|
Eskerê BOYÎK
BÎRANÎNA
ÇERKRZÊ REÞ Min
Întêrnêt vekir him ji nivîsarê û him jî ji çavê xwe bawar nekir… Bê
bifikirim çi bûye ji çavê min hêsir barîn li ser kaxêzê ser texte… Vê
carê jî Çerkezê meyî REÞ, helbestvan, edebyetzan, werger û endemê
malbeta me ya rewþembîrî, ya Kurdên Ermenistanê, ewlede malbetêyî herî
gênc, yê herî hizkirî, yê herî bi þuret, herî bi culet, zane û
welatperwer… Di
nava salekî da Þekroyê Xudo, Ordîxanê Celîl, Mîroyê Esed û niha jî
Çerkezê Reþ (Mistoyan). Wede
Çerkezê Reþ nîbû… 53
salyê da, temenê ji bo efrandaryê dema here geþ da…Malxiravî koça
xwe bêwext bar kir… Dilê
me heval-hoger, nas û dostê xwe þewitand. Edebyet
û rewþembîrya gelê Kurd bi serê Çerkez ewledekî xweyî jêhatî, xweyî
gotin unda kir. Bîranîna
ez berbi salên buhurî birim. Çerkez hê þagirtê dibistana gund bû, edî
helbest û gotarê wî rojnema RÎYA TEZE
û hinek rojnemê ermenya da dihatin weþandin, hatin-çûyîna wî
li nav rewþenbîrên Êrêvanê yên Kurd da hebû, teva lê hiz dikir,
gumaneke mezin wîva girê didan.Gerekê bi heqî bê gotin wek þexsyet cîyê
xwe li nava wê komê da girtin ewqas jî rehet nîbû. Çerkez di zarotya
xwe da bû endemê wê malbetêyî hizkirî. Wê
demê paþnavê wî jî hate guherîn Çerkez Mistoyan bû Çerkezê REÞ. Zanîngeha
Êrêvanê ya pêdagogyê da beþa ziman û edebyetê qedand, pey ra jî
hema wurda têza xwe ya doktoryêye ewlin bi serokatya, çawa ewî hiz dikir
bêje: Bavê zargotina Kurda Hecîyê Cindî, li ser pêwendyêm pismamtya
Kurdan û Ermenyan di nava edebyetê da hazir kir û dereca zanyaryê
ya kandîdatê zanyarya fîlologyê wergirt. Zanebûnên
ziman û edebyetêye berfire (him ermenî, him kurdî) têgihîþtin û þureta
analîzkirnêye kur, culet û kûltûra rexnekirin û fikira xweye rast di cîda
gotin Çerkez ji rewþembîrên meye dinê cuda dikirin… Ew li
maleke Kurdên êzdî ya qedîm da mezin bûbû, rind haj erf-edet, çûyîn-hatina
kurdeweryê, jîyana gundîtyê û koçeryê, diroka penaberya kal-bavên
xwe hebû, zargotina me zanibû. Ji
boy wê jî nivîsarê wî bala mêriv dikþandin, ji xwera reng û ruhekî
nû tanîn. Helbestên
wî berevokên nivîskarên Kurdên Ermenistanê yên salane BAHARê da çap
dibûn. (BAHAR-8 bi hazirkirin û berpirsarya min, wî û Karlênê Çaçanî
sala 1989 a hatye weþandin). Wê
berevokê da rêzehelbestên wî bi navê LI KATAKOBME BELGHEWÊSÊ ji alyê
gotin û felsefa xwe da balkêþin. Salên
heyþtêyî pirtûka wî ya helbestan ÞORIÞA PEYVAN li Êrêvanê hate weþendin.
Pirtûk bi rastî jî þoriþek bû û bilind hate qîmetlirin. Ez gumanim
wededa ewê bi tîpê latînî jî bê weþandin bi rastî bê qîmetkirin
û bibe hebûna xwedevanê Kurd. Çerkezê
Reþ rêdaktorî gelek pirtûkên nivîskar û zanyarên me kirye, pêþxeber
pirtûkên wan ra nivîsye, tev wan goter nivîsîye, emekê qelema wî ya
bi hêz ser wan heye, gelek gotarê wî yên ser zimên, edebyetê, dîrokê
kovar û rojnemên cuda da hatine weþendin. Sala
1975 a pirtûka mine helbesta KULÎLKÊ ÇÎYA hate weþandin. Rojnema RÎYA
TEZE da gotara wîye rexnegeryê-edebyetzanê derheqa wê pirtûkê da
hate weþandin. Wê gotara biçûk da rexnegir-xwedevanê zanîngehê
gihîþtibû kûrayîke edebyetzanyêye usa, ku eva devedevî 50 salên
efrandarya min e lê hê kesî usa kûr û dûr
dilê min nexwendye û rexnê xweye cîda nekirye. Emekê
wî usa jî di hazirkirna kadrada jî pire. Demeke dirêj zanîngeha ku lê
xwendibû dersbêjî kir, paþê hema li wê zanîngehê da beþa Kutdzanyê
vekir (ya xwendina bi peretî). Paþê, dema hal li Ermenistanê xerab bû
xwendkarê wê beþê bir û li Moskivayê zanîngehê nav û deng da da qebûlkirin. Çerkez
welatperwer bû, milethiz. Çiqas tê bîra min, tu karekî kurdewarî tune
bû ku Çerkez navda nîbya. Demne
dijwer hatin. Çerkez jî têra xwe kete li nav wê gêjgerînga neheq, ku
dora Kurden Ermenistanê hatibû çêkirin. Neyar û xweyînên der û
hundur, carna jî hinek ji bo kara xwe li ser hestên rewþenbîran dilîstin.
Cudatya bawaryê, ku tucar fikira kesîra derbaz nedibû, bi carekê va herd
alya da jî xwe nîþan da. Geleka, nav wanda usa jî Çerkez ew helaqetyên
çêbûyî pir nêzîkî dilê xwe digirtin. Rewþenbîrê me dîtin, ku
gelek tiþt ji qewata wan dere ji hev bela bûn.Çerkez jî demekî çû
bajarê Moskivayê, lê paþê dîsa vegerya û heta roja xweye dewyê li
wur, Ermenistanê þerkarya xwe, kar û xebatên xweye welathizyê
domand…Ewî berpirsyarî rojnema BOTAN, serokatî komîtêya KURDISTAN
kirye, cîgirê serokê „Þêwra
ronakbîrên Kurdê Ermenistanê bûye…“ Her cîya navê Çerkez dihate
gotin. Van
salê dewyê gelek kar di wergerê da kirye. Gelek pirtûkên Kurdaye sîyasî
ji kurmancî wergerandye zimanê ermenî. Li ber destê mine wergera wîye
bi zimanê ermenî „ Rola hebûna Êzdiyan Kurdistanê da“. Pirtûk
sala 2002 hatye weþandin. Ez nizanim nivîskarê wê nivîsê kêne û
kurmancî hatye weþandin yan na (texmîna min na!) lê zimanê wergera wê
gelekî bilinde. Ez bawar nakim wegerekî ermenî, çiqas jî ew zimanê
ermenî û wergerê da jêhatî û þereza bûya usa karibya pirtûkê xweþik
wergeranda.Helbet ez gelek fikir û pirsgirêkê pirtûkê da hatine analîzkirin
ra nînim, lê ew ne sûcê wergere…Gotina min pêkanîna hostatya zimanê
ermenîye. Pirtûkê
da usa jî bi qelema wî çend qewl û duayên Êzdyan û hinek helbest ji
Elî Herîrî, Mele Ciziri, Feqîyê Teyran hatine wergerandin û weþendin…
Wergera wan bi îskûstva here bilind hatye kirin. Vê
dewye dota Hecîyê Cindî, pîreka helbestvan Fêrîkê Ûsiv: Firîda
Cewarî, karekî pir mezin dike. Wê gelek berhemên herdi remetya weþendîye.
Bawarkî giþk jî bi rêdaktorya Çerkezê Reþ hatine pêkanîn. Îza
qelema wî gelek cîya rind tê xanê. Derheqa
kar û emekê Çerkez da meriv kare pir binivîse, ez gumanim, paþwextyê
da, di nav edebyetzanya meda wê gelek besa vî ronakbirî bê kirin. Dewyê
da biranîneke kurt. Cend meha berî wefetbûnê, dîrokzanê bi nav û deng
Þekroyê Xudo hatibû cem me. Dema me derheqa pirsgirêkên dîroka me da
xeber dida got: „Gerekê alî Çerkez bikin û berê wî bidine
MATENADARANA Êrêvanê. Gelek girêfûtk, surr û sêrên dîroka me kitêbên
wur e kevnar da veþartîne. Wî karî tek Çerkez kare bike,- got,- ez çûme
Êrevanê, Çerkez qayîle, gerekê alî bikin ku her tiþtî bihêle derbazî
wî karî be …“ Ez
nizanim paþê çi bû, çi nebû… Îro herd jî tunene. Wan
gelê xwe pir hiz dikir. Bira
serê gelê wan saxbe.
26.
03. 2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org