|
Eskerê
BOYÎK SERÊ KÊ LI NAV ÞERRÊ KÊ ? Du-sê
roj berî vê nivîsar- bersîvê, êvarê, dereng, hevalekî telêfon ji
min ra vekir û got: „Te di heqê jinê
da çi nivîsye, ku pîrekeke serpêçayî usan berk cawa te daye, giva serê
jînê di navbera kêrên mêrên tawankar û pênûsên mêrên nivîskar
da….“ û tenê navê te daye… Ez
sûclû bûm, nedhat bîra min, ku tiþtekî usa min nenivîsî be.
Min malpera PEN a Kurd vekir. Bi rastî jî gotareke wî navî 28.
07. îsal di malperê da hatibû weþendin. Niha
malperê kurda tevî nivîsvana ewqas pir bûne, ku nav wê qerebalix û
tevlihevyê da nivîskar û nivîsarên layîq û nelayîq ji hev cudakirin
dijwere…bi piraktîkî jî nivîsarê teva xwendin ji qewata mêriv dere
û ne jî pêwîste. Ez
vê pîrekê nas nakim, nizanim ji kuye, bi çiva mijûle, meremê wê çiye,
çi nivîsye, tenê çend cara malpera da sûretê wê û pêçana serê wê
bala min kiþandye, kîjan van salê dewyê cem pîrekê Kurdên musulman jî
bûye weke mode… BÊWER
ÎBRAHÎM, navê goterê „ Serê jinê di navbera kêrên mêrên tawankar
û pênûsên mêrên nivîskar de ?! „
Peyvne pir giran û tije sûc… Min
gotara xanim Bêwerê xwend, tê gihîþtim gilî derheqa çi dane û pêra
jî min texmîn kir xanima birêz yan haj naveroka gotara min tune,( dibe ne jî
xwendibe) yan jî eger xwendibe naxweze
pirsgirêkê femke… Salek
pêþda ji bo dijwerî û alozyên dor Êzdyên Baþûrê Kurdistanê çêbûyî
, ez wek nivîskarekî mecbûr mam hinek pirsgirêkan vekirî li ber
xwendevanê kurd aþkerekim, Min gotarek bi sernivîsa
Keça Êzdî bûye
bela serê Êzdiyan…
weþand. Ku
xwendevan meremê wê nivîsara min
têbigihîjin, ezê gotarê bi temamî daynim li ber data wana: GOTARA
MIN „Hê
du-sê meh berê, hewar-gazyên Êzdiyan ku ji Baþûrê Kurdistanê
dihatine standin û kampanya nebxêr ya ji bo kuþtina keça Êzdî çapemenyê
da dihate meþandin ez mecbûr kirim nivîsareke wa binivîsim:
BANGA MIN LI GELÊ KURD Û HEMÛ QEWATÊN AZAYÎHIZ Van
rojên dewyê ji Kurdistana Baþûr gelek nûçeyên nebixêr seva halê Êzdiyan
têne stendin. Kuþtina keça Êzdî kirine me’ne, çawa temamya Îreqê
usa jî herêma Kurdistanê êrîþ ji pey hev têne ser vê civaka kêmjimare
bê piþt. El Qaîda, hêza Îslamyê ya
têrorîste e’yan û partyayên olperese radîkal, berê neyartya xwe dane
Ezdiyan. Mizgevtên
bajarê Mûsilê û hinek mizgeftên herema Kurdistanê, kanalên têlêvîzyonan
banga qirkirna Êzdiyan dikin. Kampanya
pilankirîye kirêt raya cihanêye giþtî ya azayîhiz jî kirye nava þaþyan. Gelê bêþûcî-bêgune fermaneke nû ra rûbirûye. Çendek
pêþda, li bajarê Mûsilê 24 evdên Êzdî yên karkir, ji bo êzdî bûn
ji nav karkirên musulman û xirîstyan bijartin birin, bi hovîtî kuþtin,
700 xwendevanên Êzdî ku zanîngehêên bajarê Mûsilê da dixwendin,
mecbûr xwendina xwe hîþtin, revyane herema Kurdistanê, Êzdiyên ku wî
bajarî da dijîtin giþk ji wur revyane. Ya
xeter ewe, ku ew dijîtî û neyartîya dijî êzdiyan derbazî
Kurdistanê bûye. Bajarên
Kurdistanê da jî êrîþ û bangên neyartyê yên dijî êzdyan pir bûne
û berdewamin. Îrade kare ji bin kontrola qewatên heremê yên bêqezyabûnê
derê, bibe þerê olî. Pij
vê kampanya reþ da hêz û dewletên neyar sekinîne. Dijwer
nîne bê texmînkirin, ku bin vê kampanya neyartyê da çi meremê gemar
veþartîne. Dema Rêfêrêndyûmê ji bo pêkanîna xala 140 î nêzîk
dibe. Zanîn Êzdi kurdin, tiþtekî wan, ku
wan êrebava girêde tune û ewê e’se bisekinin alyê Kurdistanê.
Dixwezin
êzdyan bitirsînîn, ku Êzdî þên û werê xwe bihêlin birevin,
dijminatyê bikine nava Kurdên musulman û êzdî, aramî û edlaya herema
Kurdistanê da heye tevli hevkin. Ez,
wek nivîskarekî Kurd bangî temamya partî, hêz, komelê Kurdaye sîyasî,
civakî, rewþembîrî, olî yên heçar perçên Kurdistanê û cihanê û
temamya gelê Kurd dikim, destê nepak û neyara bigrin, nehêlin xeletyê
ku bi dewrana hatine kirin
biwekilin û civaka Êzdiyan bikeve devê fermaneke xezeve nû. Ez bangî
qewatên cihanê yên azadîxwez dikim Êzdiyan biparêzin.
Eskerê BOYÎK Nivîskar
, 03. 05. 2007 Lê
ji bo hal hevkî aram bûbû, û ji bo agir gur nekim min ev nivîsara xwe
tu cîya newaþand… Ez
ne koçekim, ne jî koçekya-moçekya bawar dikim lê tiþt hene, ku ji halê
çêbûyî diniqitin dilê mêriv. Nizanim çima ji bo bûyareke xirab tirs
ketibû dilê min. Bûyara
Þengalê qewimî… Rast,
dilê temamy gelê Kurd êþya. Pêþyada hatye gotin: „ Xwedê hew
mezintir neke“. Neyarê
ev qetil kirî di hinek alyada gihîþtye armanca xwe, tirs-xof ketye li nav
xelkê, rev û beze. Hêzên
berpirsyar gerekê hiþyarbin, nehêlin neyar qetla xwe berdewamkin û Þengala
Ezdyan reng û dêmogirafya xwe biguheze, bê êzdî be… Vê
dewyê mallperên me-kurda da hate nivîsar ku derheqa Duea-keça Êzdî da
du cîya fîlm têne çêkirin… Ji
wê bûyara kirêt girtî heta îro hewar-gazya rewþembîr û evdên Êzdîye,
ku wê kampanya dijî civaka Êzdyan rawestînin, ew dijminatyê himberî vê
civakê li nav dinya musulmanyê da gur dike, ku ew perçek ji pilana neyarê
Herema Kurdistanêye, ku vê dema Îreqê da bêqanûnî û kaose, ew kare
bive sebebên bûyarên xirab…kesî guh nedida wî dengî, malper bi vîdyo
fîlma kiþandî, gotarên þermezarkirinê dagirtî bûn…Ew hemû hindik
bûn hinek hunermend û nivîskarên meye navdar bi wî navî kilam û
helbest, destan û romana çê dikirin… Niha
jî ew fîlm? Gelo
pirsgirêk û birînên Kurdistanê ewqas hindikin, gelo bûyarên kurdaye
balkêþe din êdî tunene, ku hunermend û sînemekêþên me û yên wan fînanse
dikin ji bo bûyara Duayê nîsanî cihanê bidin ketine cêrgê, ewqas
destvekirî û dilþewatin ?… Ka çend fîlm
derheqa serhildanên Þêx Þihîd û Þeyîd Riza, serhildana Agiryê, bûyarên
Muhebadê û kuþtina Qasimlû, derheqa fermanên Êzdyan, halê Kurdên
Elewî û bi hezara bûyarên gelê meye dilêþ da hatine çêkirin… Di
nava civaka gelê Kurd ya fêodal da salê bi hezara bûyarên wek ya Duayê
dibin… Pirs pêjda tê, çima sînemevanê me nava wan pirsgirêka da tek
bûyara kuþtina keça Êzdî bijartine… Ev
yek cîyê fikirandinê vedike… Bira
xwendevan nefikirin ku ez alîgirê zulm û zora li ser jinême. Min
dixwest ew kevirên davîtine Duaê li min ketana, tek ew bûyara kirêt pêk
nehata û ew keça cîwan bigihîþta mirazê xwe… Gilyê
min derheqa bê sebeb ji alyê
hineka da reþkirina dêmê civaka Êzdyan û gurkirina dijminatyê ye li
dora wan. Ez,
wek merivekî Kurd hêvî û
reca sînemevan û yên wana fînanse dikin dikim, (eger ew dijminê gelê
Kurd nînin) çêkirna wan fîlman rawestînin, nebin alîkarê vê kampanya
qetil ku dijî Êzdîtyê tê meþandin… Pirsgirêkên gelê Kurd,
yên layîqî fîlman pirin…
Eger
vê civakê ra nikarin bivne alîkar, zirarê jî nedinê…
Eskerê BOYÎK, 23.08.2007
„ A,
xanim Bêwar, rûnê û rind bixwîne, ku pirsgirêka gotara ku min bi mecbûrî
nivîsî ji ku tê. … Xanima
hêja çawa tu bi xwe jî dinivîsî tenê li Baþûrê Kurdistanê sala
2007 a 276 jin hatine kûjtin. Lê perçê din da? Hejmar
pir dilêþ û girane. Jinek jî usa bê kuþtin ew qetileke li ser vîjdanê
gel û rewþenbîrya wê. Ez pirsekê te bikim xêncî navê Dua’ belengaz
jî wî 276 a navê çend jinê kuþtî medya kurdî da hate gotin û
kampanya hewar-gazîyê ji bo çenda hate avakirin, tu û ew hunermend,
helbestvan, sînemevanê Kurd navê çenda zanî? Eþkere
ye, ku musulmanên radîkal ew bûyar bi merem dijî Êzdiyan dane kêranîn,
Dua’ bêmiraz bû qurban… Sênaryo têlêvîzyonên Ereban çê kirin,
ku aramya heta wê demê Herema Kurdistanê da hebû tev li hevkin. Li
bin wî miqamê qetlê da mixabin gelek „oldar“ û „rewþenbîrên „
kurd jî reqisîn û heta îro jî hinek direqisin… Yên
ku ew sênaro çê kirine ew ji bo gurkirina agir hazirin fînansa jî bidin
her kesê ku ser vê tiragêdyê dixwezin ji xwera nav derxin. Neyarên
Kurdan gelek wara da gihîþtin armancê xwe: Êzdî ji welatê kal-bavên
xwe direvin û çawa direvin.. Bira sev
xatirê we Þengal jî Erebên „bira“ ra bimîne… Bûyarên
pey ra rastya wê pirovakasyonê ferih raxistin ber çavan. Ewropayê,
demeke dirêj hinek malperên Ereban ji bo tola Dua’yê sitiranek çê
kiribûn û banga qirkirna êzdiyan
dikirin. Heta
niha jî ew sênaryo didomîne. Çend roj pêþda dengnivîsarek nîþanî
min dan. Van paþwextya, mizgevteke bajarê Akrê da „oldarekî“ bi navê
Mela Ferzende ji bo tolhildana
Dua’ musulman, bang li musulmana dike ku „ Kurdên êzdî qirkin, qetla
wan evdên musulman ra helale, axa Kurdistanê ya pîroz ji wan kafira
paqijkin “ Agir ji devê wî „xudênasî „ dibarî. Min ji dengê wê
saw kþand. Min ji guhê xwe bawar nedikir, ku vê dewra 21 da jî karin li
nav mirova da yê qaftarîye… usa hebin. Gelo
dem nehatye Hukumata herema Kurdistanê
bi rastî dengê
„oldarên“ harbûye usa bibire. Gelo
dem nehatye rewþenbîrya Kurd jî bercevkê tarî ji ber çavê xwe
hilde… A,
xanima hêja, eger têgihîþtî mesela nivîsara gotara min ev bû . SERZÊDEKIRIN
Navê
xelkê ra lîstin þerme. Te ev gotar 15.05. 2008 nivîsye U ez nizanim çend
malpera da jî weþendye? Xwendevanên ku Eskerê BOYÎK nas nakin, wê
bifikirin gelo ew fêodalê kîjan
dewrêye?... Rexnekirin
baþê, lê cîyê neheq navên mêriv ra lîstin zimandirêjî û bê edebî
ye. 20.08.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org