|
Ebdilqadir
Egîd
Ne
biyan bû..! Xweþ tê bîra min, li ser kenarê Dicleyê, di demeke nêzik
de, di çîrokeke dirêj de, li gel Biroyê dengbêj û stranin dîrokî de
em li hev rûniþtibûn. Biroyê dengbêj, tu bû, ez bûm, kurdekî serxetî
bû; binxetî bû; pêþmergeyek, gerîleyek wek te bû… Bi dengê xwe þer
dikir, li ber xwe de dida. Eger
em bipirsin : ‘Çima gola mijûliya dilê me di ser re çûye û êþa te
xwe li hestiyan pêçaye?’ Bê guman, giyanên me bersiva ku di vê pîvana
biçuk de pêk nayê û kin jî nabe, zanin.
Ji
ber ku tu razî nebû ku elfebeya romana tenê, ji miletê xwe yê di derya
tor û hunerê de dest dipeland, diyar bike,
elfebeya jiyanê jî. Lê
îro… bejna tîpên te qurmiçî ne, bê deng in, dîmenên wan li ser rûpelên
ku reþ bûne, diperpitin, bê
rengin. Rêsiyê hevokên teyî hûnandî,
xav bûne, li hev geriyayîne, li xewleyî pertûkan bêçare mane. Ziyana
wêjeyê girane, pir giran e, mezin e; ji gotinan, helbestan, pesindariyê
mestir e. Birîna
wêjeya kurdî – tevî bêdengiya wê – kûr e. Kulîlk, çivîk, çiya,
heval þagirtê dibistanan û hemû bêjeyan
xwe reþ girêdane, bi çol û
deviyan ketine. Erê,
ey stûna perwerdeyê, bingeha tîpên þermok, cihoka peyvên þêrîn..!? Her
hevok di her romanê de bi þîn e,
laþê xwe li ser te dicû. Her
zikak, kolan, çem, newal, çiya, dengbêj di wan romanan de, pirsa hilm û
bêhna pêçeyên te dikin. Zengilê
dibistana mamoste Sefo piþtî te, li ser masê bê deng ma ye. Zarokên
ku li qorzîkan , xwe li hêviya te dane hev, navê te li ser dîwaran dinivîsînin,
bi kurtepistin dîl. Çivîkên
ku her sibeh li ser milê Dîcleyê vediniþtin, baskên wan li asîmana ji
çûnûhatinê, û gerîna li te
qerimîne, qet nikarin li ser milên tu çeman deynin. Dicleya
te di dêra miþextiyê de dinale, dimale, dilê
wê bêyî dilê xwe lêdixe, dimiçiqe, dike hawaaaar;
lê dengê wê li hev vedigere,wenda dibe, mîna hilma te...!? Çiqas
gurzên tîpan li ser rewanê te bêne belavkirin, civandin, daleqandin, þewitandin,
heyv ji perestgeha þîna xwe qet dernayê. Welatekî bê bend, tifing, leþker,
û bombe ava nabe; herweha av di çemê Dicleyê û giyana te de careke din
naherike. Êþeke
nû.. rondikin nû..wateyin nû... û matbûneke nû...!!!??
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org