ÇARÎN (4) 

HEMKOÇERÊ CEZAWIR

 

41

Ezbeniyê ew xwedayê tu dayî ey jina jîr

Ji bîr nabe kar û xebata tu dikî diya pîr

Dîrokê tu hilgirtiye bi Holman û hi‏‏‏‏þ  û bîr

Ger teman çû roj westiyan þev jî kal bûn tu xetîr

 

42

Ez dibînim tu wek keçek çardeh salî çelengî

Mirazek li benda teye çendî tu þox û þengî

Wek þah û mîr û mezinan wisa tu jî navdengî

Çêroka Hamêd dirêj e tu jî tê de lehengî

 

43

Hêviyan tu werivandî bi helbestên Bedirxan

Bo rewþenbîran navendî mala te jî bo wan xan

Tu dibêjî min nexwendî lê heyîna te terxan

Te gelek tiþt afirandî ne wek mellan û þêxan

 

44

Sirûþ hat min hiþ ponijî

Dil xwe verêt tîp lolijî

Tavek ji rist û helbestan

Li ser kaxezê dirijî

 

45

Pênûs pelikan tevdidin

Rûpel bi rûpel avdidin

Ez û te ve bi helbestan

Di dîrokê de nav didin

 

46

Por xelek e nav jî gul e

Baþ dixwîne wek bilbil e

Xizêm li poz dibirûse

Wek sitêrk a bi roj hile

 

Rojê li rû perde veda

Nirîna min lê palveda

Çiqas ez ji xwe diþuþtim

Evîna  min pê de veda

 

Vedana evîna dilan

Evdana ew baxê gulan

Bi min karekî perest e

Min kir hiþ û da ser milan

 

Hiþ û serê min bajar e

Tê de heye hemû kar e

Derdora xwe bi çiyaye

Di nav de gulîzar e

 

Xet û xêzan ew dikþîne

Genim û gêris diçîne

Li buharê þîn û kesk e

Zer dike ger tê havîn e

 

47

Her tiþtê tu dixwazî li wir li rex te

Û buhuþta jiyanê bi te miþext e

Hemû tiþtê ez dibînim li vir sexte

Dîse jî dibêjim ev doje baþ bext e

 

48

Mest û gêj im bi þevê re

Bîranînên min bi wê re

Dibin hiþê serê min

Wek tiþtê diçe bi bê re

 

49

Dêm aravî ji gulavê

Kezî ji rengê zêravê

Her ku çavan diqurçîne

Kilê ji qebaqan davê

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org