SEYDAYÊ EVÎNÊ

(Pêximberê dildaran)

Diyarî bo Melayê Cizîrî

HEMKOÇERÊ CEZAWIR

 

Seydayê evîna dila

Kaniya hest û aqila

Rûbarê derdan û kula

dildarê dîlberê Mela

 

Ji çarsed salî bi þûnda

Gulîzara te geþ bîn da

Li ser keç û kurên Kurda

Pel û rûpelên wê sî da

 

Siya baxê te ji hîn e

Raman tevdîr û zanîn e

Bihna wê tora zengîn e

Zanistî çand û evîn e

 

Ew gelek îro navdengî

Þepal û þox û pir þengî

Weke jêder û ferhengî

Min dil bi wê re ahengî

 

Gupikên wê nûh piþkuvîn

Gul û gulçînên wê peqîn

Jê hildayî xweþ hulm û bîn

Zivingî jê da me telqîn

 

Ew gulþena ku te çandî

Bi dilpakî av weþandî

Wî gulek jê ne qetandî

Bi agahî wergerandî

 

Ji wê pertûk û dîwanê

Ji nameya wek qiranê

Ji sorgulên gulistanê

Bihnê dayî Kurdistanê

 

Weku dibêjim diyar e

Ew dîwana te buhar e

Naverok bi gulîzar e

Hemû bax û gul û dar e

 

Ew hest û ristên te bêtin

Hestiyêm pê hilavêtin

Wek zarokên þîr divêtin

Yên ku sîngê dê dimêtn

Zimanekî bes te nekir

Bi çar zaran te rave kir

Dilê xwe pê derman dikir

Çel milyon dil jî dax dikir

 

Bi rewþa çand û bi wêje

Bi babeta tu dibêje

Îro pênûs li ser gêj e

Bo te tim dike nimêj e

 

Xwedê dikim rojek hila

Biliviya ev aqila

Rubî rubî hiþê Mela

Pêximberê her dilkula

 

Da min jî gulek biçanda

Di her sibê avreþanda

Bêhna evînê jê hilda

Li ser gora canê Seyda

 

 

2000

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org