|
Ne Tirk, Kurd di tehlîkeyeke dijwar de ne! Ehmed ONAL
Li
Tirkîyayê kesekî tirk ji çend kesên weke Mamosta Ýsmail Beþîkçî bêtir
li cem dad, adalet û huquqê xwedi helwêst nînin.
Kes naxwaze li ba huquq û wekhevîyê helwêstê bistîne.
Ji bo ku berjewendîya xwe li ba adalet û huquqê nabînin.
Gelo li tirkîyê çý heye û çi meþhur e? Li Tirkîyayê bi diz, xiniz, barbar û çeteyê xwe navdar e? Di nav þerê dewletbûnê de pêwîstîya diz, xiniz, barbar û çeteyan hîç bi dad û huquqê dibe? NA! Lê em dizanin ku mirovên rewþembîr berî her tiþtî huquqê diparêze. Mafê mirovan yê wekhevîyê diparêze. Mafê neteweyên bindest diparêze. Dewleta sosyal dixwaze ku ev dewleta xizmetkarê gel û hêjaran be, xwedi sistemekî huquqibe û li gel jîyanaweyê xwedî helwêstêbe û hwd. Dewleta sosyal dijwarîyê nade ser gel. Bi organizma sistemek huquqî tekilîya kesekî ji yên din re, ji civatê re, ji dewletê re û ji bo berjewendî û pêþketina mirovatîyê bi tendirusti, perwerdeyî, aborî, istiqrar û huzurê re têkildare û huquqê ji bo kes, gel û civatê pêk tine. Civata ku qima xwe ji huquqê re neyne, wê neparêze nû neke û pêþve nebe ev civat di nav rizgarîyê de nine lê bervî rizîyayê ve diçe. Divê her kes, bes ji bona berjevendîya xwe ya kesane û rojane huquqê þirove neke û nebêje “Ev qanûn ji bo menfaeta min ‘lê hat’, an ‘lê nehat.” Bi firsend nenêrê huquqê û binpê neke... Dema ku wa binêrîn qanûna çeteyên Enqarê sererast dibin û bi ser dikevin… Dozgerê ku iddianameya Þenzînanê avakir bi biryara çeteyan bê wezife hate hîþtin. Qiqa çend kesekan ku nizm derketin ev jî ji Baroyê Kurdistanê bûn. Lê Tirkiya li ba wê biryarê bû kevir û deng neda. Vijdana wan li Enqereyê weke her demê pelixandin… Þaredarê ku di devê xwe de benûþt dicûn û nêzikî peykerê Mistê Korê atayê tirkan bû jî girtin û avêtin zîndanê… Partiya wî ya desthiladar a hukumeta wî jî dengê xwe nekir… Kitêba ku tê de bi devê þêteki hatîbûn guftugohkirinî daku tê de “beton misto” gotîbûn jî 15 mehe bi cezayê zindanê bi dil rehetî ceza lê birin ku Ez weke weþanger û niviskara kurd Evîn Çîçek xanimê negotîbû lê ceza li weþangerê weke min barandin. Bila canê huquqnasan saxbe!.. Ev çi dade ku edî kes nikare biçe dad jî bibe. Da ku li ber çavê wan polis, dozger û hakiman faþist û nijadperestên dest bi ço erîþ birin ser wan maxdurên suc lê barkirî û dixwazin ku lînç bikin… Li Adliye Seraya Þiþliyê wan faþistên nijadperest êrîþî Hirant Dink û Engin Aydýn kirin, ji bo wê doz nehate ditin û texir kirin ev bi serê xwe huquqa Tirkîyayê çiqasî þermezar bûye di destê van çeteyan de ev jî bi serê xwe siqandalekî mezin ya huquqê ye ku diyarî dibe.. Ev adalet li sistema Tirkiyayê þibiyaye û rezaleta dewletê ber biçav dike. Bes kes naxwaze bibîne.. Parazgêre weke Alpaslan Aslan jî êrîþ da ser dada duwemina bilind ya daniþtayê û ev di civinê de gulebaran kirin. Gelo ev jî ku ji bê huquqîya tirkîyê nîne ji çî ye? Çi pewistî hebû ku ji Muzafer Tekînê çeteyi re berî buyerê 70 careki telefon dane hev. Ev aþkere bû. Lê camêr hiç dad j3i nekir û azad berdan. Nûka jî dixwazin ku wan hemû êriþan ji bo dewleta çete herî baþtirin bi kar bînin û qanuna dijî bîr û ramanê ya terorê derxinin! Dijî Kurd, rewþenbîr û gel terorê bi azadi pêk bînin, dikin wesile! Çi ecêbe ku evên ku dibêjin “Komara Tirk di tehlikeyê de ye, peyva demokrasî û mirovayetîyê naynîn ser zar û zimanên xwe! Nûka jî hesp û qantiran dest bi pênavêtinan kirine ku ‘bila kes hesabê wê zîyana çimên ku li ber lingan diçe neke’ dikin! Çi ecêbe ku kî ku xwe li kîjan alîyî ve diguherîne ji bo berjewendîya xwe, her kes pêna ku berî her tiþtî davêje dijî huquqê, mafê kurdan û wekhevîyê ye! Lê mixabin gelek Kurd3en me hîn jî ji xewê bi rik û inad hîþyar nabin! Bi huquqa navnetewî, bi þert û mercê cîhanê ji bo mafê xwe yê neteweyî bi yekîtîyek berz ranabe û adaletê naxwaze. Ev çi atalet e! Þaþdibim… Hin li vê civata gundewar kesen ku behsa huquq, demokrasî û bi taybetî behsa serxwebûna welatê xwe kurdistanê bike, qanûna daristanê ya hovane derdixînin pêþ wan! Dibêjin her sazi karê xwe dike. Çi derewek bê serî û bê dawî! Leþker dibin dadmend. Dadmend dibin bacvan. Siyasetmedar dibin diz û çetekar. Lê ev hemû berûmetîya ku tê kirin di çavê civata tirk de xwedi berze qimete ku herkes dixwaze bibe diz û di nav wan çeteyan de cîhê xwe bistîne! De were di nava wê civatê de biratîyê bixwaze û bijî! Di serde jî ev diz hemû dijî huquqê; kurdan weke terorist û xwe jî weke mirovên serwext niþandidin û kiryarên xwe û xwe vêdiþêrin. Lê kurd xwe ji vê siyaseta dubare xilas nakin, daku serê wan de sîyasetek zelal ya neteweyî çê nîn e! Din û tewþbûne naxwazin tedawî jî bibin… Lê divê bila ji bir nebe ku di van rojên bi mij û duxan de gur dixwaze hemû berxan bi parola weke her demî “laiklik, miletperwerî, parastýna komarê, dîn û imana kemalîzmê” daxine keminê û bifetisîne... Belê dem dema berê nîn e! Lê me jî zêde dersa xwe jibernekirîye. Sîyaseta ji bo xwe neafirandîye. Di nava sistem, sîyaset û huquqa xwe gor ya navneteweyî bi cîh nekirîye. Me hîn fêm nekirîye ku bi sîyaseta gundewarî, neteweya kurd rizgar nabe! Ji bo wê kurd ne jî kesî re, bes bila ji bo xwe û welatê xwe sîyaseteke cîhanî bikin. Sîyasetek hewbeþ, hevdemî, demokratî û hîþyarî divê... Ku wa nebe bi rastî jî kurd di tehlikeyekî mezin de ne!.. û tehlîke ne tenê rejima tirkan e. Tirk bi seranser tehlikêdene. Hinek kes ne tê de…
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org