Vê dewye navê PEN a Kurd gelek rojneme û malperên kurda da tê xanê. Bi keder gerekê bê zanîn, ku ne hemû bi nêt û meremên qenc wî dezgê kurdewarî ji bîr tînin û dewsa alîkaryê bidine, dixwezin bêrûmetkin...Wextekî kesî derheqa PENê da qet nizanbûn, yan jî ji bîra teva çûbû... Lê dema PEN a Kurd bi rastî û xurtî dest karê xwe kir, li nav PEN a navnetewî da cîyê xwe yê layîq girt, hinek endemên wê ketin li nav komîsyonê PENa navnetewî, gelek pirsgirêkên gelê Kurd derxistin meydana navnetewî, serokên PENa navnetewî yên here bilind pirsgirêkên gelê meva nas bûn, bûne dost, bi hizkirin beþdarî civîn û konfêransê PENa me bûn, vê carê hineka ji me serî hildan...Tê xanê em kurd hîn nebûne ji hev ra bivin piþt û alîkar ji bo bi rastî çareserkirina pirsgirêkên gelê xwe.
PEN dezgehekî nivîskarên cihanê yê navnetewî ye. Bawarkî payên welatên cihanê yên pirê PENê wan hene û endemên PENa navnetewîne. Di piþt wan PEN a da dewlet sekinîne, xweyî mecal û aborîne. PENa me jî, bi mecalên xwe yên kesîb, di nav dagerkirên nexwez da, bi saya xebata komîtêya xwe ya rêvabir îro kare wan PENa ra bimeþe û guhdarya wan bikþîne li ser pirsgirêkên gelê me.
Ez endemekî wêyî sade me û tim çevê min li kar-barê komîtêya rêvabir e. Ya baþ ewe, ku Navenda PENa me cîkî nêytiral e û komîtêya rêvabir bi culet kare xwe dike, pirsgirêkên nivîskarên Kurd yên her perçekî Kurdistanê digîhîne PENa navnetewî. Endemên komîtêya rêvabir û hinek nivîskarên dora wan yên aktîv zaneyên çend zimanên Ewropî ne, hiqûq û qanûnên navnetewî zanin, tu asteng ji bo wan tune ku beþdarî konfêrans û civînên PENa navnetewî bibin û pirsgirêkên gelê me yên aktûal bigîhînin cîyên pêwîst.
Bi kêfxweþî gerekê bê bîranîn, ku roj bi roj xebata Navendê di nav nivîskara da geþ dibe, hejmara endemê PENa me jî zêde dibin. Ji heçar perçê Kurdistanê, welatên Ewropayê, Rûsyayê û cîyên din nivîskar daxweza xwe diþînin, ku bivin endemê PEN a Kurd.
Salên borî da Navenda PENa Kurd gelek karên berbiçev kirye, pêwîstî tune vê gotarê da be’sa wan hemya bê kirin, ezê tek seva çalakîkê bîr bînim, ku niha heval pêva mijûlin.
Hê sala 1998 a seroketya Navenda PENa Kurd li ber serokatya PENa Navnetewî pirs pêjda kiþand, ku konfêranseke navnetewî navbera wan û PENa Tirk da li merkeza Kurdistanê Amedê bê çêkirin. Rast gotî min û gelekên wek min bihar nedikirin ku ev pêþnyarê here sêrî, ji bo me siyasya dewleta Tirk ya înkarkirina Kurdan zanibû û PENa Tirk jî qet nêzîkî wê pirsê nedibû. Hevala bi xurtî pêþnyaza xwe pêþda birin, rêyên hiqûqî û îsanî dane kêranîn û gihîþtin wê yekê ku Kongirêya PENa Navnetewî ya 2004 an li bajarê Tromso /Nerwêj/ biryar stand bi piþtgirya UNESCO 20-25. adare 2005 an konfêransekê di navnera PENa Kurd û PENa Tirk da, di bin sîwana PENa navnetewî da daxe.
Konfêranseke usaye bi navê kurdî di bin siwana PENa Navnetewî da bi piþgirya UNESCO bajarê Amedê da derbazkirin bi rastî jî, di jîyana Kurdistana Bakûr da bûyareke dîrokî ye.Ez bawarim Konfêrans ne bi dilê dewleta Tirk e û kê zane çi dixweze bike ku Konfêrans bi dilê wê rêva here yan têk here.
Niha komîtêya rêvabir ya Navenda PENa Kurd pirsgirêkên bi serketin derbazkirina Konfêransê va mijûlin…dewsa nivîskarên Kurd yên Amedê PENa Kurd ra bivine piþt, alîkarya wan bikin …çend nivîskar hema li Amedê hev civyane û Navendeke PENa Kurd ya nû çêkirine.
Meriv
nizane çi navî kirina wan hevalan bike. Bi heyf gerekê bê
gotin di nav wan navan da yên usa hene, ku dûrva berê qrirma
wan li cem min bi rûmete…
Ez,
çawa hevalekî û dibe emir da jî ji wan mezintir hêvî dikim
dest wê xwestina xwe berdin, ji bo ew xwestina wan avê berî li
ser aþê nexwezê me dide…
Temya
min, ya ewil li wan nivîskaran ewe, ku ji bo hev civandin û bi hêz
kirina nivîskarên
Kurd yên Bakûr, yan yên Amedê Navendeke nivîskaran, Yakîtîkê,
Sîndîkakê yan dezgehekî qedîm yê bingehîn Amedê da damezirînin.
Ez ji xwe hesav dikim nivîskarekî Bakûr û eger dezgehekî
usa lêgal, li Amûdê hebe ezê jî bivim endemekî we…
Temya
duda: nevn asteng, bihêlin bira Navenda PEN a Kurd vî karê xwe
yê pîroz bidomîne!
21.
02. 2005.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org