DAWETNAME JI BO KONFIRANSA ÞÊX FEXRÊ ADIYAN

 

31.10 heta 2.11 2008 li Mala Êzîdiyan Oldenburgê (Almanya) Konfêrans tê derbaskirin.

Em we vexwendî Konfêransê dikin.

Komîteya amadekar ya Konfeansê

17.10. 2008


DAWETNAME JI BO KONFIRANSÊ ÞÊX FEXRÊ ADIYAN

Ji bo derbasbûna 15 salan li ser demezirandina MALA ÊZÎDIYAN li bajarê Oldenbûrgê (Elmaniya) em konfiransekî zanistî di bin Navê: Þêx Fexrê Adiyan, hîmdarê dibistana felsefe û edeba Kurdî" de pêk tînin.

Armanca vî Konfiransî ew e, ku edeba berî nehsedsalî, yaku ji aliyê xwedênas, fîlosof û helbestvanên Kurdên Êzdî ve, mîna Pîr Reþê Heyran, Xidirê Zênde, Hesedê al-Tewrî, Þêx Mend, Pisê Cem, Pîr Xidir, Pîr Þeref û taca wan Þêx Fexrê Adiyan li Geliyê Laliþa Nûranî, bi kurmanciya resene xweþ hatiye nûjenkirin û hûnandin, bi we hêjayan bidine naskirin. Jiberku heya niha kêm lêkolînî li ser vî mijarî hatiye kirin û jiber giringiya wî ya dîrokî, em dixwazin balkêþiya lêkolînvan, zaniyar û dîroknasên Kurd û Ne-Kurd bînine ser.


Em ji gelê Kurd wisa bi hêvî ne, ku ew çawa li helbestvanên xwe yên gewre mîna Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran xweyî derdikeve wisa jî li Þêx Fexrê Adiyan û hevalbendên wî xweyî derbikeve.

Ev edeb xizneyeke kevnar e, lêxweyîderketina wê dikare dîroka edebiyeta gelê Kurd dused heya bi sêsedsalî bi pêþ ve bibe û di nava edebyetzaneyên cihanê de cihekî layîq û bilind bigre.

Ew edeb, heykeleke ji edebiyeta cîhanê yê kevnar e, lê mixabin di bin kelefên nerastiyê, niheqiyê û înkarkirinê de maye veþartî. Ji me rewþenbîran tê xwestin, ku wê toz û dûxana ji ser bidine aliyekî, daku cîhan rastiya wê bibîne.

Semînarvan:

Prof. Dr. Celîlê Celîl (Aûstirya), Dr. Eskerê Boyîk, Dr. Zorabê Bûdî Aloyan, Dr. Tosinê Reþîd (Avistraliya), Dr. Xanna Omerxalî (Rûsiya), Dr. Nûra Cewarî (Avstraliya), nivîskar ûlêkolînvan Pîr Xidir Silêman (Duhok, Herêma Kurdistanê), Bedelê Feqîr Hecî, Îdo Babaþêx (Duhok), Þewqî Þemo Îssa, Xêrî Bozanî (Duhok), Hecî Elo, Kerîm Silêman (Duhok), Resen Hesen Cindî (Duhok), Bavê Azad, Se'îdê Silo (Duhok), Kovan Xankî (Duhok).


Dem:

31. 10, seat 18.00 – 22.00

01.11.2008, seat 11.00 – 19.00

02.11.2008, seat 11.00 – 16.00

Cî:

Yezidisches Forum e.V., Mala Êzîdiyan li Oldenburg

Eidechsenstraße 19

26133 Oldenburg

www.yeziden.de, info@yeziden.de

Fax: 0049 (0)441 4850557


em we vexwendî vî Konfiransî dikin:

„ Þêx Fexrê Adiyan, hîmdarê dibistana felsefe û edeba Kurdî"

Hûn dikarin daxwaza tevlîbûna xwe anjî pîrozbahî û masajên xwe bi rêya van faks û E-mailên jorî biþînin!

Komîta amadekar, 10. 10. 2008

 

 

 

   

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org