Arzan nedin

Eskerê BOYÎK

 

Serok û rêvabirên Kurdan ra

     (Dewsa gotarê)

 

Arzan nedin, xûnê arzan nedin

Xûna keçan e, xûna lawan e,

Xûna ezîz û delaliyê malan e,

Xûna kezeba dayik û bavan e,
Xûna here paqij, xûna here pîroz,

Xûna here þîrin, xûna here giran e…

 

Arzan nedin, xûnê arzan nedin…

Xûn bîranîn e, bîranîna hezaran salan e 

Xûn nav e, xûn namûs e, xûn xîret e

Xûn ax e, xûn erd e, xîn þert e

Welat e..

Welat arzan nedin…

 

Xûna mêrxwes, egît û xweþmêran e, 

Xûna feqîrî, hêsîrî, bindestiya kal-bavan e,

Xûna inkarkirina nav, birrîna ziman e,

Gund-warê þewitî, hêsîrê bê cî û sitar,

Xeribên serê riyan e,

Girtiyên hebsan e,

Kapê usityê mêrxwes û mêran e…

Xûnê arzan nedîn..

 

Xûn sond e, xûn duea ye,

Xûn agir û alava dilê ye,

Kilam e, dîlan e, dîrok e, ruhê pêþiya ye,

Nalîna birîndara, hêsirê dayîka, giriyê sêwiya ye,

Dewa bê despêk, bê dewî ji dewra ma ye...

Xûnê arzan nedin...

 

Îro roja hesabkirina hesaba ye... 

 

Ev dewa nû nîne, dewa bi seda salan e,

Neyar li me bûne belan e,

Xûn rêtine wake çeman e

Ku navê me undakin ji nava navan e,

 

Îro ewqas xûn rêtine, ku navda  gut bûne, mane,

Xûn wan difetisine,

Difetisin, dewya wane…

Ji xûnê nikarin xilasbin…Kes nikare ji xûnê xilasbe

Eger dîsa hûn wan xilas nekin…Kes nikare…

 

Bi dewranan tol, bêxîret, xweyîn- xwefiroþan 

Pirr cara xûna pîroz firotine,

Arzan firotine,

Bi hestuya firotin e , bi avê guhertîn e

Ew xilaz kirine,

Bi xwe jî

Bêrûmet, di nav nelet û nifirada mane…

 

Hûn nekin, 

Hûn nekin,

Nemerda bawar nekin

Ber diniyayê dîsa me rezîl nekin !

 

Xûnê arzan nedin

Xûna lawên xwe,

Xûna kal û bavên xwe

Mêranî, namûs û navên xwe,

Cî-warên þewitandî

Goristanên hilþandî,

Zindanêên xezebe –tarî

Laþên þihîdaye bê serî

Zarok, kal-pîrên li rêyên xerîbiyê bêxweyî,

Mizgevt-zyaretên bê duea mayî…

Bîra nekin…

 

Arzan nedin, xûnê arzan nedin,

Ku carke din

………………..

Xûn nerije…

 

10..08.2009

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org