|
Seyrana Tariyê
Dîlan
Zêbo Her
þev, Bi tiliyên Welatekî þewitî bejna
xwe, ji
qincurkên salan rizgar dikim. Berçîtkên miradan, ji reþikên qederê didizim. Qêrînên
hestan, di kêlîkên bîranînê de bi nenîkên gohê Van Gogh aþt dikim. Gulhinarên keziyên xwe, di mistên zarokên þînê de vediþêrim. Pêxwas,... û Çav girtî xwe siparî pêlên tariyê dikim. Keber bi kerber, birînên dilþikestiyê dipelînim. Kelem bi kelem, kolanên xemgîniyê pirs dikim. Tûjiya istiriyan, di lêvên hêviyan de tam dikim. Qelîþtokên dûrbûnê, bi xunava kerbeþan miþt dikim. Beraxên xwaziyan, bi þîrikê kerengan dûz dikim. Stranên lêgerînê, di qamîþên robarên çavên te de, teww dikim . Û bi qiblenameya kurmikên þevê re li dîwana pena dengê te peya dibim. Kirasê penaberiya xwe, bi tîpên navê te pînedikim. û,.....û xwe fêrî parseka koþka evîna te dikim. Lê Ne, perwanên
pêþwaziyê ji tamara perwina te þiyar dibûn. Û, ne jî Bexçevanê dilê te, gurzek gul ji gulistana porê min, di ber Kejiya dilê te re dikir. 25.12.07
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org