JI TE HEZKIRIN

 Helbest
 NEWAF MÎRO
 Weþanên Pêrî
Ebat :
21x13,5,
176 rûpel (11 forma)
 
SIRT YAZISI

 

Hesret û pêkanîna ku bi coþ; li seri, dil û mejûyê helbestvanî dixîne. Dil zîzî dike û  bi pê penivis û lênivisê dixîne. Hiþmendîya mirovan jî can û hinavên mirovan dihejîn e. Ji vê hejandinê peyv xwe dadigire û dadikeve ser kaxezê.  Helbest parvekirina hissî ye. Dixwaze ku hesret û hûnera xwe, xem û þahîya xwe, armanc û aramîya xwe, dîtin û ramanên xwe yê jîyanê  ji mirovatîyê re parve bike. Ji derd, keser û þahîyên xwe re civakê dike þirîg û hîþyar dike.

Kekê Newaf Miro, ji  hêvî û hesreta xwe  dest avêtîye pênivîsa xwe, hest û helwêsta xwe, eþk û êþa xwe, bi zimanê xwe yê ressen  û bi  ramanên xwe yê wekirî  ev kitêba weke helbest danîye ber xwendewanên kurdî. Êdî xwendin, þirovekirin û kirîtîkkirin, rexne û rexnegirtin  ji bo ku berhemekî kurdî herî  pêþketî be hewldaye. Ev    bi bawerîya ku kalîteya edebîyata kurdî  berz bibe dest avêtîye vê behremê û hunandina wê pêwîst dîtîye.  Lê dema ku yek berhemek,  kirin dewsa pitepitê ev ne tenê zirarê digîhîne berhemê, belko dilsarîya ku bi kardixe, cîhana edebîyatê weke nivîskar, xwendekar, weþanger jî ji karê çap û weþanê re sar dike.

Hun xwendekar  di vê kitêbê, ango helbestê de dê xwe bibînin û dewlemendîya zimanê xwe yê kurdî ji nû ve kifþ bikin û biecibînin.

Kekê Newaf Mîro berhemeke afirandiye ku ji bo biblîyoteka kurdperweran, ez/em bibawerin ku hûn dê tê de bernameyeke hûnera zimanê kurdî û bangawezîya hîþyarîya neteweya xwe dê tê de bibînin..Bila dest, hiþ, aso û dilêrîya Kekê Newaf her bijî.

Fermo hûn û helbestên Newaf  Mîro rûbirû ne.

Em bawerdikin ku hûn jî weke me dilxweþ bibin.. 

 

 

 

Ehmed ONAL

31.07.07  Stenbol

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org