EVÎNA TE

 

Dildarê Mîdî

 

Evîna te ji çiyan pir girantir

Bi ser xwe de kiþand wek kelemperê

 

Leyizand û li ber bayê bilind kir

Daleqandî hiþt kû ew herê ,werê

 

Di çî ,tê hêmelaya hew li hiþtê

Nema karê deynê li yek deverê

 

Eve halê evîndaran çiqasî

Yar bixwazî rûnê li ber pencerê

 

Þêrîn û nazik û gerden xezalê

Periy û xem- revîn û gulî zerê

 

Sipîzend û neqiþandî bir û çav

Nazik û noq zirvê bi kemberê

 

Ne xasim kû serê biskê xwe derxê

Di ber perdê bi minet û mehderê

 

Ne þaþim kû cîhan tev tê hejandin

Li her alî li ser te ceng û þerê

 

Me dil tev wek þikevtên “qendeharin”

Awirên te weke top û lîzerê

 

Dûriya te dil û can tev helandin

Bi agirê mûm û findê di werê.

 

 

                 *************

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org