ABEYA KURDÎ

HEMKOÇERÊ CEZAWIR

 



Diyarî bo Kurdê ku bi zimanê xwe naxwîne



A
Abe ya Kurdî ye kurdo
Agahî lê bike merdo

B
Bal û hiþê xwe bijîne
Bira nezan tu nemîne

C
Can û giyan vehesîne
Cerg û cîger bikewîne

Ç
Çavan veke tu binêr law
Çerxa cîhan çi dibe law

D
Dad û mafê te ma çiye
Dizane qey gel jê tiye

E
Ev name bo te hevalî
Ey kurdê ku bêhavilî

Ê
Êþandin ma bextê te ye
Êþkince qey mala te ye

F
Felek hevala dijmin e
Ferwar li ser te û min e

G
Gulistana te bêgul e
Gazinca te bêhavil e

H
Hajî xwe ke ey dilo lo
Hiþyar be rabe hilolo

I
Imrê te yî dadigere
Imrê biçe navegere

î
Îro siba tu kal dibî
Îþê te dê wêran dibî
J
Jarîtî û jar bikevî
Ji lew bi ser qet nakevî

K
Kurdistana te rengîn e
Kurmanciya te þêrîn e

L
Lur û Soran tê dijînin
Lêvok û lêvtenk zîn in

M
Mîtan û Mardî û Mad in
Memiksêv û pir dilþad in

N
Naxwazim tu winda bikî
Navê navdeng ji bîr bikî

O
Ol ayîn bi zarê delal
Orta cîhan tu mayî lal

P
Perestgeha te Laleþ e
Paje ya pakbûna geþ e

Q
Qet bawer neke ji dijmin
Qewitiyan bibe ji min

R
Rêzimana Celadet e
Rêya rastiye helbet e

S
Seyda û mîrê Kurdanî
Saxiya tîpan wî danî

Þ
Þadil Osman û Kemîran
Þala serî rewþenbîran

T
Tora Kurdî nivîsandin
Tava zanistiyê þandin

U
Uþta min û te ve biran
Uþta keç û xort û kuran

Û
Û ta niha tu fêr nebû
Û ta îro þiyar nebû

V
Vepirsîn can û dilê xwe
Veriþîn derd û kula xwe

W
Wer guh bide min bixwîne
Wek hemuyan binivsîne

X
Xwe fêr bike wek xwendevan
Xwe bibîne wek  helbestvan

Y
Ya ku dixwazim ez bêjim
Yekcar li pey te nabêjim

Z
Zimanê Kurdî zengîn e
Zaravên xweþ dixemlîne

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org