|
Berî
Wezaret û Dewleta Tirkiyayê, Bila
Kurd û Wezareta Hewlêrê Xwedîtîyê
li Kurdî û Kitêbên Kurdî Bikin Ehmed
ONAL* Îro ji çapemenîyê
geleke rojnamevanan bi rêya telefon û internetê nêrînê min xwestin ku
di derheqa daxwazîya Yekitiya Ewrupayê (YE) ji bo li Turkiyayê ku
kitêbên kurdî divê di nav kitêbxanê
û arþîvên tirkîyayê de cîhê
xwe bigrîn. Li ser vê daxwazê jî Wezareta Turizm û Çandî yê Tirkiyayê
Atilla Koç bersîvekî erênî dayê YEyê! De vêcarê hûn weke weþangerekî
Kurdî ji bo van agahîyan çi dibêjî? Ez
dixwazim wan pirsan bi þik
bibersivînim. Daku pirs bixwe jî þikê di nav xwe de diparêze. Pêþniyara
Yekîtiya Ewrûpayê ya ‘li Pirtûkxaneyên Tirkiyayê bicîkirina pirtûkên
Kurdî’, ji aliyê Wezareta Tûrîzm û Çandî ya Tirkiyayê Atilla
Koç ve hate qebûlkirin. Li gor vê biryarê,
ji niha û pêve rê li ber vedibe ku li hemû pirtûkxaneyên Tirkiyayê,
kitêbên Kurdî jî, bicîhbibin an na? Gelo ji çi guherin û ji çi pêwîstîyê
ev daxwaz û helwêsta Tirkîyayê heye ku van agahîyan bide? Tirkîye û
Ewrupa di van daxwazîyên xwe de gelo diristin an na? Gelo Tirkîya xwe li
ser guherînên dinê û YEyê dixwaze û dikare ku
biguherine? Dengeya ku ji bo çareserkirina pirsa kurdî/kurdistanî
re ku nekeve rewþeke
pozîtif, an erênî ev çawa pêþîyê li çanda kurdî
vebikin? Gelo Tirkîya dema ku ketiye wê helwêstê bi serketina
nijada Tirk û ji nexwendina kurdî re tekilîyek wê helwêstê heye an na?
Û hwd. dema ku em wan pirsan zêde bikin û di serê xwe de bihizrînin ev
bersiva meya esasî jî dê derbikeve û di serê me de jî dê zelal bibe! Dema ku li tiþtekî
bo ku baweriya te hebe, divê tu biceribînî. An ji ev tiþtên ku tu
dixwazî bikirî divê ji markayekî navûdeng û bibawerî be. Heyanî nûha
ceribandina sîyaseta Tirkîyê di derheqa kurdan de çi bawerî nedaye.
Marka tirkîyayê jî ji bo Kurda markayekê bêbawere, dij û dijwar e. We
demê jî divê em li ser wê agahdarîya Wezareta Turizm û Çandî yê
tirkîyayê lê kur bibin! Pêþniyara Yekitiya
Ewrupayê ji bo ku kitêbên kurdî
di nav belgename û arþîvê kitêpxaneyan de bi cîh bibin, pêþniyareke
pozitif e. Daku di sîstemên Ewropî de kes cudatîyê êdî nake navbera
kitêb, ziman, çand û gelan. Ev li bazara xwe ya bi istikrar digerin. Her
tiþti ji bo bazara xwe diafrînin û dimeþînin! Lê tirkîyayê hîn xwe
negihandîye wê dereceyê. Hin bi çetetî bazarê diki. Hîn cývata
sedsala 19-20 ya gundî serdest e. Hin projeya serê sedsala 20î li dar e.
Ango hîn devlet li ser sîyaseta monîst ango uniter dimeþe û her guherinek ji bo wan “îhanet e” Ji wê ev Wezareta Turizm û Çandî ya Tirkiyayê gor wê rewþ û siyaseta yekparastî ji bo tirk wê çawa biryarê bi cîh bike? Ango probleme dikare ku bî cîh bike? Ji bo kitêbxane û arþiv serastkirinê, sîcîla Tirkîyayê paqij nîn e û pir qirêj e.. Wan jî ji mêj ve di nav arþiv û kitêbxaneyan de; ev kitêb, rojname, belge û nivêsen ku gor ideolojî û siyaseta fermî ya tirk nebibûya hemû paqij kirin û winda kirin. Di vê derheqê de divê berpirsîyarê Tirkîyê ji dîrokê û kitêban lêborineke bixwaze! Paþê jî divê ji bo xwe û wê helwêsta þaþ rexnegir be, bi çi avayî kitêb þewitandin, niviskar û weþanger dan êþkencan û cezayê giran dan / didinû. Çawa, kijan, bi çi rê yê kitêban distîne? Gor wê helwestê qanûn çî ne? Ev hemû diyardebe ku ez jî ji wan û agahîyên wan bibawerbim! Siyaseta Tirkîyayê
ji mêj ve kitêbên kurdî û yên ku di derheqa kurdan da weke hacetekî “terorist”
nîþan dida/dide. Li kurda heqaret kirin û gotin “ev ziman ziman nîn e
û nayê fêmkirin. Ev kesên kurd ku di kolanan de bi zimanê xwe yê kurdî
diaxivt demekî bi cezayê pere hatin cezakirinî. Hin hêfa wan tê û xwe
serkeftî nabînin ku di vê diroka zimanê
kurdî û qasî ev tadayî lê kirine jî hin ji kurda;
% 30 – 40 kurdî dizanin û car caran diaxvên, qehr dibin! Îro
li Tirkiyayê di bin berpirsyarîya Wezareta Çandî de bi tevayî 1.447 kitêbxane
hene. Heya nûha ji bo gelek kitêban me jî weke Weþanên Pêrî , daku
kitêban bidin wan kitêbxaneyan serî li wezareta Turizm û Çandî
da. Lê bersîva hemû serlêdanên me yek carekî be jî, jî bo kitêbekî
be jî – Kitaba bi zimanê kurdî an Tirkî- her negatîf bû û
nestandin.. Sedema bersiva negatîf jî digotin “Derfeta aborî nîne ku
em bikirin, ji kerema xwe dema ku derfet bûn hûn dikarin ku carekî dî bi
rêyên fermî serî li Muduriyeta Çandî ya Giþtî
Beþa Kitêbxaneyan ji
bo arþivê bikin.”. Edî em jî serlêdanê aciz bûn. Lê ji bo kitêbên
nijadperest yê tirkayetîyê her pereyên vê wezaretê hebûn. Ev kitêben
ku sîyaseta nijadîya tirk dikirin û weke xençer li serê kurda dida, ji
bo hemû kitêbxaneyan dihate kirîn. Ev kesên ku dikarîya
ji Komîsyona kitêbxaneyan ve têkildar be û bi rêya ruþfet û iltimasîyê
an jî ji bo rantibiliteya sîyasî, ev kitêb diketin nav arþîvên Kitêbxaneyên
Wezirên Çandî û Wezîrên Perwerdeyî yê. Di vê derheqê de Wezareta Turîzmê û Çandî dê kitêbên çawa bitsîne? Yên çawa netsîne? Bersîva wê jî diyarde kir û got: “Em kitêbên kurdî dê ji bo Kitêbxaneyan bigrin û bi cîh bikin. Le divê di nav wan kitêban de helwêsta cudakarîyê (kurdewarîyê) tu nebe. Daku rê li wê venebe mumkune ku dewlet bixe, em bixwe kitêbên kurdî çap bikin û di kitêbxane û arþîvan de bicîhbikin.” Ev tê wê maneyê ku dewlet dibêje ‘Bawerîya me bi kurda nîn e. Ji kitêb û zimanê wan jî nîne. Ji bo wê divê hefsarê ziman û kitêbên kurdî her di destê me da be! Lazime ku hîç tiþtekî kurda azad nebe. Her tiþtên kurda bila bi biryara me bimeþe!” Ez jî dibêjim ku
bila divê cudakarî li kitêban
neyê girtin. Her çi kitêb ku derketin divê di nav arþîvên hemû kitêbxaneyan
de cîh bibe. Divê ji bo ku “Derfeta pere ji bo kitêban nîn e!” nebe
bahane. Dixwazin ku ji alîyekî ve xwe
li cîhanê weke “demokrat” bidin nasin, ji alîyê di ve jî kitêbên
kurdî ji bo manuplasyona kurdewarîyê
bikarbînin. Weke ku “pirsa
kurd heye lê pirsa yek
milleti, yek al, yek dewleta uniter a tirk e. Ki ku wa nenêrî weke her demê
tê cezakirinî. Ev Tirk ku weqasî kitêbê hezdikin, qedr û qimetê didinê
–gor wan sozên ku dabûn heyetên Ewropî- bila tadayîya li ser azadîya
ramanê rabikin! Na ranakin û herî cezayê lê giran dikin. Ez dê çawa
li pirsa wezir baberiyê bînim. Ji bo ku ev daxwaza
YEyê bi cîh bibe, divê azadîya ramanê bi cîh bibe. Nijadperestîya
Tirk ji nav sîyaseta desthilatdar derkeve. Di vê demê de dixwazin ku kanûnên
qaþo ji bo demokratizekirina Tirkîyê derxistîbûn biguherînin li ser
daxwaza artêþa dagirker, nûka wan çend guherînên erênî jî ji
þûnve radikin. Di vê xirecirê de, di nav van kanûnên hovane de
dê çawa rê li kitêbên kurdî
vebe ku bi destê devletê belav bibe here bigihêje kitêbxaneyan de cîhê
xwe bigire? Bi rastî havsala min nagire!
Daxwaz dikim ku ez þaþbim. Lê hîç bawerîya min bi vê rejima
kurdîkuj re nîne! Ez daxwaz dikim ku berî her tiþti kurd bixwe bila li kitêbên kurdî xwedî derkevin. Bila berî her kesî Kurd kitêbên xwe bitsînin û bixwînin. Bila ji bo meþruiyeta
xwe tekoþer bibin. Ji bo ku kitêbên
me di arþîv û kitêbxaneyan de
cîh bigrin em daxwaz bikin û
serîlêdanê jî li wezareta tirkiyayê bikin. Daxwazîya min berî
her tiþtî ne ji dewleta dagirker, lê ji kurda heye ku
ev bixwe ji xwe re arþivên ji kitêbên kurdî çê bikin. Ez bawer nakim ku
Wezareta Tirkiyayê xwedîtîyê li kitêbên kurdî bike. Bila
kurd û Wezareta Hewlêrê xwedîtîyê li kitêbên kurdî bike. Bila Wezareta Turizm
û Çandî yê Tirkiyayê bo ku bawerîyê bide weþangerên kurd, çend
sale em dibêjin bila KDV ya li ser kitêbê rabike. Bila bandrolê rabike. Di welatên Skandinav de çawa qedr û qimeta kitêbê, weþanger, niviskar digre; bila Tirkîya jî weke wana be! *
Xwedî û Edîtorê Weþanên Pêrî
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org