|
Eskerê
BOYîK BÎRANÎNA
MÎROYÊ ESED
Caba mirina Mîroyê Esed jî gihîþte
me. Wî, 4 ê Sibatê, 2008a, di 89 salya xwe da, li bajarê Êrêvanê,
komara Ermenistanê, koça xweye dewyê bar kir, çû gihîþte wê koma rewþembîrên
nemir, navê kîjana va pêþvaçûna edebyet û kûltûra Kurdên Sovyêtstana
berê girêdaye. Her carê beseke wa digîhîje min,
tê bêjî tiþtekî xweyî pir bi qîmet unda dikim. Her caweke wa ra ew
malbet berbi dewyê diçe… Malbeteke rewþebîrî çê bûbû,
komeke ulmdar, nivîskar, helbestvan, hunermend, sîyasetmedar, rojnemevanên
zane, xebatçî, ji karê xwe ra amin li hev cîvya bûn. Merivne nû- gênc
dihatin, mezin diçûn. Jîyan, di rêya xwe, ya xezayî ra
diherikî… Lê hê pêþya da hatye gotin:
„Warê xelkê mêriv ra nabe milk“, „ Çevê li derya, xwelî li
serya.“ Destpêbûn û hilweþîna weletê
Sovyêtê ra bahozeke xezeb li vê malbetê jî rabû, her tiþt li hev ket,
giþk ji hev bela bûn. Bahozê ew ji kar û barê wan birîn,
ked û emekê salan cîda ma,
bi bêxemî ji wan her yek kewkî qulçekî cihanê kir. Ne dûr, ne nêzîk, ne ji alyê xêrxweza,
ne jî ji alyê nexweza va kesî guh neda wan, kesekî destê qencyê dirêjî
wan nekir, kesek hema bi moralî vê malbetê ra nebû piþt, xweyî wan
derneketin. Her yek bi dijweryên jîyanê ra rûbirû ma… Û niha, rojbiroj ew malbeta sêrekbûyî
hê sêrek dibe. Cabê wa, pey hev ji Moskvayê, Sank Pêtersbûrgê, Erevanê
û nizanim ji ku tên stendin. Teka-
tûka mane. Rojekê jî wê bê kes ji wê malbetê namîne, ewê bibe bîranîneke
dîrokî… Hê
pirs e, gelo merivê hebin, ku wan bîr jî bîninin? Mîroyê
Esed yek ji rêvaber û rewþembîrê wê malbetêyî pir emek bû, ku ji
salên çilî girtî heta salên nodî, nîv sedsal zêdetir seva gel û
civaka xwe bi helalî xebitî bû, emek dabû. Ew
sala 1919 a li Ermenistanê gundê Elegezê (Camiþlûya mezin) malbeteke
Kurdên Êzdî da hatye dinê. Xwendina xwe mekteba gund, paþê xwendinxana
Piþkovkasêye Kurdî, ya mamostatyê da hildide.
Peyra Ûnîvêrsîtêta
Erêvanê ya dewletê da beþê hiqûqê diqedîne. Ew
yek ji wan gêncê kurdaye ewlin bû, ku wê demê xwendina bilind dest tanî. Demeke
kin gundê xwe: Elegezê da mamostatyê dike paþê dibe berpirsyarê wê
mekteba navîn. Elegez
wan sala dibe merkeza nehyê. Nehî bawarkî ya Kurda bû. Karkir û serkarên
nehyê hîmlî Kurd bûn. Nehyê da Tîatroya Kurdaye dewletê vedîbe. Mîro
bi aktîvî tevî xebata tîatroyê dibê. Ew pêþyê çawa þanoger, paþê
demekê seroketya wê tîatroyê dike. Temaþevanê
wê demê bi hizkirin derheqa tîatroya Kurdaye dewletê û usa jî derheqa
þanogerya Mîroyê Esed da bîr tanîn. Digotin Mîroyê aktyor usa rind û
serketî dilqa da dilîst, usa
baþ diket nava ruhê dilq ku temaþevanan nikaribûn hisê xwe zevtkirana.
Carekê, dema Mîro dilqê Beko da, di tiragêdya MEM Û ZÎN da dilîze,
temaþevanek bê hemdî xwe kevirekî hildide û hicûmî wî dike… Saya
zanebûnên dewlemend û xeysetê milahîm rêyên pêþdaçûyînê zû ber
wî vedibin. Gelek rewþembîr û xebatçyên payebilind yên ermenîye wê
demê ji min ra salix dane, ku bi zanebûnên xwe xasma di warê rastnîvîsandina
zimanê ermenî, edebyet û dîrokê da kêm rewþembîrên ermenya hebûne,
ku karibûne weke Mîro derên. Mîroyê
Esed tê bijartin wek Sêkrêtarê komîtêya pattya Komûnîstyê yê Nehya
Elegezê, paþê dibe serdosgerê wê
nehyê, ji pey girtina nehyê ra destguhestî bajarê Êrêvanê dibe û nehîke
bajêr e mezin da dibe serdosger. Nîvê
salên pêncîyî ( sedsala çûyî) ocaxên
perwerdeyî, kûltûrî, çandî, ku pey þoriþa Oktobirê ra li Ermenistanê
Kurdan ra vebûbûn û di sala
1937 da dest dijweryên dîktatorya Stalîn hatibûn girtin carke din
vedibn. Dest bi weþene rojnema RÎYA TEZE dibe. Ev
rojnema kurdî jî wek hinek rojnemên komarêye bi zimanê ermenî, rûsî
û azeyrbêcanî dibe organa Komerkezya Partya Komûnîstyê, parlamênt û
hukumata wê Komarê. Ewan ji alyê dewletê va dihatin fînansekirin û
xweyê mecalên mezin bûn. Mîroyê Esed tê kivþkirin wek berpirsyarê
rojnemê. Ji sala 1955 a heta 1989 a, yanê heta dema despêka hilweþîna
qeydên Sovyêtê, weke 34 sala berpirsyarê rojnemê dike. Dema
navê rojnema RÎYA TEZE tê gotin berî her kesî navê berpirsyarê wê Mîroyê
Esed tê bîra mirov, dema navê Mîroyê Esed dibêjin xebata RÎYA TEZE tê
bîranîn. Di kar-bar û xweyîkirina rojnemê da emekê berpirsyarê wê
pir bû. Dora
rojnemê û xebatên wê da ronakber û rewþenbîrên meye bi nav û deng
civyabûn. Gerekê
bi helalî bê gotinê ku rêdaksya rojnema RÎYA TEZE merkeza rewþenbîrên me teva bû. Di asta
zanistyê da jî xebatên rêdaksyayê ne ku tenê di nava ocaxên Kurdî lê usa jî di nav rojnemên komara Ermenistanê da li ser
asta bilind bûn. Mîro
evdekî pir bi disîplîn, fesal û berk bû, him berbi xebatçyê rojnemê
û him jî berbi nevsa xwe. Têkistên rojnemê yên hazir e neneþirbûyî
heta çend cara ji alyê temamy xebatçyê rojnemê û wî va bi hûrgilî
nehatna xwendin, pojneme nedihate weþendin. Usa, ku degme þaþî karibûn
têkista da bihatana berdan… Heta rastya peyvên nenas nehatana
zelalkirin rojnemê da ew peyv nedihate weþendin. Rastî jî rojnema
RÎYA TEZE salên dewyê bi saya berpirsyarê xweyî xemxur gihîþtibû
asta sitandartya zimên. Gelek
hevalên me Mîroyê Esed ji bo fesalbûnê wî rexne dikin. Ez difikirim,
gelo ew fesalya Mîroyê Esed nîbya RÎYA
TEZE ê ewqas sal li bin
sansora duqet da karibû dombike? Mîroyê
Esed endemê yekîtyên nivîskar û rojnemevanê welatê Sovyêtê bû,
Ermenistanê da wek hiqûqnas, sîyasetmedar, rojnemevan û nivîskarekî
dihate naskirn. Ew usa jî wergera berhemên nivîskarên Ermenya va
mijûl dibû. Sê pirtûkên kurteçîrok û poêmên wî hatine weþandin :
Sîsê
( sala 1961), Ewledê
Welêt (1969 ) û
Hisreta
dil (1973). Tev
helbestvanê bi þûret Qaçaxê Mirad ji bo dersxanê VII-VIII an yên
mektebê gundên Kurdan pirtûka dersan bi sernivîsara XWENDINA LÎTÊRATÛRYÊ hazir kiribûn. Pirtûk ji alyê wezîreta
perwerdê ya komara Ermenistanê va bi resmî hatibû qebûlbûn û mekteba
da wek kitêba dersa dihate kêranîn. Ew
usa jî bi karên partyayêye bilind, hukumat û parlamêntê va mijûl bû.
Endemê Kommerkezya PK Ermenistanê bû. Wek berpirsyarê RÎYA TEZE
ji nîvê salê pêncî girtî heta hilweþîna Sovyêtê ser hev hatibû
bijartin wek parlamêntarê meclîsa Komara Ermenistanê, cîgirê rêvabirê Meclîsê bû. Kar û emekê wî ji alyê serokatya
Welatê Sovyêtê da bilind hatibû qîmetkirin. Ew hêjayî Ordêna Beyraqa
sor, Nîþana hurmetê û 7 mêdalan bûbû.Bi biryara serokatya Komara
Ermenistanê ew hêjayî navê xebatçyê kûltûrayêyî emekdar bûbû. Bi rastî jî ew xweyê kûltûra
bilind bû, merivekî rewþenbîr, maqûl û paqij.
Kurmancya wî xweþ bû fesal, bi perseg. Civakî nîbû. Xwe dûrî
civakê digirt. Raste ewî alkarî nedida me gêncê
wê demê, lê li ser rya weþena berhemên me jî,wek hineka bi pirtûkên
xwe, malbet, qewm û pismamên xwe nedibû asteng. Cara
dewî min ew sala 1995 dît. Li ser Soqaqa Lênîn em rastî hev hatin. Kal
bûbû, Ew zilamê bedewî bilind, ku di nav hezar zilamî da bi seke-sifetê
xwe dihate xanê, hatibû guhestin. Min ew teglîfî Kafêxanekê kir, hat.
Me qawe vexwer… Nedigot, lê dihate xanê halê malbeta wî ya aborî ne
ewqas baþ bû… Axaftina
wîye dewyê ya bi keser qet ji bîra min naçe: -Geleka
ji min fem nekirin, gelek ji min razî nî bûn, dibe sûcê min jî heye, lê
min her tîþt dikir ji bo xweyîkirina PÎYA TEZE… 15. 02. 2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org