|
JI BO BÊ HUQUQÎYÊ BÎRYAREK MÎNAK: JI BO KITEBEKÊ 15 MEHE CEZAYÊ ZÎNDANÊ Qanûna Dijî Terorê Destpêkir: Niviskar û weþanger bervi zindanê û ketîl û çete jî
azad bibin.
EHMED ONAL Dewleta tirk dixwaze bi navê “Kanuna Diji Terorê” , bi esasî kanunên ji bo terorê derxine û ev çend gavên ku bervî reformekirina demokratik ku avitîbû jî þunve bigre. Dixwaze terora “12 ilona 1980î” bi destê vê hukumetê pêk bine. Dadên Tirk bêsebir hîn ku kanûna cezayê ya ku jêre dibêjin “Kanuna Dijî terorê” ji Meclisê derneketîye, Mahkemeyên Tirk bi lez û bez dest bi praktikê kirin û gor kanûna ku were dest bi biryarê kirin jî… Di sala 2000î de paþ weþandina kitêba Evîn Çîçek Xanimê ku ji nav weþanên Pêrî ya me bi navê “TUTKULAR ve TUTSAKLAR / Portreler” derket hema di derheqa kitêbê de Dozgerê Komarê yê Beyoðluyê biryara komkirina kitêbê da û di derheqê min de doz vekir.. “Beyoðlu 2. Aslîyê Ceza Mahkemesî”yê bi numara dosya 2000/1250 doz bi rêxist. Di sala 2003 de “çend pirsên ku di kitêbê de hene maneviyeta Ataturkî nizm kirîye, hatine gotin û sucdar e ji bo wê SALEK Û SÊ MEHAN BÝ CEZAYÊ HEPSÊ DÊ BÊ CEZAKÝRÝNΔ biryar dan. Me jî ji bo wê biryarê ji mehkema bilind xwest ku temyiz bike û îtîraz kir… Di sala 2005î de li Mehkema Bilind ya Yargitay biryar da ku ev qerar di leyha min de xirabe bibe û ser vê qerarê dosya disan þunve hate ber destê ‘Beyoðlu 2. Asliye Ceza Mahkemesiyê.’ Bi nû ve dest bi dadayîya min kirin. Di dosya numara 2006/309 de doza ku bi nû ve hate domandin vê mehkemê disan di biryara xwe ya berê ve lê bi qanûnên TCK (ceza qanûna tirk) hêjmar nû inat kir. Neticeten disan SALEK Û SÊ MEHAN BÝ CEZAYÊ HEPSÊ DÊ BÊ ME CEZAKÝRÝNÎ biryar dan. Ev kitêba ku bîla sebeb cezayê hepsê dane min bi tevayî di çerçeveya rexne, rexnegirî û azadîya ramanê de hunayîye… Lê kifþe ku dewleta tirk diji rexneyê bê tehamul e û herî diçe tundî dibe… Bi vê biryarê ve jî carekî dî kifþ bû ye!.. Bêguman, qedexekirin û men kirina azadîya ramanê, nifþên diktatorî û barbarîyê yê zelal e. Bi tevaya dîtînên nivîskarê ku ez biparêzim nirxeki etika weþangerîyê ye. Lê gor wê þopê dadkirin û cezakirina min jî ji bo ku ditin û ramana ku ya min nebe û cezayê ji bidin min ev jî tezaatek e. Tirkîye peymanê xwe yê navneteweyî binpê dike û nas nake. Huquqa navneteweyî red dike û gor tabûyên xwe bi rik xwedi helwêst e. Gor iddeolojîya xwe ya fermî ya diktatoryal, nijadperest û faþîzane cezayê bê hesab û bêqeyde li mirovên rewþenbîr û welatperwer dibarîne.
Bi kurtasi; ev cezabarandina ser min, ne gor qeyde û qanûnêyê, lê minakek ji bo kanûna barbarîyê ye… Ji bo wan ewladê mongolan dê ez çi bibêjim… Lê ev heyanî ji min were ez heya roja goristanê li gel gelê xwe yê kurd, diji wan hovan bitekoþînim. Bila ev ji wan re bibe derd… Xwedî û Editorê Weþanên Pêrî EHMED ONAL
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org