Baz, biliiind difirin bilind

           diyarî bo serkeftinên bilind

                                

                                              Dîlan Zêbo  

             

 

Daweþîne,

 

Pelên xwe, pîkên xwe,  gulên xwe

ji girnîj û niftikên serdemên tariyê

 

Vekþîne qeraxên baweriyê

Ji kavilên kînkêþ û qornebasên mirovatiyê

 

Veke Sîngê xwe

bila Perwanên kesk, sor û zer  jê bifirin

û topalê azadiyê li seranserî cîhanê deng bidê

Heyv, Ro û Behram li benda Te ne

 

Mêzeke,

Deþt,  Çiya, Rûbar hemî bi alên reng bi reng

berve kolanên Marathona firîna Te diherikin

awazên þahiyan di ahangên Hêlênan dan sermedî dibin

 

Mina Bazekî Berzan

ji dilê berxwedanê derkeve

û, bi hêza çil Firîþteyên behiþtê biliiind bifire

Baz, 

biliiind difirin bilind

 

Bêhnekê vede,

Silavekê bide Þahbazê lehengan

da, gerdenê Te yê bi heft sozên zêrîn pîroz bikê

 

1-Ji Royê,

   gurzek tirîjk biçine û bi ser berbangên me de berde

   da, çivîkên me bi ronahiyê þa bibin

 

2-Perçak Heyv diyarî Zarokên Helebce bike

   da, þevên me bi Stêrkan bixemilin

 

3-Lepek berf

   bi ser tevnên Dayîkên me de hilweþîne

   da, Cilûbergên wan sipî bibin

 

4-Pençek baran

   bi ser belengaziya me de bibarîne

   da, Kewtên me miþt ber bibin

 

5-Þitlek Zeytûn ji Çiyayê êþan

   li ber her Olxanakê  biçîne

  da, zewîyên me di aramiyê de razin

 

6- Bi destê Bapîrê minî birîndar

    mistek Stêrk ji Ezmanê azadiyê  birefke

    û, bi ser Amed û Mehabadê de biweþîne

   da, Çengên wan jî kesk bibin

 

7-Tenê hêviyekê bide min

   Gulekê siparî min bike, 

   da, diyarî her Mem û  Zînekê bikim

   û bibim Welatekî Azad û Evîndar.

 

  1-Hêlên: Gelê yunane  jê re dibêjin gelê cejin û þahiyan

  2-Kewt: Darek bê bere.

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org