Eskerê BOYÎK
 
 
BÎRANÎNA MIHEMED UZUN 
 
 
 
 
 
 
Eva devedevî salekê ye cawa nexweþya romannivîsê meyî hêja dilê min tije xem kirye.
Destê min li ser dilê min, bi hêvî û keser, dûrva min rewþa hevalê xweyî hizkirî diþopand û tim daxwez ji Xwede jorîn dikir, ku wî ji devê wê nexweþya xeter xilazke. Min culet nedikir jêra têlêfonê vekim yan herme dîtinê, ku derheqa nexweþya giranda nekme bîrê, ku nefikire ew ji bo xatirxwestinê ye. Hîvyê bûm tam qencbe herim çevronayê.
 
Di vegera wîye welêt ra xiyalê bawaryê cem min çê bû, ku evînanivîskar e bê hesav berbi welêt wê nexweþyê altke.
Lê, çawa gel dibêje Xwedê ji me zeftir jê hiz dikir û ji me stend, bir.
Malbeta edebyeta me endemekî xweyî bi nav û deng, romannivîs û edebyetzanê hêja, karkirekî edebyetêyî bê westan, xweyê qelema adan unda kir…
 
Meriv heye seva mala xweye, meriv heye seva gund, civak û der dorê xweye, meriv jî heye seva gel û welatê xweye…
Mihemed Uzun merivê welat û gelê xwe bû.
 
Sirgûnî, penaberî û xerîbya mecbûrîye xezev, ku tê bêjî para me Kurda ketye, xêncî zemetyên bêhesab, rewþembîr û nivîskarên Kurd jî cihanê bela kirine, bi sûr-sînorên dewletan, bi hezara kîlomêtran ji hev dûr xistine. Heta welêt da jî  sinorên dagerkiran nahêlin çand û rewþembirya me yekrû be. Usa hatye standin ku gelek nivîskarê me dûrva, bi xwendina berhemên hev, hev nas dikin û carna, çiqas jî heyra hevdanin jî, di temamya jiyanê xwe da mecal wanra çê nabin hev bivînin.
Ez zûda berhemên Mihemed Uzun ra nasim. Çiqas tê bîra min, hê sala 1989  min gotareke berfire derheqa romana wî ya SÎYA EVÎNÊ da nivîsî û rojnema RYA TEZE da weþand. Gotar gihîþtibû Mihemed, lê xweþ hatibû,  Razîbûna xwe bi têlêfonê elam kir…
 
Em sala 2003 a  Kongira PEN a KURD da li bajarê Bêrlînê rastî hev hatin. Kongirê da Înstîtûta Kurdî ya Bêrlînê xelatek bi þaynetî dane wî, wî jî axaftineke gelekî delal kir.
Axaftina min û wî di despêk û navbirya civînê da kin, çend deqa kiþand. Li cîyê usa, dema gelek nas û dost li hev dicivin, meriv nikarin dirêj biaxivin, bîr û bawaryê xwe pare vekin. Ew bi karê ferz, hê civîn dewî nebû gerekê biçûya.  Em ji hevra qayîl bûn yan ez herim mêvanya wî, yan jî ew bê mêvanya min. Usa jî ji mera ew yek li hev nihat…
 
Nivîskar wede da, bi pênûsa xwe berê xwe da Bedirxanyan, Xoybûnê, Xoybûnê ra çû nav dew û doza serhildana gelê meye here netewî ya Araratê…û li wir pêþa çiyayê Araratê rastî  Bilbilê Serhede Evdalê Zeynikê yî nemir hat, Çemê Diclê ra kete þêwrê... Ew jî li rex wan bû heykelekî kurdistanî, kurdewarî…
 
Emekê nivîskar pire di warê edebyetzanyê da. Xebatên wî yê li ser edebyetê û lêkolînên edebyetnasyê rûpelne edebyetnasya me yê bingehînin…
 
Heta roja xweye dewyê jî ew ma wek rewþembîrekî têkoþer, pêþmergekî sondxwerî yê rê û doza gelê xwe…
 
Vegera welêt efrandina wîye here fikirkûr û here bilind bû… Çû wî û welat, wî û gelê xwe bi evîna kurdî, bi zimanê kurdî, bi ruhê kurdî hev hemêz kirin u li dilê hevda bûne yek, man.
 
Bira sere gelê Kurd saxbe.
 
13. 10. 2007  
 
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org