne bîne.
Di civatek wisa de ku piraniya pir ne fileh in, pesnê Metran Îsa bide, bê
guhê xwe bide ola vî an yê din.
Wisa
jî gelepûrê Kurdî evîndariya di navbera mêr û jinek ji du olên cuda
pesn kiriye hem jî wek evînek rasteqîn daye nasîn û di encam de durist
e, ku her du evîndar bigihêjin hevdu,
Ev
tev nîþanên xemsariyê civakî himber bendên olî ne, ku li pêþiya evîndaran
têne danîn, van bendan þaþ, nedurist û ne rewa dengbêj pêþkêþî
gel dikin. Nimûne di vî warî de bêjimar in.
4
Giringiya
firdikên Cezîrî di hêla felsefî de, heger ne derî mijarê min e, lê
demek dirêjtir ji bo xwedina gotarekê dixwaze, Tevî wilo, mirov dikare çend
tiþtan bêje.
Raste
ne tenê Cezîrî gotiye hemû perestgeh pîroz in, wek nimune Ibn Erebî jî
wisa gotiye, lê Cezîrî tenê bi rewanbêjiyek hevgirtî û tebût ev tiþt
burhan kiriye.
Eristotalis
di sedsalanên dirêj de bi taybetî li nig fîlosofên misilmanan, fîlosofê
bê þaþî bû, bi taybetî rewanbêjiya wî weke rêbazek pîroz û nayê
hingivandin lê temaþe dikirin.
Rast
e, Cezîrî di vê firdikê de destê xwe nedaye rewanbêjiya Eristotalis
bixwe, lê encamên ku Eristotalis deranîne pûç dike, ev jî rêxweþkirineke
ji bo rexnekirina rewanbêjiya wî.
Eristotalis
yê pêþî ye, ku got heyîna xwedan heyînek pêdivî ye û hin
taybetmendiyê wî jî diyar kirin. Li vir Cezîrî himber Eristotalis (û
peyrewên wîhema fîlosofên misliman tev bûn belkî jibil Sehrewerdî)
radibe, diyar dike ku taybetmendiyên xwedan yên Eristotalis deranîne
þaþ in. herwekî ji neyînê heyîn afirandiye, naxwe tu rê tunne em wî
ji tu alî ve nas bikin.
[i]
Dîwana Cezerî, Þîrovekirina
Muftî rûpel 293.
Di
vê gotarê de sê firdikên Cezîrî hatine, Têgeha min cuda ye ji têgeha
Miftî.
Di
be, ku sedem ev bû :"Miftî, ji hêlekê baweriya wî bi
misilmaniyê xurt bû, ji hêla
din li nig wî Cezîrî pir baþ bû, weku bêjin ev mirovê baþ, tucarî
þaþ nabe û tiþtekî dervî mislimanî û sofitiyê nabêje". An
jî ji sedemin din têgeha Cezîrî nixumandibe.
[ii]
Dîwana Cezerî, Þîrovekirina
Muftî rûpel 443
[iii]
Firdika
Cezîrî dikare, di hundur felsefa Eristotalis de bê þîrovekirin û
encamên Eristotalis gihiþtiyê þaþ in, û dikare ji bilî tiþtê me
gotiye bibe rexne li bingehek ji yên felsefa Eristotalis bi xwe.
[iv]
rewanbêjî û
felsefa seruþtê rûpel 17
[v] Dîwana Cezîrî Þîrovekirina Muftî rûpel 327
[vi] Muftî bi rengekî din þîrovedike, lê tu guhertinên bingehîn nikare têkeve mijara me.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org