Gazinek ji Sibatê

( Diyarî ji bo Þehîdên azadiyê , di cejna qurbanê de )

Dildarê Mîdî

 

Sibatê … ,

 

wey bobelatê

Tu Sibata dîne

Bi gir û bi kîne

Xweþ Te di dim nasîn

Tu jî xwe bi bîne

 

Tu bê Ol û bê bextî

Tu bê Tac û Textî

Tu bê dem û wextî

 

Tu qet ne tu tiþtî

Tu bê ber û piþtî

Þahiya dilê min

Ji niþka ve kuþtî

 

Sibatê … ,

 

Wey mal mîratê 

Kesera dilê Eyþê

Nalîna dilê Xatê ..

 

Alîkî Te geþe          Alîkî Te reþe

Alîk Berq û Tave           Yek xunava xweþe

Alîkî Te cejne           Aliyek Fermane

Aliyek kambaxe          Aliyek seyrane

Aliyek þahiye                Aliyek wêrane 

 

Sibatê …,

 

Hey bê tebatê …,

 

Te jî ceriband

Li me xwe zîvirand

Serê xwe li ba kir

Diran Te sîqirand

Te cejna qurbanê

Bi þînê xemiland

 

 

Te ew cilên cejnê

Te ew xemla bejnê

Simbêlên badayî

Guliya hildayî

Bi xwînê neqiþand …

 

Sibatê …,

Wey kêferatê …,

 

Tu bêje Avdara

Tu bêje Nîsana

Tu bêje Gulana

Tu bêje Tebaxa

Tu bêje Kambaxa

 

Ne cara pêþiye

Rîsê ser Teþiye

Tim ez birîndarim

Di cejn û þahiya

 

Me d,kin piç û parî

Em hevdû digirin

Axê didin ser me

Sinbil jê difirin

Me bi xazê diþon

Em gurya Agirin

Sermedî Em saxin

Dijmin her dimirin

 

Sibatê ….,

 

Aaaa …xxx .. Sibatê

Wey ne bi xêr hatê .

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org