XEWN                                          

                                              Dîlan Zêbo

 

Çavên xwe digrim, 

 Da ku

 Di bin Sîbera henasên te de

 Xilmaþeka Beytikan bikim.

    . . . . . .

Dinalim û diginginînim

Ji ber ku

Tu xewne ez  xewnim

Ezê razim

Heyyya ku, Tu bibê berbang.

   . . . . . .    

Pêlên, 

Deryayên  xwe dipîvim

Biliiindin  bilind !

Heyyya  Ezmanan

Bi qasî bejna Cudî.

   . . . . . . .  

Bi hîskehîskekê re,

þiyar dibim

Da ku

Axînekê

Di dîmenên xeyîdî de bikþînim.

   . . . . . .

Min  dixwest,

Ji te re

Helbestekê  binivîsînim

Kaniyên peyvan hiþk dibûn!

Min  dixwest,

yariyekê  bikim

Raman lal dibûn

Min   dixwest,

Te  hemêz bikim

Her tiþtekî xwe

Min winda dikir!

Tu,  Derya,  Delav,  pêl.

   . . . . . .

Min,

Pirs dikir

Ban dikir

Hawar dikir

Çi bû ?

Çi qewimî ?

Kuve çû?

   . . . . .

Tenê!

Þûnwarên qijilî

Bersiv didan

Koçberî

Xerabî

Dilsarî

Dijberî

   . . . . .

Her kes,

Difirî...difirî...difirî !

Berve tariyê de difirî.

Her tiþt,

Diherikî…diherikî...diherikî !

Berve xerabiyê de diherikî.

Û,  Ez !

Di  navbera

Xewn û rastiyê de dimam

Û

Diqîrîm...diqîrîm,  û diqîrîm.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org