|
Pêþeroj û paþeroja
Felat Ozsoy-Tahsîn Êrîþ Weþanên
Pêrî Ehmed
ONAL Di sala 1993î de dema ku niviskarê vê kitêbê ji bo damezrandina Wekfa Þex Saidê kal ê Pîranij hewildidin, dikevin nav lêkolîna "Serhildana Kurd ya 1925î”. Lê dibînin ku mixabin nivîsekî balkêþ û bi tevayî nabînin û bi dest naxînin, daku li gel vê rewþê pir xemginî dibin. Vê carê jî ev nevîyê wan kesên ku weke pêþeng beþdarî “Bizava 1925î” bûne li xwe rexnedigrin û li mijarê kur dibîn.. Carekî dî dibînin ku ev belge û delîlên ku di nava civata kurd de ango bi taybetî ji alîyê nevî û xizmên kesên ku serhîhildane ango wan kesên ku beþdarî bizavê bûne; weke çîrok bûyer bi ziman kirine geleki bi lokal ango teng mayê û ji bersîva diroka serhildanê ya bi tevayî dûr e. Li ser vê rexnegirîyê bi tarzekî cuda, nevîyê wan kesên ku di bizavê de can fîdayî bûne, weke Felat Ozsoy û Tahsîn Eriþ bi tarzeki cuda dest bi vê xebata lêkolîna dirokî kirin e û xwastine ku wan belgenameyan bi þiroveyeki cudatirin û rasteqîni amadeyî weþanê bikin.. Di vê navberê de hevdîtina nîviskaran û kurê Þex Saidê kal, Þex Ahmed Efendi hêzeki cuda bi dil ketîyê niviskarên vê kîtêbê dixîne daku bi kelecanî vê xebatê temam bikin... Lê mixabin rastê hatine ku materyal û belgename gelekî kêm in. Ev jî weþandina vê xebatê herî diçe dirêj û derengi dixîn e. Heyanî roja îroyîn raste ku di derheqa “Serîhildana 1925î” gelek tiþt hatine nivîsin.. Lê ji wan nivîsan gelekî wan weke ideolojîya fermî ya kemalizmê belav bûye, zanyarî û rasteqînî qirêj û berevajî kirine.. Vê rewþê jî karê niviskaran asane ne, lê herî giran kirî ye.. Kitêbê ev tevlihevî û berevajîya pêk hatî, ev mubalaxa û kêmasîyên ku ji bona ‘Serîhildana Kurd ya 1925î’ hatine rawerdekirinî xwastine ku ji mejû derxînin û dewsa wan nêrînên çewt yên ku belav bûne de, yên serrastkiri bi cihbikin ji xwe re kirine armanc. Ev jî li ser esasa; “Dê bûyer çawa bûye? Sedemên bûyerê çi ne? Bûyerê çawa dest pêkir, pêk hat û dawî bû?” û hwd. bersîva gelek pirsan bide.. Belê mumkune ku hin kêmasîyê vê kitêbê jî hebin.. Lê bi bawerîyek tevayî û bi asoyek nû û fireh ev bûyer hatîye derbirînkirin û gelekî tiþt bi zelalî berbiçav kirin bû ye. Ji bo wê jî em weke Weþanên Pêrî û nivîskarê hêja Kek Felat Ozsoy û Kek Tahsîn Eriþ belgenameyek hêja ji biblioteka Kürd re amade kirin e. Bi vê hestê karekî serkefti radestî lêkolinvanan kirin e. Li gel vê þiroveyê, em dibînin ku gelek kesayetîyan hiç herema serhildanê nedîtîn e, nasnekirin e, rewþa wê demê ya serdestî û bernameya dewleta Tirk ya nijadperestî û gelê kurd berbiçav nekirine û li ser ‘Serîhildana Kurd ya 1925î’ qaleqal kirine. Dema ku balbêkiþandinî ser vê metoda çewt û li alîyekî dî jî ev lêkolînvanên ku nevîyê serhildêran in, di vê axa ku bûyer lê qewimîye ji dayik bûne, mezin bûne û di vê axê de radestî tekoþîna azadîyê bûne em bawerdikin ku ev bi tenha serê xwe gelekî watedar e . Dakû ev çewtîyên ku ji alîyê me kurdan ve hatine kirin zerar dayê tekoþîna bizava netewayî ya Kurd. Ji bo wê jî niviskarê kitêbê bi balkêþî û bi pivan ev belgename pêþkêþî we xwendevanan kirin e ku bila çewtîyên me kurda dubare nebin... Bêlê berî vê belgenameyê ango kitêbê jî, ji aliyê xizm û newîyê Þeyh Said û peþengên bizava Kurd ya 1925î yên dîtir ve gelek tiþt hatine gotin. Lê gelekî ji wana hissîyeta Serhildana Kurd ya 1925î ne, ramanên bizavê ya giþtî li cîhekî hîþtine û heya mirov dikare bibêje ku ev prestija bizavê ji bo berjewendiya xwe ya þexsî an jî di karê xwe yê kesayetî ya malbatî û sîyasî de dane pêþ. Di kîtêbê de ev hest û helwêsta kelecan û þoreþî hatiye bibîranîn û divê bizav bi nû ve bênirxandin, weke pêþnîyar lê raygiþtî ya kurd re hatîye kirin.. Ev xebat, xebatekî taybetîye ku ji alîyê gelek kesan ve ango bi hewldana gelek kesan derketiye merhaleya kitêbê… Ev kesên ku keda xwe di vê xebatê de bi cîh kirin e, bila mala wan ava be… Rêya wan her vekîrî be. Ku wan jî ji bona rojên ronî xwestine ku qada ronakbîrîy3e berz û bilind kirin e bi vê xebata xwe… Ebat:
21x13,5 Rupel: 308 Berg: Kaxiza
Kuþe 300 gr, Kaðýza kitêbê:
Enzo 60 gram
, ISBN :
975-9010-56-9 Bûha: 18
YTL
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org