|
Behiþt
Dîlan Zêbo
Dûû…….r, Bi
qasî mêlûdiyeka xemgîn Di bin kuntara çiyakî Bejna xwe bi êþan dagirtî Behiþteka
veþartî heye! *
* * Biharekê, Jê
pirs kir: Navê
te Evîne? Payîzek
bi ser de hilweþiya Darekê, Jê
pirsî: Çend
keziyên te hene? Ji
tîbûna ra hiþk bû Bapîrê
min gotê: Ez
kurê te me? Bi
Keleha Amedê de mêx kirin Birayê
min gotê: Ma
tu ne yara minî? Dîwarên
Bastelê li piþta wî bar kirin *
* * Li
wir! Gurên
bi çar seriyan hene!! Bi fîlarên hesinî, li ser sîngên zarokên berfê dimeþin Çîrokên þewatê li ser eniyên dayîkên þînê dinivîsînin Pîvokên
tirsê di guhên Avdaran da diçînin Sivankên
dilsoziyê bi jehra biratiyê avdidin Arê
min got: Behiþteka
veþartî heye Zîngzînga
zengilên hespên azadiyê ne
* * * Bilez!
Kurê min Bilez!
Keça min Bilezzzzzzz! Hin çûn Em jî derin Û Hinek din jî tên Bilez!
Þêrên min! Bilez! *
* * Gavek
din Bêhnek
din Þewatek
din Jehrek
din Qêrînek
din Bimeþiiiiiiiiiiiin!
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org