|
|
Ziman
û Raman
Þefik
Beyaz
Weþanên
Pêrî
ISBN:
0975-9010-63-?
Ebat:
21x13.5, 96 rupel
Buha
: 7 YTL
 |
“Gotin
dimire, lê nivîs dijî.” Li ser rûyê dinyayê du cure civat
hene: Civata belgedar û ya bêbelge. Civata belgedar, civata zanînê
ye. Lewra bingeha zanînê, nivîs û belge ne. Nivîs, belge û zanîn
rewþenbirî ye. Mirov di civateke ronî de dikare pêþiya xwe bibîne.
Civata zanînê, civateke ronahî û pêþketî ye. Zanîn dewlemendî
ye, zanîn hêz e; nirx û hêjahiyên mirovahiyê di civateke wiha de
dikare xwe ifade bike, zengîntir bibe û bi pêþ ve here.
Jiyan
bi nivîsê tê belgekirin; belge dibe zanîn, zanîn jî, ji jiyanê
re dibe hêz û ew xwedî dike. Di jiyana me ya çandî de, her çiqas
qels be jî, pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Jiyana rewþenbîrî,
her çend hindik be jî, hêdî-hêdî tên belge kirin. Pêdiviya me
bi vê heye. Divê em teqez xebatên xwe binivîsin, bikin belge û pêþkêþî
civakê bikin, ji nifþên nû re bihêlin, da ku jê sûd wergirin.
Berî her tiþtî, divê em li keda xwe xwedî derkevin.
Bi
vê bîr û baweriyê, min ev kitabe amade kir. Çend gotarên min ên
ku di kovarên cihêreng de hatibûn weþandin û çend hevpeyvînên
ku bi min re hatibûn kirin, min ew di vê kitabokê de berhev kirin.
Nivîs bi piranî der heqê ziman û çanda kurdî de ne. Mijarên
gotaran ziman, raman û felsefe ne.
Di
dema serokatiya xwe ya Enstîtuya Kurdî de, ji ber axaftinên xwe yên
li konferansan, ji aliyê Dadgeha Ewlekarî ya Dewletê (DGM) ve ez
hatim darizandin û þeþ sal bi cezayê hepsê hatim ceza kirin. Ev
saline, gelek dijwar derbas bûn. |
Çend
ji van cezan bi paþ ve hatin xistin, ên din jî me kiþand. Di dadgehê de
li axaftinên xwe yên konferansan ez xwedî derketim û min ew ramanên xwe
parastin. Ji bo ku wek belgeyek bimîne, ji van parêznameyên xwe yekê,
min di vê kitabê de bi cih kir.
Piraniya
van nivîsarên ku di vê kitabokê de cih girtine, di navbera salên 1993
û 98’an de hatine nivîsîn
Ev
nivîs dîtin, þîrove û nirxandinên min ên di vê kitabokê de, helbet
li gorî rûdan û bûyerên wê demê ne. Di van salên borî de gelek tiþt
guherîn. Raman jî, divê li gorî rewþa heyî xwe nû bike û bikemile.
Veguhêran tiþteke xwezayî ye. Dîtineke pêþketî/ pêþvexwaz, ancax
dikare rewþa nû, rûdanên nû bi awayekî rast þîrove bike.
Lewra
ez dixwazim ku van nivîsaran wek belge bihêlim. Eger ev xebat, kêrî we
xwendevanên delal bê û hun karibin jê sûd wergirin, ez ê gelek
bextewer bibim. Ji xwe daxwaz û armanca min jî ev e. Bila her tiþt, li
gorî daxwazî û dilê we be.
|
|
|