|
danhev
û lêkdan HEMKOÇERÊ
CEZAWÎR EFRÎN
- ÞIYÊ Derd Rojekê paþayek
nexwaþ ket û nexwaþiya wî bû jan û derdekî giran, di hîngê de bêjîþk
û nexwaþxane jî tune bûn, ji ber wê yekê jî mirov zûzû ji nexwaþiya
xwe felat nedibû, çiqas wezîrên padþê hebûn li ser wî kom dibûn û
dicivîn nikarîbûn çareyek ji derdê wî re bidîtina, padþe bêçar ma
û got: Herin ji min re cadûbazan (suhirbazan) bînin.
Wezîr
derketin û çiqas cadûbaz hebûn hemû li ser þahê xwe kom kirin, demek
dirêj ew çû, çiqas hewl dan ku çareyekê jê re bibînin, mixabin rê
nedîtin.
Vêca
bi wezîran re gotin: þahê we bi derdekî giran ketiye û derman jê re nîn
e, lê tenê çareyek heye reng e ku ji wî re bibe derman, eger hûn
karibin jê re pêk bînin.
Wezîran
got: çi ye..!
Cadûbazan
got: Hûnê li nav hemû êl û miletan bigerin û bipirsin, eger we mirovekî
bêderd dît, hûnê kirasê wî bînin li þahê xwe bikin, renge bî wî
kirasî ew bi ser xwe bê.
Wezîr
derketin nav milet û geriyan, çiqas milet pirs kirin û dîtin, kesî bêderd
tune bû, dema ku vedigeriyan ware xwe, bi rê ve þivanek dîtin, çûn cem
þivên û jê pirs kirin.
Tu
þivanê kê ye! Þivên
got: Ez þivanê Axê me. Wezîran
got: Ma Axe çi dide te! Þivên
got: Pêdiviya min çi be dide min. Wezîran
got: Nexwa tu yî bi kêfî! Þivên
got: Belê rast e. Wezîran
got: Ma qet kêmasiyên te tune ne, derd, kul, êþ, xem û qisawetên te nîn
in!
Þivên
got: na na ez qet nizanim ku hûn çi dibêjin. Wezîr
þa bûn û gotin: baþ e, êdî te çiqas zêr xwastin em ê bidin te, tu jî
kirasê xwe ji xwe bike û em bibin li þahê xwe bikin û ji ber ve te çend
zêr xwastin tu yê bibe.
Þivan
ponijî û got: Bes kiras li min tune ye, ez bêkiras im?
Wezîr
pîs pîs çûn cem þahê xwe û gotin: Me çiqas milet pirs kir, kesî bêderd
tune bû, tenê mirovek hebû ew jî bêkires bû.
DEWATA
PISIYAN Rojekê
pisiyan dewtek xwe kirin, û xilatek ji miþkan re jî þandin, dema ku
xilat gihîþt miþkan, li hev rûniþtin û gul xwe nan..!
Rabûn
çûn cem mezinê xwe û gotin: pisiyan xilata xwe ji me re þandiye..?
Em
çawa bikin, dijmin in û em vexwandine dewata xwe!
Mezinê
wan got: hûnê herin dewatê, belkî bi vê çûndinê ev dijmantiya
ji navbera me rabe.
Miþk rabûn
ser xwe û gotin: baþ e, emir emrê te ye.
Berî ku bi
rêkevin, serekê wan got: hûnê derin lê, bila hiþê we li serê we be,
dema ku hûn ketin dîlanê, dîlana xwe tim di ber dîwêr re bigerînin,
eger we dît ku pisî ne bi rêve ne, xwe têxin qulên dîwaran.
KÛÇIKÊ
RIHMETÎ Þivanekî kûçikekî
xwe hebû, pir jê hez dikir, ji ber ku hefkî jîr û xedar bû, nedihêþt
gur bigihîne nav pêz û ne wêrî jê ve nêzîk biba.
Vêca þivên
gelekî qedra wî dikir û xwarina xwaþ tim jê re amide kiribû, rojekê
li ber dilê xwe got: ev miya min a serzer bila ya segê min be.
Ji xwedê re
nêt kir ku miya serzer ya kûçik e.
Êdî roj û
mihe derbas bûn û ew miya serzer ku þivên ji kûçik re terxan kiriye,
sal bi sal diza û pir salan jî cêwî anî, em pir dirêj nekin, weku mî
dimrin dizên jî, li encamê ji miya serzer sî mî bûn, lê þivan rojek
tenê li gotina xwe poþman nebûye.
Dem û çax
derbas dibin û rojekê ji niþkave þivên dît ku segê xwe mir. Êdî, lê wî
gûc giran hat, lê mirin bi destê xwedê ye, þivan rabû ji hezkirina xwe
ji kûçik re, çû gora wî li nav mezelê Îslaman kola, milet dît ku þivên
li nav miriyên wan kûçikê xwe veþart, pir li xwe giran anîn û çûn
cem qêdî li þivên gilî kirin.
Qêdî
wesand pê þivên û got: rast e, dibêjin te kûçik li nav mezelê Îslaman
veþartiye..!
Þivên got:
belê, divê ku hûn bizanibin ku sî mî, yên kûçikê min hebûn, û berî
mirna wî ji min re gotibû ez dehan jê bidim cîranan û dehan jî bidim mêvanan
û deh jî ji qêdî re terxan kiribûn.
Qêdî got: yanê
rihmetî bi xwe ev osî li te kiribû..!
Þivên got:
belê.
Qêdî got:
xwedê rihma xwe lê bike, here here zatir dawiya giliyên
miletê me nayê.
ÞÊR
Û KÊSEFIS Çend þêr
di rê re dimeþiyan, yek ji wan birîndar bû, tim kuliya û lingê xwe dêþî,
êdî li þûn hevalên xwe ma û hêdî hêdî bi tenê diçû, bi rê de
rastî kêsefisekî hat, kêsefis jê re got: kuve diçe birê þêr…! Þêr got: qiçkên
me li wê aliyê din in, min got: ez herim bibînim.
Kêsefis
got: li kîjan alî..!
Þêr got:
ha ha wî alî.
Kêsefis
got: hey wex, me ne qiçkên me jî li wir in, tirsa min e ku rastî hev
werin û seqetin di nevbera wan de bibin.
Þêr got:
bi xwedê ez bi birîna lingê xwe namirim, ezê bi vê gotina te bimrim.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org