Dr. Eskerê BOYÎK

                   Ez çûme Hecê....

Eger Kurdistanek azad hebûya, min ev 

gotar ne dinivîsî. Ji bo Hecê ezê

hilkişyama çiyakî ji çiyayên Kurdistanê,

ku ji gunên xwe yên dinyalikiyê xilaz bûma; minê

xwe di kanîke avsar e zelal de bişûşta, di nav kulîlkên

nazik de minê çok veda, berê xwe bida Esmên

û seva xêrxweşî û biratiya temamya merivatyê

dua bikira…

 

Rojekê, destpêka bihara 1993 an ez rabûm, herime Hecê. Min berê xwe da ziyaretê, ziyareta xuliqdar e kilama ruhê gelê xwe, Ehmedê Xanî û “Mem û Zin”a wî ye nemirî.

    “Mem û Zîn” ruhê gelê kurd e, kilama wî ya dewir û zemanan, bîr û baweriya wî. “Mem û Zîn” xemla odên gundan yên terî û dîwanên mîr û hakiman e, rengîn bûye, ji rêncberên ber guhêran re mijûliya şevê, ji rêwiyên riya re kinkirina rê, ji xerîban re dilbînî, ji evîndaran re sebir, ji dîndaran re bawerî, ji pêşmergan re kela welatparêziyê û berxwedanê. Kitêba zar bûye, ku bi sedên salan çîrokbêj û zanyaran gelê kurd pê perwerde kirine, hînkirine, wekî mîna Qeretajdînê efat, comerd, xweşmêr rehm, hevalhiz û welatparêz bin. Heger hez dikin, huba wan mîna ya Memê - Zînê paqij û zelal be. Mîna Stiyê, Çekan û Efan helal û merivhiz bin. Nelet û nifira evdên mîna Beko û kirên wan yên qilêr e xirav bikin. Mîr û padşahên mîna Mîr Sêvdîn, yên bêxîret, bêfikir û ji xwerazî nas bikin, yên ku xêncî kul, derd û kederan nikarin tiştekî xêrê ji gelê xwe re bînin.

“Mem  Zîn” ji nava dewranan tê û wê bi gel re bijî heta hetê, heta gelê kurd heye.

 Eger ew berê xemla odan bû, niha bûye rewşa tiyatir û sînema, wê sibê bibe rûhê opera, balêta, sîmfoniya.... Hela emê pir bi “Mem û Zîn” a xwe re şabin. Tu afirandineke zargotinê li Kurdistanê ewaqas belabûyî nîne, çiqas “Mem û Zîn”. Dijwar di Kurdistanê de, yan jî cihanê de kurdekî usa hebe, yê ku di derheqa evîndarya Mêmê û Zînê de nizanibe.

Eger gelek beyt, serhatî, yên di nava netewan de têne gotin û mirôv nizane, ew milkê kîjan gelîn e, lê belê “Mem û Zîn” dewlemendiya gelê kurd, ya helal e. Kesî nikaribûye bi me re bibe birê pahrê, kesî nikaribiye wê ji me hilde, me jî ew ne daye kesî. Her kurdek naxwaze wê bide birê xwe jî.

Di van salên dawiyê de komek Kurdên Ermenistanê yên êzdî rabûn û gotin: “Em Kurd nîn in, em cuda ne” Hinekan bi qelpî ew yek dikirin: ji bona kara xwe ya şexsî, di bin defa  dijminên kurdan  de direqisîn, yên ku dixwestin dutîretiyê û bêtifaqiyê bikin li nav kurdên Sovyêtstana berê, hinek jî bi nezanî, bi dilê safî li pey wan diçûn. Carekê min ji kalekî pirsî: “Erè, apê filankes, em bêjin, tu Kurd nîn î, tu Êzdî yî, ha, ez Kurd im. Niha ji kerema xwe min ra bêje “Mem û Zîn” ya te ye, yan ya min e. Kalê kete nava mitalan, cixare vêxist, paşê got:

-“Mem û Zîn?” Seva “Mem û Zîn”ê emê mêran ji hev bikujin. Em “Mem û Zîn”a xwe nadine tu kesî !.

Usane, “Mem û Zîn” ne tenê beyt, serhatî ye, çîrok e, sertaca afirandina bedewtiyê ye, lê her usa jî bîr û baweriya gel e, kilîta yekîtiyê ye, ya ku miletê bi hezar êl, eşîr, qebîl, berek, ol, zar û zaravan perçebûyî dicivîne, dike yek!.

Nizanim, “Mem û Zîn”a kawe, kubar, ya zargotina me ye hezarsalî bilind e, yan MEM ZÎNa qehremanê çanda me Ehmedê Xanî, ew dur û cewahira bê biha? Bi bawarya min her dû jî mina du çiyayên Sîpanê Xelatê bilind in. Mîna çemê Dîclê gur û pirav in... Eger Ehmedê Xanî “Mem û Zîn”a xwe nenivîsiya jî, dîsa me dikaribû bi “Mem û Zîn”a zargotina xwe ber cîhanê kubar û serbilind bûna. Lê di vî warî de bextê me lê daye: ew her du çiyayên bilind, her du çemên mezin: “Mem û Zîn”a zargotinê û sertaca xuluqdar û sêrbazê mezin Ehmedê Xanî gihîştine hev û bûne çiyakî hê bilind, çemekî hê gur û mezin, çemekî usa, ku seva temamiya çanda me bûye serkanî, çiya û çemên dê.

Xuliqdar û sêrbazê mezin li Bazîda jorîn, pala çiyayê buhurtî, Agirî,  Araratê bi ruh û şureta xwe heykelekî “Mem û Zîn”ê çêkirye. Heykelekî usa ji gelê xwe re çê kir, ku tu wext, tukes nikaribe wê winda bike, tu babobelîskek nikaribe wê walgerîne, hilweşîne, tu dijmin nikaribe wê bişewitîne. “Mem û Zîn” bi demê re, çiqaş diçe, bilind û xurt dibe, gul û geş dibe, dibe sembola heyîtiya me, ala azadiya Kurd û Kurdistanê, bîranîna kal, bavan. Çimkî xuliqdarê mezin, hê sêsedsal berê ew ruh, ruhê azadiya Kurdistanê, ruhê xwenaskirina netewî di ber “Mem û Zîn”ê de berda, kire rêberê gelî zêndî..

Wekî bi “Mem û Zîn”ê jî hizkirna welêt xwestina azadiya welêt bikeve dilê her kurdekî...

Rojekê ji rojên destpêka biharê, dema vegera qulîngan, vejiyana xezayê min sûr, sînorên dewleta xezevê, kîjanê re kal, bavên min Roma Reş digotin, dane bin lingên xwe û berê xwe da çiyayê Agiryê, Araratê, Hecê. Çûme Hecê, lê ne li Mekê û Medînê, ne ji Lalişa Nûranî, çume ber ziyareta ruhê sêrbazê gelê xwe.

 Hê ii Qersê kurdekî ji min re got: “Rastî jî ziyaret e, bavo, Şêx Xaniyê mezin pêxember bûye. Loma Kurmancên vê derê  wextê ji navê merivê xwe yê ezîz, pêxember û melekan, heta Qurana pîroz jî sond dixwin, dikarî şikê bivî ser rastiyê, lê, wextê bi navê Ehmedê Xanî sond dixwin, bizane, xêlif tê tune, ew sond rast e. ” Li bajarê Îxdirê, kevanîkê ji min lava kir: “Tu diçî ser mexberê Xani Baba, ji şûna min jî ramûse. Eger ziyareta rastî li cîhanê heye, hema ew bi xwe ye. Zarok ji me re dibûn, lê ne diman, em çûne ber mexberê Xanî Baba, xwedê zarên me hiştin“

Tirba Ehmedê Xanî li Bazîda kevin, li pala çiyê di nava goristana bajêr de ye. Sal berê ji erdhejê, bajar wêran bûye. Bineliyan tamê xwe anîne jêrê çê kirine. Bajarê berê niha kelefe ye. Çiqas kelafên wa niha ii Kurdistanê hene!..

Li wê derê kela Îsheq Paşa qure û kubar sekiniye, Heykelekî kurdewariyî, dîrokî yî bêqisûr e. Xwezî heykelê wa ku bi destê Kurdan çêbûne, pir bûna…

Tişt jî hene ji bîra gel naçin.Her kes bi kirên xwe di bira gel de dimîne; yek bi qenciya xwe, yê din bi xirabiya xwe. Yek dibe dua û sond, yê din nelet. Îsheq Paşa ev kela xwe bi şîrê pezê Kurdên êzdî çêkirye, bi hêsir ü xwina hêsîrên wan. Îsheq û bavê wî Balûl Paşa wek nelet di bîra kal û bavên min, yên bê war û welat, yên di xerîbiyê de mane. Bîranîneke tel li kêleka vê ziyaretê!..

Li ser mexberê ronakbirê mezin Bazîdiyan kumeyt çêdikirin. Hela ku ye, ku gel ser bi hişê xwe ve bê û emekê ewledên xwe, yên pêşewitî,  bişêkirîne!?

Min ji kaniya binatra goristanê av vexwar. Min kêlka tirbê ramûsa, êmekî xurt li wê derê runiştim, paşê xêlekê li nava kelafê Bazîdê geryam: ”Di van deran re ew kurdê mezin geriyaye, difikirim, li vir dibistana xwe vekiriye, ‘Mem û Zîna’ nemirî afrandiye ‘Nûbar’ nivîsiye”. Wî di wê dewra tarî de bi Nûbarê zarokên gel hînî xwendin û nivîsara zimanê dê kiriye. Hê di wê dewra terî de derheqa xweyîkirna zimanê dayka xwe de fikirye...Zanibûye, ku zimanê hîmê heyîtiya gelê wî...Vira ew di derbarê jiyanê, xêr û şerê cîhanê de, di derbarê Kurd û Kurdîstanê, azadiya netewî de fikirye. Gelo dewsa mala wî li ku bûye, dibistasna wî li ku bûye? Gelo wî  „Mem û Zîn”a xwe ji kê re xwendiye? Bi kê re fikir û mitalên xwe nîvî kirne? Kî bûye huba wî? Evîna wî çiqas gur bûye, ku karibiye fîelsefa hubê usa kûr û rind binitirîne.Tek evîndarê mina Memê kare ecêba hubê usa bixuliqîne.... Min dixwest, min gelek tişt bizaniya, bibihîsta, bidîta. Li kêleka min xuşîna ava kaniya çiyê, ya sar e zelal bû; helbestvanê mezin niha ji vê kaniyê av vexwariye...

Teyê bigota kanyê jî derheqa Xaniyê mezin de ji min re gilî dikir.

          Dora me kelefe bûn. Dîroka me hê di nava kelefan de ye. Çiqas girêfûtkên dîrokî hene, ku paşê wê vebin, emê jî bizanin, cîhanê jî bizane.

          Ji Hecê vegeriyam. Ruhê min sivik û paqij bû bû.

........ Çiyan ji min re got: “Heca ta qebûl be!” Deştan ji min re got: “Heca te qebûl be!” Golan, kanyan, çeman ji min re  got:”Heca te qebûl be!”. Kurdistanê ji min re got: Heca te qebûlbe, lawo, navê hecîtiyê li te pîroz be!”

 Vegeriyam, vegeriyam, ku gelê xwe,wî gelê bi dewrana xalifî, xapandî û zêrandî re bêjim, ji bo xwe naskirin, rastîya xwe hisandin, ji qeyd, zincîrên xanê û ne xanê xwe rizgarkirinê, ji guna xwe paqijkirnê, xwe sivikkirnê gotî, em berê ewlîn herin li ber zîyaretên xwe, li cîyên xwe yên pîroz Hecê…Heqîk heye, ev tek li cem dayka xwe bi rastî kare dilê xwe veke. Dayîk tek kare gunên ewledên xwe bi dil efûke, sevê dua bike. Di tengî û fireya wî de jê re bive melekê qencyê, remê…

 Dayka me KURDISTAN e û di paşla dayka me de Zîyaret, cîyê pîroz jî hindik nîn in…Lê zîyaretên ji zîyareta pîroztir jî hene. Eger em ewledên wê dayîkê ne gotî, berî her tiştî herin ber wan…

        Tirbên Ahmedê Xanî, Mele Cizîrî, Şerefxanê Bitllîsî, kelefê zanîgeha Herana wêran…Kevir, kuçikên wan kelefên qeytkirî wê ji me re derheqa kûrayî, zanyariya mejû, paqijayî, sivikayî, bedewî û nazikiya ruh, dewlemendî û şîrnaya ziman, kevnarî, qedîmî di nemirya gelê Kurd de gilî kin…Dîroka zaniyariya gelê kurd û pêşyên wî yî hezar salan li nav wan kelefan de veşartî ye…

       Meydana Diyarbekira şewitî, Ameda wêran, ciyê ŞÊX SIHÎD lê şihîd kirin…

       Meydana Geniman…ciyê SEYÎD RIZA…

       Meydana Çarçira…ciyê QAZÎ MEHMED…

       Ax ew meydanên wêran, keser û birînên gelê kurd…Çiqas jî pir in! Gelo heta Kurd li dinê hebin, ew keserên ji dilê wan derên? Ew meydanên bêne ji bîrkirin?

       Ew meydanên axîn û êşê, wê ji me re derheqa neheqî, qan û xezeva neyaran de gilî kin…Wê gilî kin, ew çima şihîd bûn? Çima şihîd kirin? Seva kîjan sûcî? Kê ew şihîd kirin? Şihîda dema xwe ya dawî de çi gotin? Çi temî dane ewledan?…

       Gelo wan mala kê xirav kiribûn? Konê kê li nav konan rakiribûn? Gundê kê şewitandibûn? Zimanê kê birîbûn?..

       Li wan derên pîroz emê dersê ji dîroka xwe hildin. Kirêtî û qirêjaya xweyîntîyê, bêtifaqiyê, ceşîtiyê rind bihisin. Emê rastiya xwe bihisin…

       Tirba BARZANiYÊ MEZIN, serok û rêberê kurd î nemir. Li wê derê emê tê derxin, ku axa welêt çiqas şîrin e, azadiyî çiqas xweş e…Emê bi heqî bizann, ku buhuşt û doje ji bo gelê kurd KURDISTAN e… Eger Kurdistan azad be, kurdên ji xwe re buhuştê çêkin, heta Kurdistan bindest be, Kurdên tim di nav vê dojê de bin. Helebçe li wan kêm nabin…Rêya buhuşta Kurdan di Kurdistana azad re derbaz dibe…

       Ewê rêya berxwedanê, azadiyê, serbilindiyê nîşanî me bike…û bêje amintiya xwe bi tu dagîrkerî neynin, jê re nebin heval…

       LALIŞA NÛRANÎ, ciyê Şîxadiyê nemir, Ebdilqadirê Gêlanî û Şêxmûsê aqilbend rastî hev hatin, xwestin rêya kurd rast kin…Laliş bû perêzgeha zar, ziman û xûna kurdan ya paqij. Dagîrkeran 72 fermanên xezevê li wê perêzgehê re kirin…Kitêb, mişûr, destnivîsar şewitandin, heykelê kevnar şkênandin, heta hestûyên miryan jî derxistin, şewitandin…Xwestin çi kurdî ye, kokbir bikin, bikine xwelî, bidone bê…Ku dewsê tutişt nemîne…Lê hîmê wê mîna koka gelê kurd kûr e, ji hezarsalan tê û ji tukesî re li hev nayê, wê kokê rake…

       Li wê derê emê kevnarî, paqijiya ruh û bedewiya xwe ye kurdewarî bihisin…Li wê derê emê di nav kelefên mîrtiyên Kurdan e dîrokî de, heyîtiya mîrtiya Kurdan, ya dawî, bivînin…

       …Ciyê kurdan yên pîroz pir in…Dema me Heca xwe li ber ZÎYARETên xwe kir, paşê mirov kare here ciyên din jî…Ew bawarî ye, ew hebandin e…

       Çi bêjim, min Heca xwe pêk anye, îcar dora we ye…

1993-2002