Weşanên Pêrî

Söğütlü çeşme Cad. Pavlonya sok. Nuh oğlu Apt.No: 10/19 Kadıköy / ISTANBUL

Tel-Fax: 0 216. 347 26 44, e-Mail: perikitap@nefel.com

Paraznameya Doza 1968 / 235î li Antalya yê

Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyayê

(TKDP - Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi

1968/235 Antalya Davası SAVUNMASI)

M.Şakir Epözdemir

Dannasin: Ehmed ONAL

 

ISBN 975 - 9010 - 16 - X

Ebat: 21x13,5

Fiyatı: 10.00 YTL

 

37 sal berê, di dadgehên dagirkeran de kêşeya kurda cara pêşin bû ku wekî komelparast, ji bo meşruîyet û mafê  kurda di platformekî weha de hatîbû parastin. Ev pirtûk wekî belgename ya wê paraznamê ye... Ev belge, di salên 1920-30an de, tirs û xova ku dijminên me yên hovîyane daxistibûn nava mejûyên me hêdî hêdi despêka çalakîya ji mejû yê kurd  avitine ye..

Disa di vê paraznameyê de hûn xwendevan dê bibinin ku  li hember vê paraznameyê ne tenê kurd, lê hakim  û  dada devleta tirk jî bê tecrûbe bûye. Divê ev pirtûk gor demê bê şirovekirin ê. 

Di pirtûkê de rewşa bizava kurd, di salên  1968yî de rewşa dada Tirk û ya herî girîng raya gelê kurd çawa ligel an dijî vê bizavê ye, çi helwest û reaksîyonan lê girtîyê û xwedîtî  lê kirîye?

Di pirtûkê de  beşa  “Bîranîn, bûyer  û nirxandin”ê de  gelek mijar hene ku ji bo ku mirov demê baş fêm bike delîl û desîse  hene.  Hûn xwendevan dê bi balkêşî wan bixwînin û binirxîn in.

Ev sazbûna Partîya Demokrata Kudistana Tirkîyeyê  li Bakurê Kurdistanê cara yekemîn bû ku kurdistanî partîyek aidi xwe saz dikin. Ji bona wê jî kurd weke netewe tê izahatkirin, desturname û bernama partîyê bi avayekî nivisî, xwedî al û muhir derdikeve holê û bi pir alîyî ve ji nijadperestîya Tirk û soven dixaze ku xwe biparêz ê.

Xwedîyê paraznameyê û nivîskarê pirtûkê ji bo dema dadê weha dibêje:

“Dada Antalyayê di tarîxa me de cara yekemin bû ku welatparêz û rewşenbîrê Kurd di Mahkeme ya Tirkan de Partîyeke Kurd tevi desturname û bernama wê diparêzîn, lê xwedi derdikevin û raste rast tê mudafaakirin. Ji gelê Tirk û gelînên Turkîyayê re,  ji dadger û hakimên Tirk re, Ji Kurdistanîyan re pirsa kurd bi aşkerayî bê tirs hatiye agahikirin û parastin.

  Parazname ya kadroyên mutewazî û xwedi helwesta demokrat û  daxwazkarên mafê gelê Kurdistanîne. Ji bo wê jî herkesên ku ji xwe re dibêjin “Em rewşembîr û Kurd in.” divê vê pirtûkê ango paraznameyê rêz bir rêz bixwînin û binirxîn in.

Ev parazname; ne tenê Paraznameya Kurda, Kurdistanîyan û Partîya Demokrata Kurdistanê ye. Ev parazname, di heman deman de paraznameya berjewendîya Tirkiyaye, Tirka û gelên Tirkiyayê ye. 

Eger ev daxwazên ku çawa di vê paraznameyê de jî tê xuya kirin yên asanê û insanî di wexta xwede layîqî Kurda bihata ditin, bê guman miletê tirk û kurd, welatê Tirkîyayê û Kurdistanê dê  wêrane nebûya û ev dê ava bûya û qezenc bikiraba û her yek bibûya ciwatek moderen, bextewar û di cîhanê  de cîhyeke rumet dê  bistandandana.. 

Eger guh ku bidana  daxazên me  yê bi makulî; xwîna  bi dehan hezaran insanan wê neherikîyana, metrepolên Tirkiyaye dê nebûyana cehennem û bi hezaran gund, cîh û war neşewitîyana û bi milyonan insan wê koçber nebûyana! 

 

Ji bo wê jî daxwaz û paraznameya rewşenbîrên Kurd ya salên  di 1960î de divê carekî din bi ber çavan ve dê bê derbazkirinî.  Ev daxwazên me yê masumane hîn jî di şûna xwe de mane û bi manene. Ji bo wê jî divê hemû rewşenbîre tirkiyayê  hinekî guhê xwe bidin ser daxwaz û peşnîyarê welatperwerê kurdistanê. Daku ji bo menfaat û berjewendîya miletê tirk jî ev pêwiste.    

  Dema ku min ev paraznama di dada tirkan de kir; min bir û bawerîya xwe  ji Fehmî Bilal (katibê Şêx Seidê kal e), Faik Bucak, Kemal Badıllı, Said Elçî û  hevalê xwe yê din yê endamê Partîya  Demokrata Tirkiyaye girtîbû.  Min bi wê doze bawerî kirîbû.  Bo ku min ji rastî û realitê  re baweri anîbû, ji bo wê jî  hiç demekî bê hêvî nebûme û nemame…

 Bila ev pirtûk li Tirkîyayê û Tirka, Kurdistanê û  Kurda pîroz be!

  

Rojên  Bi  Mij

(SİSLİ GÜNLER)

  İbrahim KOYUN

Dannasin: Ehmed ONAL

(Romana Serpêhatîyê- Anı Roman)

ISBN 975 - 9010 - 14 - 3

Ebat: 21x13.5, 144 Sayfe

Fiyat- Biha: 9.00 YTL 

Feqirî. Bêhîvîtî. Bêkarî. Bênasnameyî. Hêvîşikesti. Xûmar. Di binê diwaran de bi araq wexwarinê teselli bûyîn û dîtîn. Xesudî. Neşopandin û nedîtîna  evînî yê. Xemsarî. Zikreşî. Neqebûlîkirina alîkarîyê.. Qûretî… Kesayetîya bîyanî.. Terkî selabûna bervî mirinꅠ Ji xwe, ji jîyanê û civatê durketin… Gav bi gav bervî mirinꅠ Ji xwe re dijminatî û dijmin dîtîn! Bervî hemû xirabîyan ango “Rojên  Bi  Mijî” berdayîn… Beredayîtî… Teslimbûyîna heri dijî xwe û dijwar!... Lê paşê?!

Paşê jî: Di nava van hêmû xirabîyan de ku xwe digevizine misqalek ronahî dipijiqe.. Hêvî.. Bervî insanetîye.. Hebûn.. Şikestina hêvîtîyan  bi bervî hêvîyan. Kesayetîya  xwe ditinê. Xwe û xwe  bûyîn.. Di nav agirê evînê de şewitayî û girêdayî.. An jî bi zanyarî terk kirin. Ji xoşewistîye re têgihiştin.  Dil ziz û dilgeşi.. Bi destxistina xwe û jîyanê. Kêşeyên  civatê û ji civatê re mijûlbûyîn.  Evîn û hêvîya ku windabûbû bi nû ve ji bo ditînê xebat û dîtîn.  

Xwendin û fêrbûn. Ji jîyanê sûud girtin û tevi mirovetîyê  bi nû ve ji bo jîyandinê  test kirin.  Şikestîya û dema biryara ji bo mirovayetîyê bi hevre girtin  û  gihandina insanan, jîyana ku  ji insanan re parvekirin.. Û bi nûve ferbûyîna mirovetîyê. Ji reşetarîya jîyanê bervî çûyîna bihûştê… Û ditîna insanetîye, evînî, hêvîtî û rûmetî.  Ji pêxwasîyê şermezarîbûyî û di nava afrênêrîya cihânê de hûnandin. Dijî reşetarîye xwe li ronahîye girtîn…  Reşetarîye di nava lawazîyê de, di demekî herî nazik de biqelêşî û bervî ronahîye bûyîn. Serkeftin… Ji rewşeki heri xirabe ve derketin û serkeftin… Wê hevî û evîne weki ajdarekî di dilî de dayne û bi hunerekî herî mezin û jîndarî de serkeftî bûyîn… Di jîyanê de, di karê herî giran de serkeftin…

 

Ji alîyê civaknasîyê de; jîyana ku di navbera gundeyatî û şaristanîyê de serpêhatîya  parçe parçeyî bûye û fena erdhejê her çi heye serû bin dike.. Kelecanîya salên 1968 û 1978 û paşê jî loxa ku di ser ciwanên wê demê de derbasî bû, ya 12 İlona 1980î..

Ji gund derketin…Koçberbûyîn… Bi hêvî û paqijîya xwe daxili şoreşê bûn û demokratîya  bi zahmetî… Rasthatîna gundeyatîya li bajarî. Sistema bi qurnazi, zikreşî û durûtî ya xwe ku diji aqil bi serketî. Jîyana bê berjewendî.  Gelo ev çi hovîtî bû?..  Lê çi Imparator daruxîyan û winda bûn.. Bes di dîrokê de her tiştê ku daneruxîyaye mirovayetî ye, çand û hunera insanetîyê ye..

Bi kurtî  İbrahimê Dersimî ji jîyana xwe ya keti û daketî, û cardin serketî de  bi penivîsek xwerû, zelal  û dilgermî romana xwe ji jîyana xwe standîye, hunandiye ûxwastîye ku ji were parve bike û parve kiriye. Hal û mercên insanan ji Dersimê, Xartpêrtê, Enqerê û Aydinê girtîye û pêşkêşî we xwendevanan kirî ye.  

Pirtûk sanal nine, tabîye..  Qasî ku tabîye ev qasî jî herikbar û edebî ye..       

Pirtûk bi van mijarên jorin mijûl bûye…  Daku bala we xwendevanan nekişîne ne mumkun e. Bo ku di jîyana her kurdekî de ev jîyan sedîde sed derbasî bûye. Kêmasî eve ku ev pirtûk dimenek ji jîyana kurdekî hêjare ku mixabin bi zimanê tirkî hatîye nivîsînî…  

 

Biyografîya

Rêber û Rewşenbîrê  Kurd

(Yên ku bêrî 1923î de hatine dinê)

(1923 Öncesi Dünyaya Gelen  KÜRT ÖNDER VE AYDINLARININ  BİYOGRAFİLERİ)

 Hasan Ünlü, A. Halik Aydın

Dannasin: Ehmed ONAL

 

ISBN 975 - 9010 - 11 -9

Ebat: 21x13.5, 160 Sayfa

Biha: 9.00 YTL 

 

Civatên bêrewşenbîr, bêrêber û jîyaneke bê nivîs û bêdelîl, hebûn û nebûna wê civatê her tê axaftin. Ev civatên ku rewşenbîr û rêberin xwe nebûnê bê rumet bûne. Jî bo wê jî cıvata ku rûmetê nede rewşenbîr û rêberê xwe bixwe jî bê rûmet e, nezan û xizan e.

Rewşenbîr her dem di nava çalekîya ronakbîrîyêda ye. Ji bo wê jî şoreşger e û pêşverû ye.

Rewşenbîrî û rêberî berî her tiştî ji bo civat û neteweyê bindest û şunvemayî pêvîst e.

Rewşenbîr û rêber dijî kewneperestîyêne û kewneperest jî dijî rewşenbîr û rêberîyan xwedi helwest in. Rewşenbîr û rêber ne li gel rejimê li dijî rejimê li gel hêjaran û mazluman in. Ji bo rejima kewnepoşî rewşenbîr û rêber wekî mazluman “Yên din” in. Rewşenbîr û rêber jî pişta xwe didin “Yên din”.

Armanca mirovê rewşenbîr û rêber adalet, azadî, demokrasi, wekhevî yê. Dema ku ji bo wan erdeman xwedî helwest nebê nabe rewşenbîr û rêber.

Di Rojhilatanavîn de gelê Kurd jî neteweyekî qedim e. Kurda ji bi rewşenbîr, zana  û rêberê xwe hebûna xwe di cîhanê de ispat kirî ye.

 Rewşenbîr û rêberê me Kurda jî di pir alîyî ve; ango di çand, hûner, wêje, civat û neteweyeti û hwd. de lêkolîn kirîye, parastîye û ji bo pêşvexistina neteweya xwe tekoşer bûnê. Ev tekoşîn û çand devrî nesîla paşe roja xwe kirîne. Ji bo wê afrênêra etnîki û neteweyî çawa ku di vê pirtûkê de jî diyarde bûye can û bedel dan e. Ev serpêhatî di diroka me ya “bê talih” a Kurdan de jî kifşkirîye û tê fêmkirin. Ev qasî gûlebarandin, dardakirin, koçberî, penaberî, hesreta jîyana welateki û malekî germ kêm rewşenbîr û rêberê me hene… Gelo hûn hêjmara wan dizan in?    

Tekoşîna ronakbîrîyê, li ser xeta zanyarî ya ziman, çand, dirok, siyaset, civatî û di her alîyî de pirskirin e, analizkirin e û gihandina civakê ye. Afirandin û tekoşîna di jîyanê de  bi cîh kirinê ye.     

 Li gel rewşenbîr û rêber, çi tabû nîne. Ji bo wê jî rexne rexnegirtin ji bo wî/wê jî xwedî nêrîna septisizma zanyarîyê ye. Di helwesta zanyarîyê de bê tawîz e û dijî rejima kewneperest bê iteat e.   

Rewşenbîr û rêber tehlike ya ku bervî gele, divê herî zû bibîne û ji bo ku bibe manidar hewl bide.  

Rewşenbîr û rêber li ba gel, her dem di nava çalekîya hişyarkarîyê de ye.  

Rewşenbîr û rêber di nava çalakîya ronakbîrîyê de xwedi agahdarîya zor û zelpa rejima kewneperest e. Bi zanyarî daxîlî  nava çalekîyê dibe.

Di dirokê de netewe ya Kurd, di rojhilatanavîn de xwedî hejmarek 35-40 milyon e û hebûna wê hatîyê inkarkirin.  Lê rewşenbîr û rêberê Kurda dijî wê hovîtiya nemirovane bi fidakarî helwest girtin e û tekoşer bûne.

Av. Hesen Ünlü û A. Halik Aydın ev pirtûka bi navê “Biyografîya Rêber û Rewşenbîrê Kurd (Yên ku bêrî sala 1923î de hatine dinê)” weke rewşenbîr û rêberê kurd mesulîyetek girtine ser milê xwe, nivisîne û pêşkêşî me/ we xwendewanan kirin e.

Hûn di vê pirtûkê de rastî zanînê nû bibin. Mumkune ku hûn  kêmasîyan jî bibîn in. Diyare ku mijar ji guftugoyê re vekirîye û mijarek gelek fireh e.  Neteweyek û welat parçekiri, mejû û zimanşikesti, komkujî û di nav helandinekî dijwar de, hemû tîr li ser neteweyê û bi taybetî li ser rewşenbîr û rêberê kurd; rastnivisandina rewşenbîr û rêbere kurd yên kewn kareki ne asan e.  

   Hasan Ünlü û A. Halik Aydın di mijarek weha giring de gelek berhevokên muhim komkirin e û pêşkêşî me kirin e.  Destê wan neêşê! Jiyana wan her dirêj be…

1514 PEYMANA  AMASYA YÊ

TÊKİLÎYA KURD Û OSMANÎ

Û

MEVLANA İDRİS-İ BİTLİSÎ

Şakîr Epözdemir   

Dannasin: Ehmed ONAL

ISBN 975 - 9010 - 15 - I

Ebat: 21x13.5, 176 Sayfa

Biha: 10.00 YTL 

Di Salên XVIî de Kurd bes di statûyeki de idare nebûn e.    Ji nodî zêdetir mezin an piçûk îdare û statûyên Kurda hebûn e. Gor parêzgerên teza diroka Tirkên ku dibêjin,  "Ji paş Şerên Çaldıran ve    Doğu Anadolu daxîlî Osmanîyan bû.” ne raste. Wê demê di herema Kurdistanê de hêza serdest mir û emaretên  Kurd bûn.

Di peymana Amasya yê ya  1514an de di navbera  Siltanê  Osmanî Selim Han û taqriben 23 Eşîr û Emîrên Kurdan de ku bi daxwaz saz bûye û dawî bûyê.  Ev peyman   di navbera  İmparatorên  Osmanî û Emîrên Kurdistanê yên bi serênxwe de,  bi şêweyek  zaruri û dilxwazî ittifaqa bi  sozname ye.  Bi vê peymanê re herdu alîyî jî   300 salî sadiq mane. Lê belê  Sultan Mahmudê duwemîn; gor 'reform' û  'navenditî' ya politîka dîqtatorî helwest girtin, ev payman û sozname nasnekir û ihlal kir. Li dijî  Kurd, Ereb û hemû qewmê   Muslîman  şer destpêkirin. Bi fermana Fermandarên  Almanî  her cîh  kirin fena gola xwînê. Ev İmparatorîya mezin  bi helwesta  'Nizamı Cedid’an, 'Fermana Tanzimatan’ û bi qestokî  'Meşrutîyet'an û ji wir heyanî  'İttihat û Terakki'yan  daku gîhandin  Kemalîzma îroyîn, hemû gelên nigarê ku weke gul û sosin têne binavkirin û solîn an gulistana mirovayîyê vemirandın kirin goristan.  Her çıqas  Mahmudê Duwemîn  û  Abdulmecidê Sultan ku jîyana Kurdistanê xirabe kirîbûn,  Sultan Abdulhamid xwast ku wê xirb û malweranîyê tamir bike.  Lê belê nijadperestên weki İttihatkaran, Jountirkan û ev entelên Kurd ên ku şaşî dinêrin,  hemûya awirên xwe kişandın ser û ji xwere kirin rik.   Wê helwesta   Meşrutîyeta duwemin  temela  Kemalizma diqtatorî ya iroyîn amade kir.   Di dema salên 1514-1850 de li  Kurdistanê desthilatdarî di destê emaretên kurd  Baban, Botan, Soran,  Mahmudi, Hakkari  de bû.

Paş dema Tanzimatê; Devleta Alî Osmanî desthilatdarîya beg, emaret, mir û eşîrê Kurda hêdî hêdî ji holê rakîrin. Dijî vê siyaseta Dewleta Ali Osmanî, Emaretên Kurda di salên 1840î de bi şêweyek serîhildanî û şer  bersîv dan Dewleta Alî Osmanî. Ev serekên Kurdan yeko yek ketin destê  Osmanîyan,  bi “şert û merc” esir girtin,  koçberî   diyarên dûr û bîyanî kirin. Bi vî avayî Peymana   1514yî ya Amasya yê û Emaretên  Kurda bi dawî anîn û desthilatdarîya Kurda ji holê rakirin.  Ji wê rojê ve di rojhilata navîn de Pirsgireka Kurd û Kurdistanê bû weke  birînareş, daku  hîn jî çareser nebûye…  

Tê dîtîn ku ev raman û perspektifa hanê bi salane ji alîyê Kurda ve  nehatîye axaftin, nivîsîne û  lê kur nebûne ku bila bê jibêrikirinê.   

Birêz Şakir Epözdemir belge, dîtîn û ramanên  bi vî avayî di vê pirtuka xwe de şirove û peşkêşî  xwendewanan dike. Daku dixwaze bila jibera xwendewanan  xirabe bibe û nêrinên nû gor kirîtîkkirina  guftugo û lekolina sererast bigêhêje  merhale ya bilind û rast.

Ev pirtûk ji bo wan kesên ku dixwazin li ser tarîxa welatê xwe yê Kurdistanê ku zanyarî bibin û bi zanyarîya xwe tê de tekoşer û agahî bibin belgenameyeke balkêşe… Divê diroknas û sîyasetmedar vê pirtûkê binirxînin lê kur bibin. Çavê te ronî, asoya te fireh, destên te bê jan û jîyanek sax û dirêj her para te be Mamê Şakir…

 

Pêrî Yayınları

Söğütlü çeşme Cad. Pavlonya sok. Nuh oğlu Apt.No: 10/19

Kadıköy / ISTANBUL

Tel-Fax: 0 216. 347 26 44, e-Mail: perikitap@nefel.com

 

 

TKDP - Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi

1968/235 Antalya Davası SAVUNMASI

M.Şakir Epözdemir

 

ISBN 975 - 9010 - 16 - X

Ebat: 21x13,5

Fiyatı: 10.00 YTL

 

Otuz yedi yıl evvel Kürt sorununun mahkemelerde  ilk meşru savunusu olduğu için önemli bir belgeseldir. 1920-30’larda yaratılan  korku duvarlarının aralandığının göstergesidir.  Buna karşı  Kürtlerin, Kürdistan'ı  açık  savunmaları  ile  karşılaşan mahkemelerin beklenmeyen tecrübesizliklerini göreceksiniz.

Kitap, 1968'li yallarda Türk hukuk işleyişini, o dönemdeki hakimlerin ve kamuoyunun bu soruna bakışını okuyucuya yansıtmaktadır.. Kitabın  “Anılar, Olaylar ve Yorumlar” başlığı  altında bir çok konuda dönemi analiz etmek için sayısızca ipuçları var. Okuyucuların bu kayıtları ilgi ile okuyacakları kesin.

Ayrıca bu girişim Kürt siyasetinin kendi ayakları üzerine oturma, kendini kurma girişimiyle

şoven Türk siyasetinden çok yönlü kopuşun ilk adımlarıdır.

Kitabın Yazarı ve savunmanın sahibi Şakir Epözdemir “Mahkeme Süreci”ne ilişkin şunları aktarmaktadır:

“Antalya Mahkemesi, tarihte ilk olarak Türk Mahkemeleri önünde Kürt yurtsever aydınlarının; bir Kürt Partisinin programını savunma olayıdır. Türk halkına, Türkiye halklarına ve Türk Hakimlerine, Kürdistan ve Kürt Sorunu’nu çok açık ve korkusuzca anlatmaktır. Savunma  çok veciz bir şekilde demokratik istemlerde bulunan bir kadronun mahkemesidir. Bu yüzden, her ‘Kürdüm veya aydınım’ diyen  insanın kitapçığı satır satır okumasının gerekliliğine inanıyorum.

Bu savunma, sadece Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi'nin, Kürt'lerin ve Kürdistan'ın savunması değildir. Bu savunma, Türkiye'nin, Türkiye halklarının ve Türkiye'de yaşayan herkesin geleceklerinin savunmasıdır. Şayet bu savunmada istenilen basit insani haklar zamanında verilmiş olunsaydı, Türkiye şimdi çok kolaylıkla dünyanın ilk on devleti arasında mutlu, müreffeh, çağdaş ve hak ettiği yeri almış olurdu. Eğer bizim isteklerimize kulak verilmiş olunsaydı, ne onbinlerce insanın kanı dökülür, ne metropoller cehenneme çevirilir, ne de binlerce köy yakılır, yıkılır ve milyonlar göçerttirilmek zorunda bırakılırdı..

Bu bakımdan da, 1960'lı yallarda Kürt aydınlarının istemlerini bir daha gözden geçirmekte yarar buluyorum. En basit ve masum isteklerimizin henüz de geçerli olduğunu düşünüyorum. Bu yüzden Türkiye’nin tüm aydınlarının bir nebze olsun Kürt yurtseverlerine de kulak vermeleri bakımından bu kitapçığı gözden geçirmelerini Türkiye'nin genel menfaatleri bakımından faydalı görüyorum.

Ben bu savunmayı Türk Mahkemeleri önünde yaparken; en büyük ilham kaynağını Fehmi Bilal (Şeyh Sait Efendinin katibi), Faik Bucak, Kemal Badıllı, Sait Elçi ve bunlara bağlı olarak TKDP’ DE yer alan çok değerli arkadaşlarımdan aldım. Bu davaya inanıyordum. Gerçeklere ve realiteye inandığım için, hiçbir zaman inanç ve umudumda en ufak bir tereddüt hasıl olmamıştır.

 Bu kitabın eksiği Antalya C. Savcılığı’nın dava hakkındaki iddianamesidir. Hem Diyarbakır C. Savcılığı'nın soruşturma ile ilgili ve hem de  Antalya C. Savcılığı’nın dava ile ilgili iddianamelerinin metinlerini kitaba ekli bulunan İzmir Devlet Güvenlik Mahkemeleri (DGM) Karar Mazbatasında bulmanız mümkündür. Antalya Mahkeme kararında da iddiaların nelerden ibaret olduğunu anlamamız mümkün. Ancak İzmir DGM Kararının “Suç Vasfı” başlığı altındaki metin, bu eksiği tamamlamaktadır.

Bu kitapçığım, Türkiye'ye, Kürt'lere ve Türk'lere yarasın.. temennisinde bulunmaktadır.

Anılarla 1960’ları Kürt cephesinde oluşan siyasi refleksi birinci elden ve mahkeme savunmalarıyla sunmaktadır..

 

SİSLİ GÜNLER

İbrahim KOYUN

 

(Anı Roman)

ISBN 975 - 9010 - 14 - 3

Ebat: 21x13.5, 144 Sayfe

Fiyatı: 9.00 YTL 

 

Yoksulluk. Umutsuzluk. İşsizlik. Kimliksizleşme.  Hayal kırıklıkları. Kumar. Duvar diplerinde içki ile tesselli bulma. Kıskançlık ya da hesudî. Sevgiyi umursamama..  Yardımlaşmayı reddetme.. Yabancılaşma. Kendini ölüme terketme.  Yaşamdan, kendinden ve toplumdan uzaklaşma. Ölüme adım adım yaklaşma. Kısacası kendine düşman bulma ve düşman olma! Tüm kötülükleri yani “Sisli Günler”e kendini bırakma. Teslim olmayı en uç boyutlarda yaşama!.. Ya sonra? Sonra ise:

O kötülükler içinde kıvranırken küçücük bir kıvılcım, umut, insanlığa dönme, var olma, hayal kırıklıklarını umuda dönüştürme. Kendinle buluşma. Kendisi olma. Aşk korunda yanıp tutuşma ve bağlanma yada bilinçlice terketme. Sevgi ile kaynaşma. Hoşgörüye açılma. Kendini ve yaşamı yakalama. Toplumu ve toplumsal sorunlarla ilgilenme. Aşkı kaybetmişken bulmaya kalkışma ve bulma. Okuyup öğrenme ve yaşananları insanlık ile birlikte yeniden sınama, kırılma ve karar alma anlarını anılarıyla insanlığa ulaştırma ve paylaşarak yeniden ve yeniden öğrenme. Yetinmeyip   o insanlık cehennemini  aşarak mutlu insanlıkla buluşma. Asalak yaşamdan nefret ederek üretime, bilgi ve  bulgu ile yoğrulma. Karanlığa karşı aydınlığa sığınma. Karanlığı yaşamının en zayıf, en zor ve nazik anında yarma...  Başarma... Başarısızlıktan çıkarak başarma.  İçindeki aşk ve umut filizini yeşertmeyi ve sağlıklı büyütme sanatını icra etmeyi başarmak. Yaşamda zoru başarmak...

Kısacası Dersimli İbrahim Koyun, tasarlamamış yaşayarak doğal hallerini samimiyetiyle okurla paylaşmaya kalkarak, ülke ve insan hallerini Dersim’den, Harput’tan, Ankara’dan ve Aydın’dan okura sunuyor. Kitap sanal değil, doğal. Doğal olduğu kadar da edebi ve sürükleyici.  Birazda köyden çıkıp şehirleşirken yaşanan “acılar”ı, tatlıya çıkarmanın ruh hallerinde yarattığı depremlerin serüveni. 1950’ler de doğan Kürt insanının üzerinde silindir gibi geçen  üç darbe ve her tarafta savaş kokan bir dönem ve yaşam.  Sosyal çalkantıların, heyecanların ve tutkuların genç ve köydeki saf ve sefil yaşamı terk ederken tüm saflığı ve içindeki güzellikleriyle buluştuğu devrimci- demokratik ettik değerlere bağlandığı ile karşılaştığı çirkin şehirleşememiş, şehirdeki köycül dalavereciliğinin tüm kurnazlığıyla “akıl”ı çarptığı ve “köşe dönücülüğü”yle   insanlığı vurduğu sistem. Hiç güvencesi yok... Ama tüm varlığıyla her bir insanın var olabilecek güvencesi yok... Nice imparatorların devrildiği bir zemin... Ancak var olacak tek şey insan, tabiat, doğa ve paylaşılan kültür ve değerler.

İşte bunlarla meşgul olan bir kitap. İlginizi çekmemesi mümkün değil!

 

1923 Öncesi Dünyaya Gelen

KÜRT ÖNDER VE AYDINLARININ  BİYOGRAFİLERİ

Yazarlar:Hasan Ünlü, A. Halik Aydın

ISBN 975 - 9010 - 11 -9

Ebat: 21x13.5, 160 Sayfa

Fiyatı: 9.00 YTL 

 

Aydın, önder ve yazım yaşamından yoksun toplumların, tarihsel yoklukları hep tartışılır olmuştur. Öz savunmalarından yoksun olmuşlardır Zira aydını olmayan toplum belleksiz, delilsiz ve bilgisiz toplumdur.

Aydın, aydınlanma eylemi içerisinde olan, yanı rönesansçıdır. O nedenle sadece halkçı değil, aynı zamanda devrimci ve ilericidir.

Aydın, geri toplumlarda ve gerici rejimlerde "öteki"dir. Dayandığı yegane güç de rejim değil, "ötekiler" olmak durumundadır. Aydın insanın hedefinde; adalet, özgürlük, demokrasi ve eşitlik olmazsa olmaz erdemlerdendir.

Ortadoğu'nun kadim milletlerinden olan Kürtler de tarihi rollerini oynayan aydınları ile varlıklarını dünyaya ispat etmişlerdir. Aydınlarımız ulusal, toplumsal, kültürel değerlerini derleyip toparlamış, üretip geliştirmiş ve gelecek nesillere devrederken can bedeli bir mücadele sürdürdükleri bu kitabin içeriğinde ve "talihsiz" tarihimizde de çok net anlaşılmaktadır. Onca kurşuna dizilenlerimiz, darağaçlarına çekilenlerimiz, sürgün, mülteci ve sıcak bir vatana ve yuvaya hasret kalan aydınlarımızın sayısını bilenimiz var mı?

Aydınlanma mücadelesi bilimin ışığında, dil, kültür, tarih, siyasal, sosyal ve tüm alanları araştıran, soran, sorgulayan ve analiz ederek kitlelere ulaşarak üretime ve yaşama yansıtılması çabasıdır.

Aydın tabulardan arınmış kişidir. Bu nedenle bilimsel kuşkucu felsefeyi ve eleştiride ikircikli davranmaz. Bilimden taviz vermez ve gerici sistem karşısında iteaatsızdır.

Aydın okuyup öğrenen, öğrendiklerini halka sunan ve uyanma eylemini gerçekleştirendir.

Aydın, topluma yönelen tehlikeleri önceden görüp, deşifre eden ve manidar olmaya çalışandır. Bu açıdan aydın aydınlanma eylemi içerisinde, ateşten gömleği bilerek ve sonuçlarına katlanarak giymesini bilen erdemli kişidir. Kürt Ulusunun tarih sahnesinde, inkar edilen varlığının bilince çıkarılmasında Kürt aydınlarının katkılarını, biyografileriyle kaleme alan iki Kürt aydını; Av. Hasan Ünlü ve A. Halik Aydın "Ortaçağ başlarından 1923 yılına kadar dünyaya gelen KÜRT ÖNDER VE AYDINLARININ BİYOGRAFİLERİ"ni sunarken, tarih karşısında bir sorumluluk görevini ve vefa örneğini göstermişlerdir. Tüm Kürt toplum ve okumuşlarının vefalı davranma erdemliliğini ve ronesans eylemindeki yerini alması dileği ile...

Yazar, Av. Hasan Ünlü ve A. Halik Aydın'ın bu mütevazı çalışmalarını  okurlara sundu/ Biliyoruz;  yeni bilgilerle karşılaşacağınız gibi,  eksiklikler de görmeniz mümkün. Zira konu tartışmaya açık, çok geniş bir alanı ve araştırmayı kapsamaktadır. Dil, bilinç, ve vatansal olarak parçalanmış ve kırıma uğratılmış, tarih sahnesinden silinip unutturulmaya çalışılan bir halkın aydın ve önderlerini,  doğru bir şekilde ortaya çıkarmanın kolay olmayacağı aşikardır.  Hasan Ünlü ve A. Halik Aydın önemli bir konuda önemli derlemeler ortaya koymuşlardır.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org