|
Çîrokek ji Çîrokên Gelêrî Zanyar û Mistek Ax
Berî
ez dest bi hewldana vê çîrokê bikim, bi min xweþe, ku
pirsekê arastayî xwendevanên hêja bikim:
Aya
kî ji van kesan cihê wî yê di
bihuþtê de hebe?
Oldar?...
Partîzan?...an jî Nivîskar?
Keremkin
em bi hev ra guhdarî bikin.
Hebû tune bû, Carekê
ji caran, li welatekî bindest û malwêran, bi hebûna xwe dewlemend, lê
bi bextê xwe perîþan, wek welatê me Kurdistan. Seydayekî bi nav û deng
hebû, ew di hemî beþên olî de zanatirîn mela û feqiyên wî warî bû,
bi sedan mirûd û þagirtên wî hebûn.
Rojekê
ji rojên pîroz, piþtî seyda dawî li fetwe û axaftinan di mizgeftê de
anî, ji civata rûniþtî pirs kir: Gelî birano li vê Herêmê an jî
li welatên derdora me kesekî ji min zanatir heye an na? Mêrekî
navsalî destê xwe hilda, destûra axaftinê stand û gotê : Belê
Seydayê min! Li welatê Misirê, li filan gundî þêxek heye jê re dibêjin
Zanyar . Bi zanabûn û zîrekiyê kesek nakeve pêþiya wî. Civat
belav bû, Seyda vegerî mal, lê bersiva mêrikê navsalî bi ber pêlên
Seydayê me girt. Hinekê kûr kûr bi ser xwe de mijûl bû, dûra biryar
stand, ku here serdana þêxê Misirê, daku wî nasbike û sûd ji hûnera
wî wergire. Di
hundirê hefteyekê de amadekariya rêwîtiya xwe kir, xatir ji heval û
hogiran xwast , nan û xwê li Malbata xwe helal kir, li hespê rewan siwar
bû, bervê xwe da welatê Misirê û birêket çû...çû... pir çû
hindik çû, bi hewldanan kin, lê bi qonaxan dirêj, piþtî çil rojî û
çil þevî, nêzîkî li qeraxên Misirê kir, pirs bi pirs kete pêy þopa
Zanyar. Berî êvarî gihîþte ber mala þêx, nihêrî ku çi bibîne!
Zinceka biçûk dîwarên wê ji heriyê û banê wê jî ji pûþê garisê zer avakirî ye.
Mêvan
hespê xwe bi singekî va girêda û derbasî mêvanxanê bû. Pistî ku rûniþt,
seriyê xwe çep û rast gerand, ji bilî kilavekî kevin, çend nivînên
razanê û qabên xwarinê pêva tiþtek nîne. Seyda li hatina xwe poþman
bû, weke ku di çaleka bê binî werbe û ji xwe pirsî, ev çitil zanyarekî
birûmete, kanî pirtûkxaneya
wî ? Kanî dewlemendiya wî? Mêvan hên di wê xewletiyê de bû, dît pîremêrekî
temenê wî di navbera heþtê û pênc û nodsalî da, kirasekî gewr bi
ser bedena wî de berdayî, kumekî dezî li serî, þimikek çermî di pêyên
wî de, hemêzek nefela þîn li ser milê wî bi derî ket û silav da.
Dest û rûyê xwe þûþtin, bi mêvanê xwe re þîv xwar. Hingî pîremêr
hûr hûr li rewþ û nasnameya mêvanê xwe pirsî. Dema
Seyda xwe û armanca hatina
xwe jê re xuya kir, þêx berken bû, firek çayê ji piyalê kiþand, dest
bi serpêhatiya xwe kir û gotê: Birayê minî hêja û giranbiha! Di vî
welatî de bi zanabûn û dewlemendiyê ez yê yekem bûm, bi dehan pirtûk,
koþk û karmendên min hebûn. Berî niha bi bîst salan, rojekê ji niþka
va tayek reþ bi nava min girt û ez mirim; min dît qelfek jin, mêr, kal,
pîr û zarok ketine rêzê, camêrekî bejinzirav û dirêj jî di pêþiyê
de rawestiyayîbû, kêþanek biçûk di destê wî de bû, pîvana qenciyê
û xirabiyê dikir. Hin bi hin, hêdî hêdî, me nêzîkî li wî camêrî
kir; kalekî piþtxûz jî di
pêþiya min de bû. Cibrîl carekê destê xwe danî ser milê wî
ê rastê, cara din jî ser ê çepê, aliyê kêþanê yê çepê daket jêr
û yê rastê hilkiþî jor. Kalê piþtxûz! xwe xûzî erdê kir, mistek
ax rakir û danî ser aliyê kêþanê yê rastê. Vê carê aliyê qenciyê
giran bû û yê xirabiyê sivik bû .Cibrîl piþta wî tep kir û derîyê
bihuþtê nîþanî wî da. Di pêy kalemêr re ez ketime rêzê. Min jî
nola wî destê xwe avête mistek ax da ku ez rakim, lê Cibrîl destê xwe
danî ser destê min û gote min: Na, raweste! Çênabe!
Ev ax þefaetê li te nake, jiyana te hemî bi germî...nermî û
aramî borîye. Ew kalê piþtxûz bi salan cefa û emek dayî vê axa pîroz;
wî ajot, çand, kola, çinî, bi keda wî û bêra vê axa pîroz zikên
zarokan têr bûn, ew jî mezin bûn, bûne karkir, leþker û rewþenbîr.
Min xwe avête ber lingên Cibrîl û ez giryam ji bo dîsan giyan bi min bîne,
daku bikanibim bihayê mistek ax bicivînim. Xweda bi xwesteka min kir, ji wê
rojê û pêva min destên xwe ji her tiþtî kiþandin û niha tenê ez
xizmeta axa pîroz dikim.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org