JÎYANA BEXTÎYAR

 

Feyzî Demirað

 

Weþanên Pêrî

Ebat: 21x13.5, 112 rupel

ISBN 975-9010-86-?

Buha: 8  YTL

JÎYANA NIVÎSKAR

Feyzî Demîrag; di sala 1959 de li bajarê Mûþê  gundê Sêgira hatîye cihanê. Dibistana serateyî  û medreseyêde xwendîye. Di karê tekelê de xebitî. Di sala 1990 de liherema xwe  di partîya HEPê de rêveberî kir. Sala 1991î de hate dîlgirtin, di  zîndana Muþ, Erzincan, Xarpêrt û Amedê de ma. Dure hate berdan ji tekelê hate avîtin û kocberê bajarê Sakarya yê bû. Li Sakaryayê rêveberîya partîya HADEPê de  xebitî. Demeki þûn ve disa hate girtin û di zîndana Sakarya û Geyvê de ma.

Di hilbijartina sala 1999 de namzeta xwe ya  endamêtîya  parlementoyê ji bo bajarê Corumê danî. Sala 2002 de ji DGM ya Stembolê 12 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Mecbur ma derkete Evrupayê welatê Firansa yê. Li wê jî di  nava rêxistinên Hik ,Komela Ahmet Kaya û Radyoya  Dengê Mezopotam ya yê de kar kir. Pirtukekê nivîskar  weke helbest  bi navê “Evîna  Mîr Hesen”  di sala  2001 de di nav Weþanên Pêrî de  çap bû.  Ev pirtuk a bi navê Jiyana Bextîyar pirtuka duyemîne ku tê çapkirin, Feyzî Demirag penabere û nika li Firansayê di  Parîsê de  dijî.

***

Li rojhilata navîn çîrok û serpêhatîyê bi vî awayê bi sedan salin ku di nav gelan de tên gotin û naveroka hemû çîrokan bi rewþa wan gelan ve girêdayîye. Ji van gelan yek jî gelê Kurd e, ku di rojhilata navîn de xwedî wêjeyek  gelek qedîm û kevnareye. Me jî ev çîroka ji pêþîyên xwe girtîye û  heta roja iroyîn anîye. Di jîyanê de bûyerên ku qewimîne bi çêyî an xirabî, baþî an nebaþî, bibextî an bêbextî hemû di van çîrokan de derbirinbûne û ev jî wek neynikek di jîyana me ya rojane de derketîye pêþberî me.

Ev çîrok jî bi sedan sale ku di nav gel de têgotin û hîn jî wate û girîngîya xwe diparêze. Ev çîrok ji gelek çîrokbêjên welatê xwe yên hoste, dema ku ev çîrokana digotin, weke morîyên di tizbîyê de li pey hev rêz dikirin û dixemilandin girtî ye. Îro jî zimanê kurdi di warê nivîskî de hêdî hêdî pêþve diçe û derfetên ku derketina holê rê li pêþîya me vebûye ku em vê çandê bigîhînin gelê xwe.  

Her dema we xweþ,  jîyana we bextewar û karê xwe de serkeftî bibin. Bê wêje û bêkiteb nemînin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org