
Çendek pêşda
li bajarê Elmanya “Müllheim”ê komek nivîskarên Kurd li hev civiyabûn.
PEN-a Kurd ji bo wan civîneke sêrojî çêkiribû. Rasthatineke hewaskar a
afirandariyê, hevnaskirinê, li kar û barê hev hisandinê bû.
Bawarkî cara
pêşîn bû, ku ewqas nivîskarên Kurd: Helbestvan, çîroknivîs,
rojnamevan, zimanzan, nivîskarên ahil û gênc, zilam û pîrek, ji herçar
perçeyên Kurdistanê yên li dervayî welêt, wisa dirêj li hev civiyabûn,
ji berhemên hev ra dibûn nas, di derheqa pirsgirêkên edebiyeta kurdan, pêşdaçûyîn
û destanîn, kêmasî û astengiyên wê da diaxivîn, fikira xwe ji hev ra
digotin, rê û dirbên bihêzkirina PEN-a Kurd didane destnîşankirin.
Haziran bi yek
dengî biryar dan, ku ji vir wa da, hersal, civîneke nivîskaran ya wisa çêkin
û diyarî bîranîna nivîskarekî Kurd yê navdar bikin. Di civîna vê salê
da helbestvanê Kurd yê hezkirî Qadrî Can hate bibîranîn. Wan rojan
salvegera wefetbûna wî bû.
Qadrî Can ji min ra helbestvanê HEWARÊ yê herî hizkirî û herî nêzîkî
ruh û hestên mine. Loma jî, ji yên din ra çawa bû ez nizanim, lê ew
biryar pir bi dilê min bû. Hewaskar bû di civînê da hazirbûna birêz Mizgîn,
lawê Qedrî Can. Em pê hesiyan, ku sê ewledên Qadrî Can hene: keçek û du
law. Keça wî Şêrîn, niha li bajarê Şamê - Sûriyayê, lawê wî
Mizgîn li Elmaniyayê û yê din Serwêr, li bajarê Sofiyayê - Bulgaristan
dijîn.
Ji Min ra pir dilêş bû, ku lawê Qadrî Can, ew helbestvanê bi kurdîke
ewqas xweş, delal û nerm dinivîsî, bi zimanê kurdî nizanîbû. Pirsek
jê hate kirin, gelo çima ew kurdî nizane? Wî got: “Dayîka min tirk bû. Lê ez Kurd im, li her cihî dibêjim:
Ez Kurd im …”. Ewî çend ziman zanîbûn; xêncî zimanê bavê xwe. Eger
kurdî, zimanê bavê xwe jî, bizanîbûya, xêncî jiyana rojane, wê haya wî
ji cîhana bavê xwe, ya afirandariyê, hest û hesînên wî yên nazik jî hebûya…
Çi
bikin?! Eva jî rastiyeke jîyana kurdan e, ya dewr û zemanan. Îro jî ev rewşa
bi xurtî berdewam e. Em ji bo qelsî û qeietiyên xwe herdem dagîrkeran neheq
dikin, lê wisa nîne…De bira ev jî gunehê dagîrkeriyê be…
Lê
gel lawên xwe yên hêja ji bîr nake. Kar û emekê ku kiriye nayên jibîrkirin.
Şayîr Necîb Balayî, bi gotareke dewlemend û kûr, hazir bi jiyan û
afirandinên helbestvanê mezin, hîmdarê helbesta kurdî ya nûjen dan
naskirin. Em pê hesiyan, ku nivîskar Edîb Çelîk diyariyeke giranbiha ji
hezkirên helbesta kurdî ra amade kiriye, zûtirekê, afirandinên Qadrî Can yên
tomarkirî, wê bi pirtûkekê li ser textê xwendevanan be.
Çawa
Kurdistan bûye çend perçe, wisa jî ruhê kurd, çanda Kurd perçekirî ye.
Bi serda jî zulm û zordestiya li ser nasname, kesayetî, ziman, qedexeyên hiqûqa
dagîrkir, astengiyên berk, deriyên hebs û zindanên malwêran…hemin
xwendevan jî tune, bazara berheman nîne…Ev dîmen, halê nivîskarê Kurd li
welatê wî Kurdistanê tîne ber çavan…Di Kurdistana Başûr da mecal
çêbûne, ew jî ji ber elfabeya cuda, qet û bendên dagîrkirên çaralî û
halê xwe ya siyasî ya ne eyan nikare ji nivîskarên perçên din ra bibe pişt
û alîkar; ew çanda ku li wir xuliqî jî di rûyê elfabeya erebî da ji
xwendevanên Kurd ên perçên din ra hela dimînin; nola cîhaneke terî…
Ew
percebûna ruhî û çandî di Ewropayê da jî xwe dide nîşandan. Li vir
jî nivîskarên Kurd ên ji wan perçan hatine, bi dijwerî û giranî nêzîkî
hev dibin, pir bi yekalî berhemên hev dinirxînin. Mîna
li welêt “di dîza xwe da dikelin”. Di Ewropayê da jî çarçoveyek,
govekeke afirandariyê ya tomerî, civakeke çandî ya eslî, yan weşeneke
kurdewarî ya edebî çênebûye, ku nivîskarên Kurd ên ji heçar parçeyên
Kurdistanê, hema yê li dervayî welêt li dora xwe bicivîne, wan hembêz
bike, wan bigihîne hev, bibe navenda wan a rêvebiriyê.
Rastiyeke eşkere ye, ku pirsgirêkên edebiyeta kurdî û nivîskarên
kurd, çiqas bê gotin, hene û heya niha jî tu organîzasiyoneke Kurd hewil
nedaye, ji bo kara pêşxistina edebiyeta gelê xwe nêzîkî vê problemê
(pirsgirêkê) bibe. Yên ku pir hindik bi wî alî da dinihêrin jî, dibêjin:
“Yan tu yê di bin defa me da bireqisî, ji kirinên me yên rast û çewt ra
çepikan lêxî, yan jî tu nivîskarê me nînî…”Ji bo wê jî gelek
“nivîskarên “ me tembûr hildane, mîna dengbêjên axa û begên
kurdan yên berê pesna axa, beg û şêxên xwe yê
îroyîn didin û distirên.
Vê valahiyê, PEN-a Kurd hewl dide pir yan hindik tije bike, lê kelemên
xanê û nexanê li ser rêya wê dibine asteng û li gor mecalên (derfetên)
heyî, eger alîkarî tune be, ew jî nikare wê giranahiyê rake.
PEN-a Kurd, xasima serokê wê Dr. Zerdeşt Haco, karekî neteweyî, dûrî
hest û xwestekên hêzên sîyasî yên kurdistanî yên cuda-cuda dimeşîne.
Dixweze bi rastî ev dezgeha kurdan ne yekalî
be, neteweyî be û neteweyî jî bimîne, bikaribe pirsgirêkên nivîskarên
herçar perçeyên kurdistanê û yên li dervayî welêt bigihîne PEN-a Cihanê,
ew ji nivîskaran ra bibe merkezeke (navendeke) rêvabirinê…Ji bo vî karî
piştgirtineke xurt pêwîst e …
Ez bangî hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurd dikim, ew ji kîjan perçeyê
welêt dibin bira bibin, li ser çi fikirê û bi kîjan zaravayî dinivîsin
xem nake, ji bo kar û qezenca pêşxistina edebiyeta gelê xwe, di bin banê
PEN-a Kurd da bicivin û ji seokê wê ra bibin alîkar.
PEN-a Kurd endema PEN-a navneteweyî ye. Tenê PEN-a me ye, ji PEN-ên
navneteweyî, ya gelekî wisa ye, yê ku dewleta wî nîne, bindest e, di bin
dagîrkeriya çend dewletan da ye û heya hebûna wî gelî jî tê înkarkirin.
Ev pencereya kurdan ya yekane û tenê ye, ku digihîje aqara navneteweyî û
dikare dengê kurdan bigihîne civakên cihanê yên here progrêsîv û şoreşger
– nivîskarên wan civakan…
Hemû dewlet alîkariya PEN-ên xwe dikin, mecalan(derfetan) ji wan ra çêdikin
û ew jî ji navê nivîskarên welatê xwe derdikeve aqara navneteweyî. Nivîskarên
wan jî mîna nivîskarên Kurd bê mecal û bê îmkan nînin. Rewşa PEN-a
Kurd cuda ye, dewleta kurdan tuneye; ew dewletên ku Kurdistan di bin nîrê wan
da ye jî, dixwazin her mecalî bidine hemû bizavên ku ji organîzasiyona
kurdan ya navneteweyî xilas bibin; ji ber ku ziyana wan di hebûna wê da heye.
Wisa ye, em Kurd gerek e bibine alîkar, ku PEN-a
me bikaribe hem bi rastî, hem bi aktîvî karê xwe bimeşîne, hem
jî bibe navendeke edebî, çandî û rewşenbirî.
Edebiyat hebûna gelan ya sereke ye, zengîniya ruh, nasname û zimanê wan
e. Dêmê her gelekî di nava civaka cihanê da çanda wî ye. Dagîrkerên
welatê me jî bi her teherî hebûna ziman, çand û nasnameya me înkar dikin
û xwesteka wan a hîmî ew e, ku cîhan tu tiştê kurdan nebîne…heya
heykelên Kurdistanê yên hezar salan jî dixine bin avê û winda dikin…
Niha bi dehan hêzên kurdan li welêt û dervayî welêt ji bo nav û
nasname, ziman û çand, azadî û serxwebûna gel û welatê xwe berxwedana xwe
ya welatparêziyê dimeşînin. Li dora wan bi mîlyonan gelê welatparêz
civiyaye. Ez, wek nivîskarekî Kurd, bangî hemû hêzên kurdan dikim, anegorî
mecalên xwe, bêyî danîna şert û mercan, alîkariyê bidine PEN-a Kurd
(moralî û madî), ku ew hem nekeve bin bandora hêzekê, hem bibe navendeke
neteweyî, ya îtifaqê (hevpeymanê) û yekîtîyê, him jî bikaribe karê xwe
yê welatparêziyê bimeşîne, bibe berdevkê pirsgirêkên gelê xwe li
ber cihanê.
Di nava wan hersê rojan da hevgirtin û nêzîkbûneke ruhî di navbera wê
komê da çêbû; xwestin, pirsgirêk, xem, xeyal û merem, hewildan mîna hev bûn;
ziman yek, armanc yek. Rast e, li ser komekê hukumê(bandora) çanda Ereban, li
ser ya din yaTirkan û Eceman dihat xuyan. Carina ji wan her yekî di wê çarçoveyê
da pêşdaçûn û xurtbûna edebiyatê dinirxand (ew jî tabyetî ye), lê
hewaya civînê bi tomerî kurdewarî bû.
Ez guman dikim, eger nivîskarên Kurd tev li dor merkezeke wiha bicivin, hêza
xwe bikine yek, rasthatin, mecalên pevgirêdanan çêbibin, mîrata edebiyeta
me ya van 60-70 salên dewiyê û ya kilasîk ji xwe ra bikin bingeh - hema her
nivîskarekî Kurd çend zimanan zane – ji edebiyeta cihanê ra jî nas e, wê
gavavêtinên mezin ber bi edebiyeta bilind bibin.
Ew hersê roj pir dagirtî û bi naveroka xurt derbas bûn. Xêncî dema civînan,
wisa jî navber vala derbas nedibûn. Heya li dor sifra xwarinê jî gilî û
gotin her edebiyat bû.
Cihê kêfxweşiyê bû û rind dihate xuyan, ku para beşdaran ya
pir ciwan bûn û tev jî di nav lêgerînê da ne û li rêyên ber bi
edebiyeta bilind digerin. Helbet pirsên fikirandinê jî hene…
Ne ku tenê beşdarên vê civînê, wisa jî gelek nivîskarên me yên
mayîn, xasima helbestvan, wek ku tê gotin, bi cureyê nûjen dinivîsin. Nûjenî
hem pir rihet e, him jî pir zehmet e. Nûjeniya esîl (petî û resen) şuret
û berbirbûna helbestvaniyê ya tebyetî, xisûsî dixwaze.
Rihetbûn ew e, ku hinek wa gotî nivîskar, rê, fikir û naverokên gotî,
pêpezkirî, wekilandî, bi xetên sersêrî, çepûrast, paşûpê, bi
hevokên lihevalandî, gijik, ku nayêne fêhmkirin dinivîsin. Kaosa
(tevliheviya) peyv û dîmenên li cih û ne li cih, di nav
mij û dûmaneke wisa da li stûyê hev siwar dikin, ku naverok di nav da
winda dibe, xwendevan jî nizane, ka di kû ra bikeviyê, di kû ra derkeve, çawa
bi naverokê bihese, yan bizanibe, gelo helbestvan çi dixwaze bêje?!.
Kesayetiya helbestvan jî di wan da nayê xuyan, bawarkî tev mîna hev in.
Helbesta nûjen warekî beredayî, kaosa fikir û peyvan, danîna cureyê
xetan nîne. Nûjen, tevî cure wisa jî, naveroka kûr a xurt, çêkirina teqlê
û xetê, awaz û mûzîka taybetî û di bikaranîna zimên da nûjeniyê
dixwaze.
Hinek helbestvanên me yên xurt, bi nûjeniyê ra ketine gulaşê. Ji
wan kî yê “biserkeve” pêşîroj ê nîşan bide.
Beşdarên civînê berhemên xwe yên weşendî diyarî hev
dikirin. Helîm Yûsiv berevoka xwe, ya kurteçîroka: MIRÎ RANAZIN, Necîb
Balayî pirtûka helbestên xwe: MIN ŞEV NAS DIKIRIN BERÎ REŞ BIBIN
û Salihê Kevirbirî FILÎTÊ QUTO, pirûka lêkolîn û stiranên dîrokî û
gelêrî diyarî min kirin…
Bi xeysetê xwe, ji bo pirtûk kete destê min, ez bêsebir dixwînim; hersê
pirtûkan jî kêfa min anîn, hersêk jî serketî ne. Bilindayî û rojên bi
rûmet hêviya wan hersê nivîskaran e.
Hunermenda hezkirî Şêrîn (hem bi stiran, hem bi wanan) û dengbêj
Xebat rewşa şahiyê dane civînê.
Spas ji PEN-a Kurd ra ji bo wê civîna hewaskar.
15.09.2002.