Nasîna Kurd bi çemka femînizmê kêm e
Guft û goyek di gel Dr. Roya Tolooî de
Dilþa Yûsûf, dilshayusuf@yahoo.com
|
|
Me
berî çar heyvan dest bi damezirandina rêxistina xwe kir, mebesta me
jê ev bû ku em hevahengiyekê têxin nava jinên Kurd li tevayî beþên
Kurdistanê, her weha îna pirsgirkên jinên Kurd bi jinên cîhanê,
di riyeke aþtiyane dûr li
destêwerdana desthelatê ku berdewam hewildide Kurd bi þêwazek
xerab bi milletên din bide nasandin wekî milletekî þerxwaz û pîþeya
wî þer û kuþtariye. Lê belê rastî tersê vê ji me re tekoz
dike û dibêje, gelê Kurd gelekî aþtîxwaze û bêriye û þer û
xweparastina rewa ji hêla neyaran de li ser wî hatiye
dasepandin.
|
|
Ji ber ku rêxistina me rêxistinek ne hukûmiye, hukûmeta Iran dixwaze
bibe rêgir beramber çalakiyên me, belê em ji hêla xwe de û di riya
giringîdayin bi çalakiyên rewþenbîrî
yên jinan dixwazin pêþ wan astengiyan bigirin.
Heta niha me alîkariya madî ji tu hêlan negirtiye, kar û barên rêxistina
me bi abona endaman bi rêve diçe. Jinên Kurd li Rojhelata Kurdistanê ji
ber dû pirsgirêkan gelek tengezarin, yek ji wana helawêrdî regezî ye û
ya din jî helawêrdî netewî ye. Em wek jin nikarin bi zimanê xwe yê
dayik bixwînin û binivîsin, û her wexta ku em dixwazin kar û barên xwe
bi rêve bibin, beramberê gelek rêgirî û sansûr dibin.
Ideolojiya desthelata hukumra, bi çavekî kêm li jinan dinêre û
wan weke mirov nabîne, belko wek nîv mirov hesab dike. Desthelatdariya îranê
ew hemû tevgerên azadîxwaz yên hatine meydanê serkut kiriye, veya jî bûye
sedema bê omîdiya gelek kesan, lê belê tevî van hemî rêgiran hîna
hind kes hene hewildidin ji bo azadiyê.
Piraniya jinan bi agahin ji wê serkutkirina bi ser wan de hatiye
dasepandin, ji xwe rêxistinên weha jî kêmin ku bikarin xwe yekxin
beramber vê stemkariyê.
Di van derbaran de xanim Roya Tolooî basa çalakiyên xwe yên
taybet kir û got:
Ez
li ser hind pirsgirêkên fikrî radiwestim, meselên jin jî digire nav
xwe. Di demek nêzîk de pirtûkek min di van derbaran de tê çapkirin.
Pirtûka min ya diwem ku niha hewildidim wê binivîsim, xwendinek
femînistî taybete bi hel û mercên jina Kurd têde dijî. Dixwazim wekî
jinek Kurd xwedî bîr û hizreke feministî ya taybet bi xwe bim. Dixwazim
dest bavêjim ew hizr û ezmûnên sûdmendin ji bo jinên Kurd, û ew hizrên
din yên ne li rê, ku tu pêwendiya xwe di gel doza jina Kurd de tune, di têgeha
feminizmê de ji hev cûda bikim.
Derbarî tirsa civaka Kurd bi giþtî û jina Kurd bi taybetî ji têgeha
femînizimê re, xanima Roya dibêje:
Bê
gumane tirs li beramber tiþtek nenaskirî durist dibe, ji xwe Kurd
zanyariyek wan ya baþ derbarî têgeha femînizmê tuneye, ji ber wê jî
tirsa wan heta radeyekê rewaye. Wek diyar dibe zilamên civaka me hîna zêdetir
bi tirsin beramber vê têgehê, ji ber ew yekser weha þîrove dikin, femînizim
tê wata desthelatdariya jinan wek alternatîv ji desthelata zilam re.
Zilam
bi tu þêwazî naxwaze ji desthelatdariya xwe kêm bike. Ji ber veya cihê
kole û serdar bi hev dighere û weha hewildide pirsgirêkê çareser bike.
Belê rastî çareserî bi van þêwazan nabe.
Desthelatdara Îranî jî û ji ber ku desthelatdareke îdeolojiye,
bi her þêwazî be tu rengên çalakiyên femînist napejrîne û her
tevgereke bang li azadiyê dike asteng dike. Saziyên fermî yên
desthelatdar hemû gavan hewildane nirxa her cûre xebat di vê derbarê de
kêmbixin û antîpiropagenda dikin. Ew weha pênasa femînizmê dikin wek
ku pêwendiya di nava hevregezan de be. Bê guman femînizim weha nîne.
Piþtî ku min lêkolîn û pêdaçûn li dûv vê têgehê kir, ez
gihiþtime ew baweriya ku pirsgirêk ne bi vî hawî ye. Veya weha li min
kir, þarezayiya min di vî derbarî de zêdetir bibe, ne tenê weha, belko
ez gihaþtim wê baweriyê ku dikarim xelkên din jî têbighînim.
Bi kurtî femînizim tê wata her kesê agahdare ji vê ku bi sedema
cudabûna regezî, stem li ser jinan tê kirin û divê kar bo nehiþtina vê
stemê bê kirin. Veya jî ne karekî xerabe, çi bo jin û çi bo zilam.
Xanima
Roya di dirêjahiya axaftinên xwe de, doza jin li tevayî beþên Kurdistanê
bi doza netewî ve girêda û di vê derbarê de jî got :
Pêwîste
Kurd bê rizgarkirin ji ew hel û mercên ku hatine dasepandin li ser wî
û mafê wî yê netewî ku jê hatiye wergirtin bi dest bixîne. Her
weha divê pirosêsa halawêrdina regezî jî bê bi dawîkirin. Riya rast
û durist ji bo çareserkirina van pirsgirêkan çespandina demokrasiyê ye,
ez ji hêla xwe de baweriya min bi sîstema sosyal-demokrat heye wek nimûna
dewleta Swêdî, ku tenê kar dike ji bo xweþkirina jayana civakê.
Pêwîstiya me bi guhertinên zagonan heye, û ji ser û nuh de wan
sazbikin, bi þêwazekî weha mafê jinan berçav bigire, di eynî wextê de
parastina mafên Kurd wekî milletekî li berçav bêne girtin.
Veya
jî di riya zagoneke nivîskî û eþkera dibe. Lê divê di gel vê de
xebat ji bo þiyarkirina jinan bê kirin, bi awakî hevnasî bi nasnama xwe
re bikini, û di hemû hêlên jiyanê
de herdû regez wek hev bêne kirin. Çunke - û her wekî Sîmon Dêbovwar
jî gotiye - jin wekî jin li dayik nabe belko civak weha lêdike ku bibe
jin. Ji bo ku bi yek carî pirosêsa helewêrdin ji holê rabe, pêwîstî
yekem car xebat li ser malbatê bê kirin, ji bo guhertina ew kultûra heyî,
piþtî veya hewildan bêne kirin bo guhertina bername û rêbaza
perwerdekirinê, bi þêwazekî rê li pêþ sistema helewêrdina regezî bê
girtin. Pirsek din heye ew jî beþdarîkirina jinan di bazra kar de ye. Ji
ber ku bilindkirina asta jinê û malbatê ya aborî dibe sedema
bilindkirina asta jinê û bi destxistina mafên wê.
Xanima
Roya derbarî pirsgirêkên serekî di
nava jinên Rojhelata Kurdistanê de di vê demê
derdikevin rû weha axivî:
Pirsgirêka xwekuþtina jinan gelek heye, ew jî bi xwe þewitandin. Ev diyardeya zêdetir di nava navçên ku niþtecihên wan Kurdin dide rû. Bi taybet li Îlam û Kirmanþan. Li gora serjimêrên hatine kirin, derketiye ku tenê di navça Îlam de, rojane yek jin xwe diþewitîne.
Di
axaftina xwe ya dawî de xanima Roya weha bangewazî ji jiên Kurd re kir:
Ne
bese jinên Kurd yekgir û yekdeng bin ji bo serkeftinê, belê divê alîkariya
hev jî bikin ji bo bi destanîna serkeftinên mezintir. Her weha ji jinên
Kurd tê xwestin nasnama xwe ya netewî bi cîhanê bidin nasîn, ala netewî
di gel nasnama xwe ya regezî bilind bikin.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org