|
Nimune "Çima Alfebe û ne abe"
Di hejmara (85)(Nîsan 2009) ya weþana Newrozê de, nivîser Memê
Alan vê pirsê dike. Di despêkê de nivîser dibêje: "Her miletekî
ji tîpên zimanê xwe re navlêkirinek dît û lêkir." lê piþtî çend
rêzan dinivîse: " hemî (navlêkirin) vedigerin binesaziya navlêkirina
Yûnaniyan".
Di baweriya min de, ev herdu hevokên nivîser nakok in. Zêdetir,
xebitandina "abe" ne bi dilê min e. Lê armanca min ne ev gotar
bi xwe ye, lê nîþana berçavên min, ew nêzîkbûnên þaþ ji pirsên
zimanê re ne. Jiber vê bersiva min dê bi çend xalan be.
A - Bêgoman, navlêkirina alfebe vedigere serdema Fînîqiyan.
Dibêjin; evî miletî alfebeya pêþî dûzandiye,
Tîpên vê alfebeyê ev bûn (abcdhwzhtyklmns'fsqrþt) (ابجد
هوز حطي كلمن
سعفص قرشت )
Tîpên pêþî (abcd) jê re bû nav. Bi Erebî tê gotin (ابجد-
ابجدية). Jiber
tîpa sisiyan (c) bi latînî wek (s) tê xwendin, jê re tê gotin
(abeceda, abecedarian, -ابجد،
ابجدية).
Li gorî dengên alfebeya kurdî, wê (abced-abcedî) an (ebced-ebcedî)
bê xwendin. Dengê tîpa (c) di alfebeya kurdî de, ji xwendevan re diyar
e.
B - Navê din yê alfebeyê (alphabet) ji kû hatiye
Alfebeya Yûnanî
jiber ya fînîqî hatiye girtin û paþê li tevaya oropa belav bûye, bi
belavbûnê re guhertin ketine alfebeyê taku gihiþtiye kurdên vê serdemê.
Navên çar tîpên alfebeya Yûnanî yên pêþî ev in: (Alfa,
Bêta,
Gama,
Dêlta).
Ev tîp jî ev in: (α
β γ δ)
Navê vê alfebeyê bû (alphabeta), tenê navên du tîpên pêþî
bilêv dibin.
C - Navê sisiyan ji alfebeyê re
Navê sisiyan ku
jibo alfebeyê bikar tê; (ABC) ye. Wek bi inglîzî (êbîsî) tê
xwendin. Dîsa jî, bilêvkirina çend dengên pêþî ji alfebeya wî zimanî
ye. Li gorî alfebeya kurdî, ev (ABC) wê (abece) bê xwendin. Ev bilêvkirin
dîsa nêzî (ebced) e.
Tevî peyva elifba ya kevnar ku dihat û tê xwebitandin, em dibînin
ku gelek hemwate yên ebcediyê di zimanê kurdan de hene û pêwistiya
"abe" nîne.
"abe"
peyveke giþtî ye?.
Nivîser çar xalan
diyar dike, ku xebitandina peyva (abe) baþtir e ji xebitandina peyva
(alfebe), û her çar xalên nivîser jî durist in. Lê nivîser pirseke
serekî li paþ xwe dihêle, û napirse: " Gelo wek nivîser an sazî
mafdar e, ku vekîta peyvekê kurt bike, an biguhere?.".
Nivîser dibêje: "..me biryara wê navlêkirinê .....da".
Li cihekî din dibêje: " ji vir û wê ve, emê (abe) li þûna alfebe
di çarçewa saziya xwe de bikarwînin".
Ez bawer nakim, ku armanca ciwamêrê Memê Alan ew e, ku zimanekî
an þêwezarekî li þêwezarên kurdî zêde bike, û ku ew þêwezar
taybet be bi saziya wî.
Jiber em tev zanin, ku zimanê kurdî zimanê kurdan e, ne yê
saziyekê, jinekê, an nivîskarekî ye. Bêgoman bandora herkesî heye, yê
bi ziman diaxive, û guhertin peyda dibe. Ew guhertin dibe ji ziman re qenc
an neqenc be. Heger ew guhertin ji aliyê giþtî ve hat pejirandin, jixwe
dibe xurtî ji ziman re, û heger ew guhertin veqetandin be. Qonaxa pêþî
þeliþandinê ji xwendevan re durist dike, û dûvre bi vî rengî þêwezar
tên afirandin.
Mirovê nivîskar be, bivê nevê, dixwaze ku ew bê xwendin, û
gelek kes tê bigihêjin çi dinivîse. Jiber vê Peyvan dibijêre û
dixebitîne taku xwendevanê wî têbigihêje û nameya wî durist
werbigire. Heger ji xwênerên Inglîzî re nivîsand, peyvên Inglîzan
dixebitîne, û heger ji xwênerên kurd re nivîsand peyvên kurdan dixebitîne.
Ziman jibo wê ye ku guhdar (xwêner) tê bigihêje, neku bêjer (nivîser)
tê bigihêje.
Heger nivîserekî an saziyek nivîseran biryar dan, ku þûna peyva
Inglîzî (door=dêrî) peyva (dor) bi heman wate bixebitînin. Bêgoman ew
biryar nerewa ye û herdem ev peyva (vekîta) nû (dor) mîna þaþiyeke vekîtê
wê diyar bibe. Jiber vê jî tukes biryarê nade, ku vekîta peyveke Inglîzî
biguhere.
Yek ji sedemên ku dibêjin zimanê inglîzî û zimanê (þêwezarê)
Emerîkî, vekîta peyvên mîna (colour= reng) û (color = reng).
Di kurdî de jî ev cotê peyvan (þaredarî-þarevanî) yan (pêþeroj-paþeroj)
bûne kêþe ji zimanê me re.
Bi Farisî peyva (der = di, di hundur de) û bi kurdî (der = derve).
Peyva paþeroj li ba hinan (paþeroj= ayînde) ye, û li ba hinin din (paþeroj
= dema borî) ye.
Ev peyvên mîna (þaredar, þarevan, pêþeroj paþeroj) þêwezarên
kurdî hîn bêtir dûrî hev dikin.
Çima ev rengê nêzîkayîyê ji zimanê kurdî re peyda dibe.
1 - Rastiyeke taybet bi nivîskarê kurd heye, ku bi kêmayî jibilî
kurdî bi zimanekî pir baþ dizane (Erebî, Tirkî, Farisî), piranî sê-çar
zimanan pir baþ dizanin. Lê hinin ji wan dixwazin vekîta peyvên kurdî
biguherin, yan alfebeya kurdî biguherin. Belkî rojekê bixwazin çermê me
biguherin, jibo an vekirîtir an tarîtir be.
Belê kesên wisa diramin, zimanê kurdî cuda ji zimanên mirovan
dibînin, ev jî encama psykolociya biçûkbûnê ye. Bera em kûr bawer
bin, ku zimanê her miletekî li ser rûyê zemînê berhemê zîrekiya
mirovane ye, her wisa zimanê kurdî jî.
2 – Di salên sihî de, Mîr Celadet alfebeyek, rêziman û xebatên
din pêþkêþî miletê xwe kir. Navê wî ciwamêrî bilind bû. Gelek ji
me dixwazin wek wî bikin, alfebe, rêziman, peyv,.. Nû çêkin.
Mîr Celadet di serdemeke mêjûyî taybet de dijiya û nema ew
serdem tucar vedigere. Ya din jî mirov dikare bibêje ku Celadet li gel
HAWARA xwe tenê bû û dengê xwe gihand gel, bi kêmayî bi þêwezarê
kurmancî. Lê îro bi deh hezarên nivîskar, zimanzan, pispor, zanîngeh
û korê zaniyarî hene. Bi sedan an bi hezaran alavên ragihandina bêjeya
kurdî hene.
Kurd dibêjin "Heçê berê gula zerê". Mîr bû gula zer
ya zêrîn. Zîrekên me dikarin ew jî di warekî din de bibin gula xurû zêr,
û va babeta yekgirtina þêwezarên kurdî hiþ, zîrekî û karê rewþenbîran
dixwaze û li meydanê ye.
3 – Dema hin desdirêjiya xebatên Mîr yên durist dikin. Piþtî
sedsalî hewldidin alfebeya kurdî biguherin, rêziman diguherin ku þêwezarên
kurdî ji hev dûr bibin, ….. Mixabin hin saziyên rêzanî jiber ne
pisporên ziman in, pesindarî û xelatan bi van karên þaþ vedikin. Diyar
e, ku xelatên nezaniyê ne; nezan didin nezanan. Ev coreyên xelatan
dibin mij berçavan digirin.
Xurtiya zimanê kurdî îro, di pêvajoya yekgirtina ziman e de ye,
alfebe yek be, vekîta peyva kurdî nêzî hev bibe, taku bibe yek vekît.
Tiþtek ji gencîneya peyvên kurdî nenas nemîne û peyv ji hemû þêwezaran
bêne xebitandin…...
Hêja ye gotinê, ku zimanê weþana newrozê paqij e, jibo ev erk
(duristiya ziman) pêk bê, hûn dibînin çiqas nivîserên wê diwestin,
jibo ku vekîta peyva kurdî saxlem (wek ya kurdên din) be. Jiber vê mirov
dikare bêje, ku guhertina vekîta peyva (alfebe) bi (abe), li gel rêbazên
weþana we nakunce.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org