Eskerê BOYÎK
 
 
AÞÊ PÎR OSMÊN
( ji bûyarên sala 1937 a) 
 
 
 
 
 
Navê gundê li rex gundê me Mîrek bû. Navbera herdu gundan da gelî bû. Gelî ji gundê me dest pê dibû, dikþya digihîþte Mîrekê. Nava gêlî ra çemekî zirav dikþya. Nîvê avayên Mîrekê li gêlî da bûn, nîvî jora gêlî. Aþê Pîr Osmên jî li gêlî, di perê Mîrekê bû. Bi ava wî çemî aþ xebitî bû. Dema xortanya min aþ jî, Pîr Osman jî êdî tune bûn, bîranîn û kelefe dewsê mabûn. Lê ew der dîsa  wek Aþê Pîr Osman dihat naskirin.
Binatara kelefê êþ zinar û qeyayê mezin hebûn, av di nav wan ra dikþya. Di nava wan qeya-zinara da masî pirr bûn. Havîna, dema hewa germ dibû, em xortên wê navçê, diçûne Aþê Pîr Osman seyranê û girtina masya.
Ev çîroka min derheqa gundê Mîrekê, aþ û ard, masya û masîgiryê, seyrana xortaya xweþ da nîne: bûyareke, ku Pîr Osman, dema, dikeve li ber ruh, mirinê, haziran ra gilî dike. Gunê xwe dike sitûyê haziran, ku ew wê çîrokê tevara bêjin.
Sala 1937 a, wek saleke dijwer di jîyana evdên welatê sovêtê da kivþe. Þûrê xezeba rêjîma Stalîn xelkê welêt dabû ber xwe û dibirî. Wey li wî, kê kete ber wê zulmê, çûyîn hebû, hatin na.
Mezina digotin, Pîr Osman evdekî bi rûdan, dîndar, dûreþer û pirr rem bûye. Aþê wî hebûye û bi aþvanî, keda xwe helal  neferê xwe xweyî kirye, serda jî gundî, nas û dostan ra alîkar bûye. Sala 1937 a wî aþvanê pîremêr jî, wek bi hezaran evdên mîna wî, bi navê „dijminê milet“  digrin û davêjne hebsê. Ji bo çi? Þûcîê wî çi bûye, çi dijminatî miletê sovyêtê ra kirye wî jî nizanbye.
 
„Ez û cwamêrekî ermenî odekê da bûn. Cwamêr ji gundê cînar bû. Me berê da hev nas dikir. Xwendî bû, mamosta . 
Evar bû, dema mîlîsî* hatin mala me, ez girtim û birne nehyê, kirne wê odê.  Odêda kes tune bû. Derî li  ser min dadan. Ode binerd bû, tarî û sar. Pencerek dîwêr da hebû, ew jî bi þîþê hesin dorpêc kiribûn. Zeraya ronaya þevêye sivik dikete odê. Çavê mêriv jî hînî taryê dibin. Demek þûnda, mîlîsya laþê wî cwamêrî, yê di nava xûnê da mewicî, nîvmirî anîn, bêxem avîtin nava odê, derî dîsa li ser me dadan û çûn. Usa lê dabûn, ku cîkî sax wî feqîrî da nehîþtibûn. Ez li ber serê wî rûniþtim, min potê xwe êxist avîte bin, kirasê xwe qelaþt, birînên wî pêça. Ji pey demekê ra zilam ser hiþê xwe da hat, çavê xwe vekir, taryê da ez nas kirim, destê min girt:
-Pîr Osman, tuyî? Tu feqîr çima anîne vî cîyê xezeb. Hela dijminê min hene, dîjminê te kêne?
Min got: „Heyran xêncî qencyê min xirabî tu kesî ra nekirye, ez jî nizanim çima ez girtim…
-Ya min dereceke mayîne, mesela min dirêje,- wî destê min girt û hêdî got,-dem kême, apê Osman guh bide min. Wê niha bên te bivin lêpirsînê. Temya min teye, gune- sûcê dikine sutyê te qebûl neke, nexape, ji sozê wan bawar neke, bêbav û bêbextin. Te bikujin jî tu sûcî hilnede ser xwe. Ya din jî, wê ji te derheqa evdekî nas da bipirsin. Ji bo kê jî ji te pirsîn, birê te be jî, bêje navbera me ne xweþe, xirabe. Gelekî xeber nede.
 
Gotina mêrik derket, hê sehetek derbaz nebû, nîvê þevê, derê odê vekirin, du mîlîsyên gênc dakutane hundur, milê min girtin û ez defandim derva, sivdera tarî ra ez birme odeke ronayî. Germ bû. Lempeke niftêye mezin dîwarê odê va darda bû. Zilamekî qemerî, gewde, bi cilê leskera li ber texte rûniþtî bû. Mîlîsî çûn, em herd tenê man. Min silav da zilêm. Wî cawa silava min neda. Kursîk li wur danî bû. Destê xwe dirêjî kursî kir. Ez ser kursî rûniþtim. Paþê kaxazê ber xwe nihêrî, û bi cûrekî pirsî:
-Navê te Pîr Osmane?
Min got: „ Belê, bira.“
-Tu Pîrê Ezdiyanî?
Min got: „ Belê.“
-Aþê te heye?
Min got: „Belê maqûl, ez aþvanim.“
-Pîr Osman,- zilêm deylî min kir,- tu cwamêrekî pîremêrî. Gunê min ji te tê. Ez çi ji te dipirsim, eger tu zû xumukur bêyî, we çi kirye giþkî ji minra gilîkî, wê ji tera baþbe. Ez her tiþtî edî zanim. Înkarkirin karê nade. Rastyê ji min ra bêje, ezê  hema niha, ji vira te berdim, tê herî mala xwe…
-Ez ocaxa xwekim, tu gilyê xêlif ji devê min dernayê, rastî rastya Xwedêye,- min cawa wî da.
-Tu diçî oda Birahîm?
-Belê, maqûl, evarê payîz-zivistanê dirêjin, em ji xwera oda Birahîm da þevbêrka xwe derbas dikin. Ev xeysetê gundyane, ji kal-bava tê …
-Hûn odê da çi xeber didin, kê têne odê?
-Gilî-gotinê gundin, çîroka dibêjin. Þeva xwe derbas dikin. Cînar tev jî tên…
-Min bihîstye di nav weda hin zilamê nerind hene derheqa weletê me, Stalînê mezin, hizba meye Bolþêvîka da xirab xeber didin? Tu zanî ew sûcekî girane. Ew hevalê te yên usa diaxivin tev neyarê welatê mene?  Minra rast bêje ew kêne? Navê wan? Çi dixwezin?  Ji ku tên serkarîkirin? Dibêjin sîlihê wan hene, bêje wan ew sîlih ku veþartine. Giþkî yek bi yek rast ji min ra bêje û here mala xwe.
Ez ji gotinê wî ecêvmayî mam, sûclû bûm. Þerê bê kiras bû. Min sond xwer:
-Heyran em ku, tiþtê usa kû?  Ez melekê vê þeva ker û lalkim, ocaxa xwe kim, Xwedê bira îmanê nede min, neyarê min û malê be, herge tozek xêlif gotina min de heye, bavo. Bavo em kurmancê nexwendîye, feqîr…Emê çima tiþtê usa bikin? Saya serê Xwedê, Sitalîn û weletê Sovêtê em kurmanc  jî vî walatî da ji xwera sitirine. Kesek me xeber nade. Xêncî qencyê me tiþtkî xirab ji vê dewletê nedîtye. Kêyê mala xwe biþewitîne, neþêkirîne, xwedênekirî buxdana gilîke …
-Pîr, rûyê xwe nehejîne. Sondê xweye derew navêje navê. Kes wan sond-mondê we êdî bawar nake. Xuyaye bin teda pir tiþt hene. Ezê te mecbûr bikim. Tê xeberdî, tê rastyê bêjî,-zilam bi hêrs min nihêrî,- niha Ezîmê gundyê weyê bê, tu Ezîm nas dikî?
Dema navê Ezîm da ez þa bûm, bîn hate ber min. Em gundî û cînarin. Bawarkî sal tunebû min arvanê wan bê heq nehêra, feqîr bûn, çi destê min dihat min alîkarya wan dikir. Wan salê dewyê Ezîm mezin bûbû, derge-dîwanava diçû-dihat, dixebitî, di gundda gêncekî  çavvekirî bû. Halê mala bavê xwe xweþ kiribû. Hinek gundî jê nerazî bûn lê kêfa min jêra dihat. Min wek lawê xwe jê hiz dikir. Rast gotî, wî jî li nav gundda qedrê min digirt. Min dest pê kir pesnê Ezîm da. Bawarkî min çiqas xeberê xweþ zanibû derheqa wî da got û due’a lê kir.
Ez wê bawaryê dame Ezîmê bê, min ji wur xilaske.
Zilêm, destê xwe li hev xist. Mîlîsî hate hundûr:
-Hevalê Ezîm ra bêje bira bê hundur.
Ezîm hate hundur. Qe alyê min da jî nanihêrî. Zilêm jê pirsî:
-Hevalê Ezîm, tu vî merivî nas dikî?
-Pîrê gundê meye hevalê Pêt**, neyarekî welatê Sovêtê, neyarê bavê meyî mezin Stalîn, hizba meye Bolþêvîka heye, ewe…Kûlake***, xûna  gundya xwerye,  em tev dixebitin ew duxwe. Salê her maleke gund, mecbûr pezekê didê.  Aþê wî heye. Destê wî bê wê weletê meyî ezîz hilþîne… Xelkê gundê me û yên dorê xwe dicivîne û çi xireavî bêjî derheqa welatê Lênîn da dibêje, Stalin ra dide çêra. Qaçaxçî û dijminê welet têne mala wî. Du oda Birahîm da dizîva dijminê weletê me li hev civyabûn. Pîr  li nav gundên Kurmanc û Ermenyên digere, merivê wî wan gunda da hene, dixwezin xelkê rakin dijî weletê me. Dijminê milete, hevalê Pêt, neyare!
Ezîm digot-digot, ez sews bûbûm, min ji çavê xwe û guhê xwe bawar nedikir…“Heyran eva Ezîmê meye yan yekî dine? Min çi li vî kirye ku ew van þera davêje min? Çima, seva çi? „
-Çiqas þêx-pîr, axa -beg hene giþk dijminin, giþk neyarê weletê meyî ezîzin,-qûrîna wî bû,tilya xwe li ser minda dihejand,- ez nizanim, heta niha we çima rûyê wî jê nekirye, we çima gulle berî serê wî nedaye. Gerekê koka van þêx-pîran biqelînin. Çiqas zû wî gulekin, ewqas kara me hemyane.
-Saxbî hevalê Ezîm, te borcê xwe yê hizbî cî anî,  dikarî herî…
Ezîm çû.
-Te bi guhê xwe bihîst Pîr Osman, Ezîm çi got,- Pêt hat rex min sekinî,- em her tiþtî zanin. Gunê min te tê. Tû kalî, ez bawarim tu xapandine. Were giþkî xumukur were,  navê teva bêje, bêje hûn li ku civînê xwe dikin, li mala kê? Hema niha ezê te biþînime mala te, ev xeberdan jî wê nava me da bimîne…
Min kulik**** ji serê xwe derxist berbi esmên kir û sond xwer, ku tiþtê usa tune, Ezîm þerra davêje min, buxdana dike…
Pêt nehîþt ez gotina xwe kutakim, heta wî hebû kulmek da dêmê min, ber çevê min bû tarî, sêrê min gêj bû, kulik ji destê min pekya, xûnê pozê min ra avît. Ji zerpa kulma din ez ji ser kursî ketim, li erdê dirêj bûm. Îcar li erdê wî kafirî ez dame nav pihîna, dereke sax li min da nehîþt. Paþê rûdana min ya ji xûnê þilnûyî girt, ez ji cî bilind kirim û li ser kursî dam rûniþtandin. Çirrîna xûnê bû ji destê wî ser cilê min da dihat. Wî bi destê xweyî xûn kaxaz ji ser textê ber xwe hilda anî raberî min kir:
-Tilya xwe hubrê da ke, dayne li ser vî kaxazî, ku gotinê Ezîm rastin, yan na ezê te bikujim…
-Min bikujî jî ez xêlif xeber nadim…
-Tê xeberdî, mecbûr tê xeberdî,-zilêm got û dîsa da min…
Nizanim çiqasî li min dabû, hew min çevê xwe vekir, oda binerde tarî da, cwamêrê Ermenî li ber serê min rûniþtye. Serê min, dêmê min giþk werimî bûn, diþewitîn, dereke mine sax nemabû, ji êþê halê min tunebû…
Roja din mîlîsya cwamêrê Ermenî birin.
Dema xatirê xwe ji min dixwest, dîsa got: „ Pîr, kurmancê dilsax, aminya xwe kesî neyne. Ev ne dema dilsaxyê û amintyê ye.“
Heyfa wî zilamî. Mîlîsya ew birin. Êdî min ew nedît.  Ew çûyîn bû çû…
Þeva din, dîsa wî wextî mîlîsya ez birime wê odê. Pêt bi delk kenya, min nihêrî û got:
-Ha, Pîr, tu serwext bûyî, ku xencî xumukurhatinê rêyeke teye din tune. Çiqas zû ewqas tera xêre. Xumukur werê here mala xwe.
-Ez tera çi sond buxum, ku tu ji min bawarkî, evdê Xwedê! Tu tiþtê ji te veþêrim tune. Tiþtê xumukurhatinê tune, vî yaþê xwe, bi vî porê xweyî sipî ezê þerra bavêjme kê?- min cawa wî da…
-Tu Îsê nas dikî.
Îsê Þêx bû. Mala wan gundê cînar da diman. Birê meye axretê bûn. Apê wî birê min bû. Ez bûbûme serdewatyê birê Îsê yê mezin. Þika min ser Îsê qet tunebû. Min wek kurê xwe ji Îsê hiz dikir. Gumana xêrê dîsa  kete dilê min.
Min got: „ Ew zilamekî heyfe. Gundê me cînarê hevin. Mala bavê wî maleke feqîre, xebatçîne. Min tiþtekî xirab ji wî nebihîstye “.
Ku zyanê nedim wan, min derheqa  þêxtyê, biratya malbeta me û wan ya axretê da tiþt negot.
Gazî Îsê kirin. Reme bavê Ezîm be. Wî ji Ezim xirabtir kir. Dinyayê da þerr nehîþt avîte min. Ez kirme cesûsê Tirka, neyarê weletê Lênîn, Stalîn. Giva ez hevalê dijminame… Daþnakê***** ermenya va  girêdayîme. Em çek-sîliha dikirin, dizîva top dikin. Ku paþe dijî bolþêvîka þerkin. Tiþtê usa digot, min ne bihîstibû, ne zanibû.
Wextê Îsê çû, Pêt nivîsara xwe xilas kir,  dîsa ji cîyê xwe rabû hat rex min sekinî.
-Niha tê cê bêjî Pîr Osman, Ezîm derew got, lê Îsê? Xumukur werê.  Navê hevalê xwe bêje. Tilya xwe hubrê da ke dayne bin vê kaxazê. Ezê te berdim…
Min destê xwe hevraz kir…
-Xwedê tu þedeyî, ez haj tiþtekî tuneme…
Bira xêr-bêr li ser weda bibare, kevir-kuçik ser minda. Wê þevê Pêt, ew canawirê weke hirça çi anî serê min, tek Xwedê zane…
Þebeqê, min çevê xwe vekir, ez wê odêda ketime, xûn bin minda meyaye. Bi çûrekî rabûm, rûniþtim… Min tê derxist parxanê min alyê rastêva þikestine. Xûn ji devê min dihat. Berêvarê Emerîkê Ûsiv anîn. Rema Xwedê lêbe. Mêrê weke wî vê êlê da tunebûn…Nan-xwerin cem hebû, xwera anîbû. Bi zorê heve xwerin da min.  Heta êvarê ew jî birin û nava xûnêda sorbûyî anîn… Emerîk zilamekî xurt bû, li ber lêdana wan teyax dikir…
 
Þeva din dîsa mîlîsya hat ez  birim, li ser wî kursî dame rûniþtandin…
Ricafê min girtye, serê min dêþe, cîyê xwe da dilerizim, bi teherekî min xwe li ser kursî girtye.
-Pîr,- Pêt  bi hêrs ji cî rabû, hat nêzîkî min bû, niþkêva guhê min girt û usa kiþand, min got ruhê min kiþya, xûnê ez hildam. Di ber dirana da minra da çêra,- kûçik! Xumukur naêyî? Ezê bi zorê te bidim xeberdan. Tê hê zerpa bivînî…
Paþê çû cîyê xwe rûniþt, kaxazê ber xwe nihêrî û got:
-Tu Kamil nas dikî?
Kamil xortekî sêwî bû, lawê Sibhana pîr. Bavê wî þerê Cangîr Axa û Tirka da, sala 1918 an nêzîkî Axbaranê hatibû kuþtin. Bi dijweryan Sibhana feqîr kur mezin kir. Kamil xwendinê da pir jêhatî bû. Li Rewanê dixwend. Gundda digotin rojya nagre, þêx-pîra nehebîne, heta  sitaxulla Xwedê jî bawar nake…
Fikirîm, ku Kamil þêx-pîra hiz nake, ewê Ezîm û Îsê xirabtir bike. Min dest pê kir çi ku Ezîm û Îsê derheqa min da digotin, min jî gilyê usa derheqa Kamil da got:
Min go Kamil xortekî xwendevane. Ew ji Yêrêvanê tê gund, gundya dicivîne derheqa Stalîn, Lênîn da xirab diaxive. Dibêje van Bolþêvîka welat xirab kirye. Dixweze komek gênca topke derbazî dewleta Tirk be. Gênca dora xwe top dike dizîva wanra kitêba dixûne…Hevalê Daþnakane. De, min çiqas karibû derheqa Kamil da xirab got.
Min digot, ewî jî dinivîsî. Dema min axaftina xwe kuta kir.
-De tilya xwe hubrêdake, dayne bin gotinên xwe.
Min tilya xwe hubrê da kir danî ser kaxêz…Hîvyême ku Kamilê çika çi þerî bavêje min. Min ji xwe hazir kir Kamil ra bikevme hucetê…
Kamil  hate hundur, silav da me.
-Kamil tu vî nas dikî?
-Çawa nas nakim, Pîr Osmane. Gundê meda evdekî rem, evdekî xebatçî, gundîkî helal e. Ez çend  cara bûme þede, çawa vî cawamêrî nava gundya da rûniþtye pesnê weletê meyî xweþ, Stalînê Mezin, biratya mileta daye. Çiqas belengaz-feqîr hene arê wan bê heq dihêre. Þev-roj êþda dixebite. Çend meh pêþda kaxazek nîþanî min da, sala !920 î wextê leþkerê bolþêvîka hatin gundê me azad kirin, Pîr Osman bi ereba xwe çekê wan gîhandye bajarê Humamlyê.
Kamil vegerya berbi min û pirsî: „ Kekê pîr ew kaxaz kuye?“
 
Bi rastî jî kaxazekî usa bûbû. Min çekê wan bi ereba xwe bir û kaxazekî usa dane min. Ew kaxaz lap ji bîra min çûbû…
Pêt dema derheqa wê kaxazê da bihîst, cûrekî bû, bi nermayî pirsî:
-Lê te çima seva wî kaxazî ji min ra zû negot?
-Belê ew kaxaz li mala meye,- min got.
-Cawe biþîne bira sibê wî kaxazî zû bînin, bidine min,- Pêt got.
-Ser çavê min!
Kamil pey hev digot û digot, çiqas gilyê qenc hebû derheqa minda …
Çevê min fire bûbûn, min wî gêncî dinhêrî. Min dixwest derheqa min da xirab bêje, lê wî  bi her cûreyî pesnê min dida. Dixwest min xilaske. Min nizanbû çi bikira. Min bêbextî wî gêncî ra kiribû…
Ez nizanim çawa bûm, bîna min çikya, ber çevê min bû tarî.
Ez xeriqî bûm, ketibûm. Hew min çavê xwe vekir Kamil bi desmala xwe xûna guhê min paqij dike û hewl dide ku min rake. Huceta wî û Pêt bû.
-Vî bivin,-Pêt bi linga kêleka min xist,- lê Kamil bira bimîne…
Mîlîsya ez nav hevra kirim birin avîtin wê odê… Emerîkê potê xwe raxist, laþê min kiþande ser.  Hevt xwezila wê êþa zulm, ne xazila kirina min û cawa Kamil…
Demekê ji pey minra laþê Kamilî nîvmirî jî anîn avîtine cem me…
-Tu çima wa kirin?- min jê pirsî…
-Bêbava gilyê min jî kirine. Þer avîtine min jî…
Roja din hatin, Emerîk û Kamil þandine Yêrêvanê, hebsê…
Ez nikaribûm rabûma pîya, xûn ji devê min dihat, nikaribûm bimeþyama. Mîlîsîk hat got Pêt gotye Pîr bihêlin…
 
Peyra Pêt bi xwe hate odê, û min ra got:
-Ezê te berdim. Here mala xwe. Wî kaxazî zû min ra bîþîne! Niþkêva ew kaxaz nekeve destê merivne din… Çi vira bûye gerekê nav me herda da bimîne… Hema ew sirr te bela kir, dîsa tê bêyî vira…
-Ça ez gihîþtime mal, me ew kaxaz Pêt ra þand. Kaxaz çawa bû nizanim…
 
Weke sê sala Pîr Osman li nav nivîna da dimîne. Tu tiþtî kesî ra nabêje.  Êdî tê derdixe ku dewya wî hatye, bi teherekî, hazirên dora xwe ra vê çîrokê gilî dike…
 
-Kamil çû, min Kamil þand…Ezê çawa li ber Mirê xwe cawa xwe bidim?- dibêja û rohê xwe dide…
 
____________________________________
*        Mîlîsî- polîs.
**      Pêt –  peyveke ermenîye, yanê serokê polîsa.
***    Kulak-kedxwer, milkedar.
****  Kulik- kume, sîmvoleke êzdîtyê ye, þêx, pîr, feqîr, mêrên þikestî didine serê xwe.
*****  Daþnak partyake Ermenya ya miletyê ye. Dema Sovêtê hatibû qedexekirin.
27.10. 2008 

 

 

 

   

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org