ÇARÎN

HEMKOÇERÊ CEZAWIR

 

1

Çarîn çine ji kû hatine bibîne

Çand û wêje bi wateyan bixwîne

Çemkê merî qet namirî li jîn e

Çel sal borî gulên bejî diçîne

2

Gul kenîn der xemilîn hatî buhar

Gol û deryan av tê meyî ji rûbar

Gund û bajar çol û zozan bûn nîgar

Gel û milet jîn parzinandin bi kar

3

Bêjin û yar bêkur û zar dijîne

Bêmilk û mal dost û heval jî nîn e

Bextê min reþ dilê min geþ gergîn e

Barê giran can û rewan dikþîne

4

Babatahêr dubeytê wî Gorî ne

Berî nûho hezar salî rêsîne

Bandora wî li heþê min zengîn e

Bo vê yekê min jî hin nivîsîn e

5

Weku Îslam bo Xwedê dike nimêj e

Wisa pênûsê min jî per dimêje

Weku zemîn ji dil volqan davêje

Wiha xame hêsir bo wî dirêje

6

Da bimîne ev gotin li jiyanê

Deng û navê min jî li Kurdistanê

Def û zurne degê xwe bê dîlanê

Dengê min hat çavên min çûn razanê

7

Van helbestan ez dibêjim bo zana

Vaye rê û doza her xwendevana

Vekiþî ji rojê ewrê ezmana

Vîna mirov wî digîne hêlana

 

8

Ev nameye ev helbest e silav e

Ez dihûnim ez dirêsim bi rav e

Erênî lê neyênî heþ belav e

Ezbenî li min bibexþîn ev tav e

9

Alafa dil rabûye digurbîne

Arîþanên min û hêvî zayîne

Aram li ser pênûs nemayî dîn e

Axîna min helbestek serpeyîn e

10

Ger hûn bidin min derfeta vê þorê

Guh min bidin xweþ tê sazê bilûrê

Gazina min ji Kurdan re bi torê

Govend divê gel kom bibe li dorê

11

Hêvî pir in têkurk pir in dilter in

Heterbûna pênûsa min jî per in

Hez dike gotin bi bîra min werin

Helbest wek min tim bi hesretan nerin

12

Kurdistan avis bûye ji hêviyan

Kurd jî li welatê xwe mayî biyan

Kurmê darê ji dêr e baþ tê xûyan

Keþtiya me ma li ber pêla deryan

.....

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org